İçeriğe Atla
TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 5
Rojnameger Murat Agirel jî di nav de 15 kes hatin girtin
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê birêvebirin de 15 kes hatibûn desteserkirin. Omer Sarıgul, Aylin Kotil û rojnameger Murat Agirel jî di nav de 15 hatin girtin.
20 Cotmeh 2026
Fransa: Macron qedexeya derketina derve ragihand; sendîkayan ji bo 24ê Cotmehê û 5ê Mijdarê bang kirin
Li Fransayê bi sed hezaran kes beşdarî xwenîşandanên 17ê Cotmehê bûn. Rêveberiya Macron hewl dide bi dîmenên tundkariyê yên di medyayê de serê van xwenîşandanan bi nixumîne. Rêveberiyê piştî ku protesto nesekinîn li Lille, Parîs, Lyon û Nice’ê derketina kolanan da qedexekirin ku xwendekar li malê asê bimîne û dernekevin derve.
20 Cotmeh 2026
Ozgul Sakiyê li Metrîsê serdana girtiyên LGBTÎ+ kir: Hevgirtin wan bihêztir dike
Parlementera Stenbolê ya DEM Partiyê Ozgul Sakiyê, li Girtîgeha Metrîsê serdana LGBTÎ+yên ku di operasyonên “Malbata min di ewlehiyê de ye” de hatibûn girtin, kir. Sakiyê diyar kir ku mercên girtîgehê yên girtiyan li gorî rojên destpêkê baş bûne, lê daxwazên wan ên berdanê nehatine qebûlkirin.
19 Cotmeh 2026
Şaredariyên DEM Partiyê ji bo zimanê kurdî wê serî li wezaretê bidin
Desteya Rêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a DEM Partiyê ji bo zimanê kurdî giştînameyek ji şaredariyên xwe re şand. Li gorî giştînameyê dê ji bo damezirandina daîre û mudiriyetên kurdî li şaredariyan, serlêdan li wezaretê bê kirin.
19 Cotmeh 2026
Encamnameya Konferansa Jineolojiyê aşkere bû
“Em bi Jineolojiyê zanîna xwe azad dikin, bi koman têkiliyên xwe yên civakî ji nû ve dihûnin û îradeya jinan dikin hêza avaker a jiyana demokratîk.”
19 Cotmeh 2026
Li dijî Şaredariya Çukurovayê operasyon hat kirin: Gelek kes hatin desteserkirin
Li Edeneyê di saetên sibehê de li dijî Şaredariya Çukurovayê operasyon hat kirin.
19 Cotmeh 2026
Li Fransayê piştî çalakiyên girseyî hejmara kesên hatine desteserkirin ji 2 hezarî derbas bûn
Yek ji mezintirîn konfederasyonên sendîkayên karkeran a Fransayê CGTyê, careke din ji bo daxwazên civakî banga danûstandinan kir. Sendîka xwe amade dikin ku di 5ê Mijdarê de li seranserê welêt dest bi grevê bikin.
19 Cotmeh 2026
Ji CHPyê 48 kes hatin îxraçkirin
Di nav kesên ku ji aliyê Lijneya Dîsîplîna Bilind a CHPyê ve hatine îxraçkirin Selin Sayek Boke, Gul Çiftçî, Aylin Nazliaka, Yalçin Karatepe, İlhan Cihaner, Zeliha Aksaz Şahbaz û Yankı Bagcioglu jî hene.
16 Cotmeh 2026
PFDKê ceza li Amedsporê birî
PFDKê ji ber bûyerên sehayê yên di maça Gençlerbîrlîgî û Amedsporê de qewimîbûn, cezayê pere li Amedsporê birî.
16 Cotmeh 2026
Rojnameger Bahadir Ozgur bi şerte kontrol edlî serbest bû
Ozgur bi îdîaya ku “nihêniya lêpirsîna fonê binpê kiriye” hat desteserkirin û birin Rêvebiriya Emniyeta Vatanê. Ozgur bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
16 Cotmeh 2026
Namzeta Partiya Nû Ayşe Unluce weke Cîgira Serokê Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê hat hilbijartin
Şaredara Bajarê Mezin a Eskişehirê Ayşe Unluce di hilbijartina Cîgirtiya Serokatiya Yekîtiya Şaredariyên Tirkiyeyê (TBB) de bi ser ket. Ayşe Unluce namzeta Partiya Nû bû. Di tûra 4an de li gorî encamên nefermî, Unluceyê ku CHPyê jî piştgirî dayê 417 deng û namzetê Hevpeymaniya Cumhur Tahir Buyukakın jî 369 deng stendin.
16 Cotmeh 2026
Aylin Kotil û Omer Sarigul hatin desteserkirin
Rojnameger Saymaz ragihand ku di derbarê Emir Sarıgul de jî biryara desteserkirinê heye. Mustafa Sarigulê ji Partiya Nûyê diyar kir ku kurê wî dê xwe radestî emniyetê bike.
16 Cotmeh 2026
Rojnameger Murat Agirel hat desteserkirin
Derbarê sedema desteserkirina Agirel de hîn daxuyaniyeke berfireh nehatiye dayîn.
16 Cotmeh 2026
Îstixbarata Sûriyeyê ragihand ku wan Mihraç Ural zeft kiriye
Dezgehên Sûriyeyê aşkere kirin ku Ural dema hewl dida ji sînor bireve hat zeftkirin. Di çapemeniya Libnanê de jî hat îdiakirin ku Ural ji mala xwe ya li nêzî Beyrûtê hatiye revandin û ew birine Sûriyeyê.
15 Cotmeh 2026
Maseya Avhewayê
Hûrgilî
Karneya tenduristî û avhewayê ya welatan: Tirkiye di rêza 47em de ye
Raporeke nû derxist holê ku karneya welatên ku xwediyê emîsyona bilind in lawaz e. Hate nirxandin ku bê ka 132 welatan di soz û peymanên xwe yên neteweyî yên avhewayê de mijara tenduristiyê heta çi astê entegre kirine. Tirkiye bi 14 pûanan di nav 132 welatan de di rêza 47em de cih girt.
15 Cotmeh 2026
Stenbol di bin lehiyan de ma: 2 kes mirin, 595 kes asê man, 8 hezar û 515 îxbar hatin wergirtin
Cîgirê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB) Nuri Aslan, li Navenda Koordînasyona Karesatan ya ÎBByê (AKOM) derbarê barana zêde û bandor wê ya li bajêr de daxuyanî da.
15 Cotmeh 2026
Tuncer Bakirhan û Bafil Talebanî li Silêmaniyê civiyan
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de ji bo aramiya herêmê tekezî li ser berdewamiya hemahengî û hevkariya hevpar û xurtkirina têkiliyên di navbera herdu aliyan de di çarçoveya parastina berjewendiyên netewî de hat kirin.
15 Cotmeh 2026
Piştî tayînkirina qeyûm hemû hesabên medyaya civakî yên Halk TVyê hatin astengkirin
Hesabên YouTube, X, Facebook, Instagram, TikTok û Telegramê yên Halk TVyê ku bi giştî zêdetirî 8 mîlyon û 550 hezar şopînerên wan hene, hatin astengkirin.
15 Cotmeh 2026
Stenbol di bin lehiyan de ma: 1.277 cih di bin avê de man, kesek mir û 15 hezaz pêk hatin
Barana zêde li gelek navçeyên Stenbolê jiyan tevizand. Heta saet 20:00an ji AFAD û 112an re 2 hezar û 518 îxbar hatine kirin. Zarokek mir. Bi sedan cih di bin avê de man. Roja Pênşema 15ê Cotmehê li hemû bajêr ji bo dibistanan bêhnvedan hat ragihandin.
15 Cotmeh 2026
Hesabê Xê ê Ajansa Mezopotamyayê hat astengkirin
Platforma medyaya civakî ya Xê e-postayeke şandiye û diyar kiriye ku hesabê ajansê li ser giliyê “Serokatiya Ewlekariyê ya Sîber” ku serbi Serokkomariyê ye hatiye astengkirin.
14 Cotmeh 2026
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Hesabê Xê yê TÎPê hate astengkirin
Derbarê hesabê Xê yê Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) de ku 582 hezar şopînerên wê hene, biryara astengkirinê hat dayîn. Hê diyar nebûye ku biryar ji aliyê kîjan dadgehê ve hatiye dayîn.
14 Cotmeh 2026
Ji bo Halk TVyê qeyûm hat tayînkirin | Rêxistinên çapemeniyê bertek nîşan dan: “Em vê zordariyê qebûl nakin”
Qeyûm ji bo Halk TVyê hat tayînkirin, weşan hat rawestandin. Rêxistinên pîşeyî yên çapemeniyê gotin, “Ev yek nîşan dide ku li Tirkiyeyê ti ewlehiya hiqûqî ya medyayê nemaye.”
14 Cotmeh 2026
Yekem rêzefîlma anîmasyonî ya kurdî: "Pirsên Azad" wê di Zarok TVyê de dest pê bike
Rêzefîlma anîmasyonî a bi navê “Pirsên Azad” ku bi kurmancî ye û dîmenên wê bi hişê çêkirî hatine çêkirin, ji 12ê cotmehê pê ve bi 13 beşên xwe li pêşberî temaşevanan e.
14 Cotmeh 2026
Dadgehê biryara DMMEyê ya li ser Osman Kavala careke din nas nekir
13emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê, piştî biryara Daireya Mezin a DMMEyê daxwaza Osman Kavala ya ji nû ve darizandinê û tehliyeyê qebûl nekir.
14 Cotmeh 2026
Polîsan bi ser Halk TVyê de girtin: Qeyûm hat tayînkirin û weşan hat rawestandin
Li Stenbolê di saetên sibehê de polîsan bi ser avahiya navendî ya Halk TVyê de girtin. Qeyûm ji bo kanalê hat tayînkirin, weşana zindî hat rawestandin û destûr nayê dayîn ku xebatkar bikevin avahiyê.
14 Cotmeh 2026
Tuncer Bakirhan û Nêçîrvan Barzanî civiyan
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku her du aliyan bal kişandiye ser girîngiya sûdwergirtina ji vê derfeta dîrokî ya ji bo pêkanîna aştiyê.
13 Cotmeh 2026
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Rapirsiya ASALê | AKP: Ji sedî 31,6, Partiya Nû: Ji sedî 25,2, DEM Partî: Ji sedî 8,8
Navenda Lêkolînê ya ASALê rapirsiya xwe ya meha Cotmehê aşkere kir. Li gorî encamên rapirsiyê DEM Partiyê piştî belavkirina dengên bêbiryaran bi rêjeya ji sedî 8,8 di rêza sêyem de cih girt.
13 Cotmeh 2026
Li dijî Şaredariya Etimesgutê operasyoneke nû pêk hat
Di operasyona nû ya li hemberî Şaredariya Etimesgutê ya CHPyî de, cîgirên serokê şaredariyê Fikret Gozuoglu û Gultekin Bayindir jî di nav de, 25 kes hatin desteserkirin.
13 Cotmeh 2026
Kompanyaya Em Azadiyê Dixwazin: Dîwar nikarin hevgirtina me asteng bikin
Mehek ji ser operasyona 12ê Îlonê ya li dijî LGBTÎ+yan re derbas bû. Kampanyaya Em Azadiyê Dixwazin ku li ber Girtîgeha Sincanê hat cem hev û got: “Dîwar û têlên bidirî bikevin navbera me û hevalên me jî dê têkoşîna me berdewam bike.”
13 Cotmeh 2026
Evrim Kepenek
nûçe
Îtiraza ji bo astengkirina tehliyeya Mehmet Saît Yildirim hatibû kirin, nehat qebûlkirin
Parêzer Demirer: “Di dosyayên din de biryar zûtir tê dayîn. Ji ber wê jî ez difikirim ku rewşeke taybet heye. Polîtîkayeke wan a bernedanê heye.”
12 Cotmeh 2026
Evrim Kepenek
PKKyê li herêma Metînayê 4 baregehên xwe vala kirin
Li gorî agahiyên, PKKyê baregehên xwe yên bi navê "Xebat, YAJK, Sebrî û Sason" ên li devera Bazê ya Metînayê vala kirine.
12 Cotmeh 2026
Foruma MERIyê ya 2026an: Tuncer Bakirhan û Mazlûm Ebdî li Hewlêrê ne
Foruma MERIyê ya 2026an dê 2 rojan bidome. Di forumê de rewşa ewlehiyê ya herêmê, pirsgirêka Kurdan, paşeroja Îraqê û pêvajoya siyasî ya di navbera Rojavayê û Sûriyeyê de dê bi berfirehî bên gotûbêjkirin.
12 Cotmeh 2026
1
...
3
4
5
6
7
...
14
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver