TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 214
Ji ESPyiyên ku hatibûn desteserkirin jê 5 kes hatine girtin
Hevseroka Giştî ya ESPê Ozlem Gumuştaş û nûçegîhana ETHAyê Pinar Gayip jî di nav de 47 ESPyî hatibûn desteserkirin. Dadgehê ji wan biryara girtina 5 kesan daye û derbarê 5 kesan de jî biryara hepsa malê daye. Her weha dozgeriyê bi daxwaza girtinê 10 kes şandiye dadgehê. 27 kes jî bi şertê kontrola edlî serbest mane.
18 Çile 2021
Duh 6 hezar û 436 kes bi Covid-19ê ketine, 165 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 148 hezar û 636 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 436 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 165 kes jî mirine.
18 Çile 2021
Rojnamegeran bertek nîşanî desteserkirin û girtinan dane
Xebatkarên çapemeniya azad li dijî zext, desteserkirin û girtina hevpîşeyên xwe bertek nîşan dane û diyar kirine ku ew ê li ber zext, desteserkirin û girtinan serî netewînin û ragihandina rastiyê bidomînin.
15 Çile 2021
Êrişî Alîkarê Serokê Giştê yê Partiya Pêşerojê kirine
Davûtoglû ji ber bûyerê bernameya xwe ya Mêrdînê di nîvî de hîştiye û diyar kiriye ku ew ê vegere Enqereyê. Her weha êriş weke “terora siyasî” bi nav kiriye.
15 Çile 2021
“Em ê li her deverê Hrant Dinkî bibîr bînin”
Tilbe Saran, Ercan Kesal, Derya Alabora, Bogos Çalgicioglu û Serra Yilmazê ji bo bîranîna Hrant Dinkî vîedoyek amade kirine û banga “19ê Kanûna Paşiyê” kirine.
15 Çile 2021
Hejmara 10em a Kovara Zrîngê çap bûye
Hejmara 10em a Kovara Zrîngê çap bûye ku di berga xwe de bal kişandiye ser ser sala nû.
15 Çile 2021
“1984”a George Orwellî wê bibe rêzefilm
Rêzefilm wê ji ber şanoya bi heman navî hatiye lîstin, were girtin ku ew jî li gorî pirtûka George Orwellî hatibû amadekirin.
15 Çile 2021
Li Colemêrgê ji ber berfê rêya 289 gund û gundikan hatiye girtin
Li Colemêrgê ji ber barîna berfa zêde rêya 289 gund û gundikan hatiye girtin.
15 Çile 2021
Derziya CoronaVacê li 285 hezar xebatkarên tenduristiyê xistine
Di roja yekem a derzîlêdanê de duh (14ê Kanûna Paşiyê) derziya CoronaVacê li 285 hezar xebatkarên tenduristiyê xistine.
15 Çile 2021
Duh 8 hezar û 962 kes bi Covid-19ê ketine, 170 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 169 hezar û 847 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 962 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 170 kes jî mirine.
15 Çile 2021
Judith Butler wê li bernameya xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê dersê bide
Judith Butler, yek ji pêşengên teoriya queerê wê beşdarî dersa Xwebexşên Beşa Felsefeyê û yên Kuluba Xebatên LGBTI+yê yên Zanîngeha Bogaziçiyê bibe.
14 Çile 2021
Li Herêma Kurdistanê di rojekê de 69 kes bi Covid-19ê ketine û 4 kes jî pê mirine
Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku di 24 saetên dawin de 69 kes bi Covîd-19ê ketine û 4 kes jî pê mirine.
14 Çile 2021
Dadgehê daxwaza azadkirina Mehmet Emîn Ozkan, girtiyê nexweş qebûl nekiriye
Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Edeneyê ya 7em, daxwaza azadkirinê ya Mehmet Emîn Ozkan, girtiyê nexweş ê 83 salî qebûl nekiriye.
14 Çile 2021
Dadgehê 6 sal û 3 meh cezayê gîrtîgehê li Mehmet Emîn Aktar biriye
Dadgehê li Mehmet Emîn Aktar, Serokê berê yê Baroya Amedê bi îdîaya ku “endamê rêxistinê ye” û beşdarî çalakiyên KCDê bûye, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê biriye.
14 Çile 2021
"Bila Wezareta Dadê ji bo greva birçîbûnê berpirsiyariya xwe pêk bîne"
Yekîtiya Doktorana Tirkan, Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Komeleya Mafen Mirovan, Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, bang li Wezareta Dadê kirine û gotine ku ji bo greva birçîbûnê bidawî bibe, biberpirsiyarî tevbigere.
14 Çile 2021
Doz li Berpirsê Nivîsan yê Ajansa Mezopotamyayê hatiye vekirin
Doz li Ferhat Çelîk, Berpirsê Nivîsan ê Ajansa Mezopotamyayê hatiye vekirin. Danişîna yekem a dozê wê di 2ê Sibatê de pêk were.
14 Çile 2021
Polîsan 48 ESPyî desteser kirine
Polîsan li Enqereyê bi ser Navenda Giştî ya ESPyê, bi ser avahiyên heman partiyê yên li Stenbol û Îzmîrê, Ofîsa ETHAyê ya Stenbolê û BEKSAVê de girtine. 48 kes desteser kirine.
14 Çile 2021
Meclîsa Nûneran biryar daye ku bila Trump ji wezîfeyê were dûrxistin
Meclîs Nûneran biryar daye ku bila Trump ji wezîfeyê were dûrxistin. Meclîsê beriya ku wezîfeya Trumpî biqede bi hefteyekê ev biryar daye. Biryar wê biçe ber destê Senatoyê.
14 Çile 2021
Duh 9 hezar û 554 kes bi Covid-19ê ketine, 173 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 173 hezar û 603 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 554 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 173 kes jî mirine.
14 Çile 2021
Serdozgerî derbarê 9 parlamenterên HDPê de fezlekeya ‘Kobanê’ amade dike
Serdozgeriya Komarî a Enqereyê di çarçoveya lêpirsîna çalakiyên Kobanê de ku di navbera 6-7-8ê Çiriya Pêşiya 2014an de pêkhatibû, Hevseroka Giştî ya HDPê Pervîn Buldan jî di nav de derbarê 9 parlementerên HDPê de bi armanca rakirina parêzbendiyê wan fezlekeyê amade dike.
13 Çile 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Di sala 2020an de herî hindik 2 hezar û 427 karker mirine
Li gorî rapora ISIGê di sala 2020an de herî hindik 2 hezar û 427 karker mirine. Par ev hejmar hezar û 736 bû.
13 Çile 2021
“Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî”: Bila zarok li dibistanan dersa kurdî hilbijêrin
Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurdî bi daxuyaniyekê bang li malbatan kiriye û xwestiye ku bila zarokên wan li dibistanan dersên kurmancî û kirmancî li dibistanan hilbijêrin.
13 Çile 2021
Li Dêrsimê heta 15 rojan çalakî û xwepêşandan hatine qedexekirin
Walîtiya Dêrsimê ji ber vîrusa Covîd-19ê hemû çalakî û xwepêşandanê li bajêr, heta 15 rojan qedexe kiriye.
13 Çile 2021
Ji ber “Newroz”ê doz li rojnameger Melîs Alphanê vekirine
Ji ber ji Newroza Amedê ya 2015an fotografek weşandiye, doz li rojnameger Melîs Alphanê vekirine. Dozgerî xwestiye heta 7 sal û nîvan cezayê girtîgehê li wê were birîn.
13 Çile 2021
Hejmara 13an a Kovara Nûbihar Akademiyê derketiye
Hejmara 13an a Kovara akademîk û xebatên kurdî ya navneteweyî Nûbihar Akademî (NA) derketiye. Kovara NA heft sal e tê weşandin û mijara bingehîn ya vê hejmarê ziman û edebiyata kurdî ye.
13 Çile 2021
Pêvajoya belavkirina derziyên Covid-19ê diyar bûye
Pêvajoya belavkirina derziyên Covid-19ê ya li Tirkiyeyê diyar bûye. Derziyên Sinovacê di 30ê Kanûna Pêşiyê ya 2020an de anîbûn Tirkiyeyê ku li Çînê hatine çêkirin.
13 Çile 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Duh 9 hezar û 809 kes bi Covid-19ê ketine, 171 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 179 hezar û 208 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 809 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 171 kes jî mirine.
13 Çile 2021
IHD: Li girtîgehên Anatoliya Navîn 9 girtî mirine
IHDya Enqereyê rapora binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Anatoliya Navîn aşkere kiriye. Li gorî vê raporê 9 girtî li girtîgehan mirine.
12 Çile 2021
Li Tirkiyeyê ji 10 mîlyonî zêdetir hesabên medya civakî yên nû hatine vekirin
Di dema pandemiyê de bikaranîna medya civakî zêde bûye. Tirkiye bi 10 mîlyonî zêdetir bikarhênerên medya civakî yên nû ve di nava welatên Ewropayê de di nav rêzên destpêkê de ye.
12 Çile 2021
Trump ji bo merasîma sondxwarinê ya Bidenî “rewşa awarte” ragihandiye
Li gorî daxuyaniya ku li Qesra Spî hatiye dayîn, Donald Trump ji bo ku di çarçoveya amadekariyên merasima sondxwarinê ya serokê hilbijartî Joe Biden a di 20ê Kanûna Paşiyê de fonên federal bên bikaranîn, "rewşa awarte" ragihandiye.
12 Çile 2021
Osman Şîban serbest bûye
Osman Şîbanê ku tevlî Servet Tûrgûtî piştî li Şaxê, navçeya Wanê, cendermeyan ew li navçeya Wanê desteser kiribûn û ji helîkopterê avêtibûn, polîsan ew desteser kiriye. Şîban ji ber rewşa wî ya tenduristî û derûnî ne guncav e, serbest bûye.
12 Çile 2021
Li 10 herêmên Bedlîsê derketina derve hatiye qedexekirin
Walîtiya Bedlîsê aşkere kiriye ku heta fermaneke din wan li 10 gund û gundikên bi ser Bedlîsê de derketina derve qedexe kiriye.
12 Çile 2021
1
...
212
213
214
215
216
...
223
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver