İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 2
Rapora ATKê ya Turgutê ku ji Helîkopterê hatibû avêtin piştî 6 salan derket: Di laşê Turgut de hestiyên neşikestî nemane
Di raporê de hat diyarkirin ku li aliyê rastê yê qefesa sîng 7 û li aliyê çepê jî 4, bi giştî di 11 parsûyan de şikestin û jicihderketin hatine tespîtkirin.
1 Cotmeh 2026
Şanoya Bajêr a Amedê bernameya şanoya xwe ya Cotmehê aşkere kir
Şanoya Bajêr a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ragihand ku ew ê sibê perdeya xwe bi lîstika “Moraşîn” vekin. Hezkiriyên şanoyê dê di tevahiya mehê de bikaribin lîstikên cûr bi cûr temaşe bikin.
1 Cotmeh 2026
13 rêxistinên çapemeniyê ji bo sansûra li ser T24ê bertek nîşan dan
TGS, DİSK Basın-İş, Konseya Çapemeniyê û IPI jî di nav de 13 rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê, sansûra li ser T24ê wekî "êrişeke giran a li ser pîşeyê" bi nav kirin. Rêxistinan diyar kir ku "biryara girtinê ya ji aliyê desthilatê ve binpêkirineke pir giran a li dijî azadiya çapemenî û derbirînê ye."
1 Cotmeh 2026
Ji bo hunermenda Kurd Nûdem Durak azad bibe bang kirin
Tevî şert û mercên girtîgehê û pirsgirêkên wê yên tenduristiyê jî Durak di hilberînê de berdewam e. Lêbelê Dûrak bi xetereya windakirina dengê xwe re rû bi rû ye.
1 Cotmeh 2026
Mîsyona 12 salan a DYAyê ya li Iraqê bi dawî bû: Têkoşîna li dijî DAIŞê dê ji Urdun û Suriyeyê bê birêvebirin
Erka Hevpeymaniya Navneteweyî ya ku li dijî DAIŞê di Îlona 2014an de hatibû damezirandin, bi dawî bû. Washington îdia dike ku hêzên Iraqê û Pêşmerge gihiştine asteke ku dikarin bi tena serê xwe li dijî gefa DAIŞê têbikoşin.
1 Cotmeh 2026
Li Mersînê 3 şaredar jî di nav de 59 kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya operasyonê de li mala Vahap Seçer jî lêgerîn hat kirin. Lêpirsîn, ji bo "îhale û gendeltiyên" li şaredariyan de tê meşandin.
1 Cotmeh 2026
Biryara girtina malpera T24 û hesabên wê yên medyayên civakî hat dayîn
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Stenbolê, ev biryar di çarçoveya lêpirsîna bi navê "Malbata min ewle ye" de hatiye dayîn.
30 Îlon 2026
Berhema nivîskar Çayan Okuducî ya bi navê ‘Dengê Helbesta Kurdî’ derket
Di pirtûkê de helbesta Kurdî ya nûjen, rola wê di parastina bîr, nasname û zimanê Kurdî de û têkiliya wê ya bi rabirdû û dahatûyê re tê nirxandin.
30 Îlon 2026
Barzanî: Pêşmerge dê hemû metirsiyan têk bibe
Mesûd Barzanî li ser bidawîhatina erkê hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) ya li Îraq û Herêma Kurdistanê peyamek belav kir.
30 Îlon 2026
Pentagon: Hêzên me ji Hewlêrê vedikişin
Serokê Berdevkên Pentagonê Sean Parnell daxuyaniyek belav kir û tê de bidawîhatina fermî ya erkê leşkerî ya Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞê ya li Îraqê ragihand.
30 Îlon 2026
MGK îro dicive: Di rojevê de pêvajo, Ukrayna û Îran hene
Encûmena Ewlekariya Neteweyî (MGK) îro di serokatiya Serokkomar Erdoğan de li Beştepe dicive.
30 Îlon 2026
Ocalan: Fesixkirin ne têkçûn e, derbasbûna qonaxeke nû ya dîrokê ye
Abdullah Ocalan ji Konferansa Aştî û Entegrasyona Demokratîk a Îngilistanê re peyam şand û diyar kir ku entegrasyon berovajî asîmîlasyonê ye û wiha got: "Eger pêvajo bi peymanên qanûnî neyê misogerkirin, ew dê tenê wekî agirbesteke demkurt bimîne. Aştiya mayînde ew e ku siyaseta demokratîk li jiyana rojane, tax, bajar û saziyan belav bibe."
29 Îlon 2026
FİSA: Di sê mehan de 239 zarok mirine
Li gorî rapora “Binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan li Tirkiyeyê” ya Navenda Mafên Zarokan a FİSAyê, di mehên havînê de herî kêm 239 zarok mirine ku pêşî li sedemên mirinê dikaribû bihata girtin.
29 Îlon 2026
Lêpirsîna Şaredariya Yahşihanê: Serokên berê jî di nav de 15 kes hatin girtin
Di operasyona ku navenda wê Kirikkale ye û li 4 bajaran li dijî Şaredariya Yahşihanê hat kirin de 35 kesên hatibûn desteserkirin. Ji wan 15 kes hatin girtin.
29 Îlon 2026
Li rojnameger Oznur Degerê dozeke din hat vekirin
Bi tohmeta ku "propagandaya rêxistinê kiriye" dozeke nû li rojnameger Oznur Degerê hat vekirin. Her weha nûçeyên ku Oznurê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî yê astengkirî parve kirine wekî sedem hatine nîşandan.
29 Îlon 2026
Hikmet Adal
nûçe
Komedyen Deniz Goktaş serbest bû
Komedyen Deniz Goktaş, ji ber gotinên xwe yên di nîşandana stand-upê de bi sê sûcên cuda dihat darizandin. Dozger ji bo her sê sûcan jî ceza xwest lê tevî vê yekê jî daxwaza tehliyeyê kir. Dadgehê biryara xwe eşkere kir û Goktaş serbest berda.
28 Îlon 2026
Hikmet Adal
Li Osmaniyeyê di hewşa dibistanê de êrişa bi çek pêk hat: Dersdêrek mir
Li Osmaniyeyê dersdêrê ku di hewşa Lîseya Farabi Anadoluyê de rastî êrişa çekdarî hat li nexweşxaneyê can da. Derbarê êrişê de kesek hat desteserkirin.
28 Îlon 2026
Li Wanê xwendekarek bi tifinga pompeyî çû dibistanê û lêpirsîn hat destpêkirin
Hat diyar kirin ku li navçeya Tuşbayê ya Wanê zarokekî ku di pola 7an de dixwîne bi tifinga pompeyî çûye dibistanê. Tifing ji aliyê kesên derdorê ve ji zarok hat stendin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
28 Îlon 2026
Di lêpirsîna fonan de 7 kes hatin desteserkirin
Di çarçoveya lêpirsîna fonê ya derbarê Banka Destek Yatirim û Ozata Denizcilikê de 7 kes hatin desteserkirin.
28 Îlon 2026
Endamê koma Massive Attackê ku pankarta ji bo piştevaniya Filistînê hilgirtibû hat desteserkirin
Yek ji endamên damazrîner ên koma Massive Attackê Robert Del Naja, li bajêrê Liverpool ê Îngilistanê bi hinceta ku pankarta bi nivîsa “Ez li dijî qirkirinê me, ez pişgtevaniya Palestine Actionê dikim” hilgirtiye hat desteserkirin.
28 Îlon 2026
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Li Rojavayê çalakiyên xwendekaran ên ji bo zimanê kurdî berdewam dikin
Wezareta Perwerdehiyê ya Sûriyeyê di 27ê Tebaxa 2026an de biryarek derxist ku perwerdehiya bi zimanê kurdî sînordar dike. Li gorî biryarê xwendekar dê di hefteyê de 3 saetan bi kurdî perwerdeyê bibînin. Li Rojava nerazîbûnên li dijî vê biryarê didomin.
28 Îlon 2026
Kovara Psychology Kurdî dê sempozyûmek li dar bixe
Kovara yekemîn a derûnnasiyê ya bi zimanê kurdî Psychology Kurdî ji bo 10 saliya xwe dê di navbera 3 û 4ê Cotmehê de li Baroya Mêrdînê sempozyûmeke berfireh li dar bixe.
28 Îlon 2026
Di lêpirsîna fonan de 19 kesên din hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsînan de hejmara kesên hatine girtin gihîşt 45an.
25 Îlon 2026
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê wê dest pê bike
10emîn Pêşengeha Pirtûkan a Amedê dê di navbera 26ê Îlonê û 4ê Cotmehê de bi beşdariya Weşanxaneyên Kurdî û gelek weşanxaneyên din bê lidarxistin.
25 Îlon 2026
Aktivîsta LGBTÎ+yan Duru ku beriya Lûtkeya NATOyê hatibû girtin, serbest bû
Li Enqereyê xwendekara zanîngehê û aktivîsta LGBTÎ+yan Duru di operasyonên beriya Lûtkeya NATOyê de hatibû desteserkirin û piştre jî hatibû girtin, hat berdan. Danişîna din a Duruyê wê di 7ê Kanûna Paşîn a 2027an de pêk were.
25 Îlon 2026
CPJ: "Li cîhanê herî zêde Îsraîlê rojnameger kuştine"
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), 229 bûyerên mirinê yên ku di navbera salên 2023-2026an de li Îsraîl û axa Filistînê de tomar kiribûn, careke din nirxandin. CPJyê aşkere kir ku tevî hin guhertinan jî, Îsraîl ji sala 2023an vir ve li cîhanê yekem hêze ku ji piraniya mirinên rojnamegeran berpirsiyar e.
25 Îlon 2026
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dema Netanyahu derket ser kursiyê NYê nûnerên bi dehan welatan ji Civata Giştî derketin
Dema Serokwezîrê Îsraîlê ji Civata Giştî re diaxivî, bi dehan delegeyan salon terikandin. Netanyahu bela xwe li kesên ku salon terikandin da. Di axaftina xwe de bi taybetî Erdoğan jî kir armanc. Li kolanên New Yorkê jî hatina Netanyahu ya bo bajêr û polîtikaya wî ya Xezeyê hat protestokirin.
25 Îlon 2026
“Înîsiyatîfa ji Şer re Na” ava bû: “Werin ji bo rawestandina şer em dengê bi hev re bilind bikin”
Akademîsyen, nivîskar, hunermend, mafparêz û aktîvîst jî di nav de 210 kesan, bi armanca li dijî şerên herêmî û cîhanî têkoşîna hevpar bimeşînin “Înîsiyatîfa ji Şer re Na” ava kirin.
25 Îlon 2026
Konseya Sendikayên Cîhanî: Êrişên li dijî LGBTÎ+yan nayên qebûlkirin
Konseya Sendikayên Cîhanî bertêk nîşanî wê yekê da ku di operasyonên “Malbata min di ewlehiyê de ye” de rêxistinên LGBTÎ+yan, aktivîst, endamên sendikayan û parêzvanên mafên mirovan hatine armancgirtin. Her weha konseyê bang kir ku kesên hatine desteserkirin serbest bên berdan û dawî li operasyonan bê anîn.
24 Îlon 2026
Pirsgirêka peydakirina çekan a zarokan di rojeva Parlamentoyê de ye
Parlamentera Partiya Nû Gamze Taşcierê diyar kir ku sûcên bi çekan ên têkildarî zarokan di du salan de ji sedî 47 zêde bûne û pirsgirêka peydakirina çekên guleber a zarokan xist rojeva Parlamentoyê.
24 Îlon 2026
Li Xezeyê zivistan nêzîk dibe û avahî nîne: 162 hezar kon rizîne û nayên bikaranîn
Ofîsa Medyayê ya Hikumeta Xezeyê aşkere kir ku ji 270 hezar konên ku Filistîniyên ji warên xwe bûne tê de dimînin, jê 162 hezar kon têk çûnin û nayên bikaranîn. Ofîsê bang li civaka navneteweyî û saziyên alîkariya mirovî kir ku konên nû û kelûpelên alîkariyê yên zivistanê bigehînin Xezeyê.
24 Îlon 2026
Li Rihayê bi pileya 5,4an erd hejiya
AFADê aşkere kir ku navenda erdhejê navçeya Karakopruya Rihayê ye û mezinahiya erdhejê jî 5,4 e. Her weha Resetxaneya Kandîlliyê jî ragihand ku mezinahiya erdhejê 5,5 e.
24 Îlon 2026
1
2
3
4
5
...
11
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver