TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 197
Polîsan li Enqere û Îzmîrê midaxeleyî pîrozbahiyên 1ê Gulanê kiriye
Ji ber ku li gelek bajaran Waliyan bi sedema tedbîrên Covid-19ê qedexe kiriye, pîrozbahiyên 1ê Gulanê îro hatiye pîrozkirin. Polîsan li Enqede û Îzmîrê midaxele li pîrozbahiyan kiriye.
29 Nîsan 2021
Dadgeha Bilind cezayê Selahattîn Demîrtaş pesend kiriye
Dadgeha Bilind, 4 sal û 8 meh cezayê girtîgehê yê li Selahattîn Demîrtaş, Hevserokê Giştî yê HDPê yê berê hatibû birîn, pesend kiriye.
29 Nîsan 2021
Xelata Filmê Herî Serkeftî ya RojaZer dane "Hewno Bêreng"ê
12em Festîvala Fîlmên Kurdî a Londonê ku di navbera 16-27ê Nîsanê de bi awayekî online pêk hatibû, bi merasimekê xelatdayînê bi dawî bûye. "Hewno Bêreng"a derhêner Mehmet Alî Konar xelata Fîlmê Herî Serkeftî ya RojaZer bi dest xistiye.
29 Nîsan 2021
Dadgeha Destûrî: “Bila lêpirsîna tundkariya polîsan a li Geziyê were kirin”
Dadgeha Destûra Bingehîn biryara xwe ya derbarê serlêdana Erdal Sarikayayî de daye ku Sarikaya di dema berxwedana Geziyê de bi guleya gazê birîndar bûbû. Dadgehê biryar daye ku ji bo lêpirsîna polîsan bikin, dosyayê bişîne dozgeriyê.
29 Nîsan 2021
Ayça Söylemez
Nagîhan Akarselê behsa kovargeriya jinan a kurdî kir
Akarselê behsa kovara Roza, Jûjin û Jin û Jiyanê kir ku di destpêka salên 1990ê de dest bi weşana xwe kirine. Nagîhan Akarselê diyar kir ku ev kovar di encama xebatên Koma Jinên Kurd a Serbixwe de çap bûne.
29 Nîsan 2021
DÎSKê danasîna pirtûka “1ê Gulana 1977ê” ya bianetê kir
Di bernameya 1ê Gulanê ya DÎSKê de danasîna pirtûka biaentê ya derbarê 1ê Gulana 1977ê de, hejmara taybet a 1ê Gulanê ya LeMAnê û strana 1ê Gulanê hate kirin.
29 Nîsan 2021
Di operasyona “Pence-Brûsk”ê de leşkerek din miriye
Wezareta Berevaniya Netewî aşkere kiriye ku di dema operasyona leşkeri ya bakurê Iraqê de Hûsamettîn Gokçe, serleşkerê pispor miriye.
29 Nîsan 2021
Duh 40 hezar û 444 kes bi Covid-19ê ketine, 341 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 283 hezar û 261 kesan hatine kirin û di encamê de testa 40 hezar û 444 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 341 kes jî mirine.
29 Nîsan 2021
“Bi bahaneya Covid-19ê şertên tecrîd û îzolasyonê girantir kirine”
Şaxê Stenbolê yê IHDyê rapora xwe ya sê mehan a derbarê girtîgehên li herêma Marmarayê de aşkere kiriye. Li gorî vê raporê “bi bahaneya şewbê hemû mafên civakî betal kirine û şertên tecrîd û îzolasyonê girantir kirine.”
28 Nîsan 2021
Fransa: Ajansa Anadolûyê navenda propagandayê ye û nûçeyên nerast çêdike
Li Fransayê saziyeke ser bi Wezareta Navxweyî gotiye, Ajansa Anadolûyê nûçeyên nerast çêdike û ajans weke navendeke propagandayê binavkiriye.
28 Nîsan 2021
Erdheja Îzmîrê: Biryara desteserkirina 22 kesan hatiye dayîn
Di lêpirsîna derbarê erdheja Îzmîrê de piştî rapora zanayan biryara desteserkirina 22 kesan hatiye dayîn. Di erdeheja Îzmîrê de 117 kesan can dabûn.
28 Nîsan 2021
Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Apê Mûsayî piştî 54 salan careke din çap bûye
Weşanxaneya Aramê piştî 54 salan careke din Ferhenga Kurdî-Tirkî ya Apê Mûsayî ango Mûsa Anterî çap kiriye. Weşanxaneyê tevlî ferhengê hemû pirtûkên Mûsa Anterî di cildekê de kom kiriye.
28 Nîsan 2021
Dadwerî: Mafekî qanûnî ye ku bêjin polîs “îşkenceyê dikin”
Dadweriya Înfazê sansura nameya parêzer Gokoglû ya ku "polîsan îşkence kiriye û dadweran ev îşkence weke sûc nedîtiye" nirxandiye û biryar daye ku "Di Destûra Bingehîn de azadiya ragihandinê hatiye binpêkirin."
28 Nîsan 2021
Ayça Söylemez
Can Dundar û 16 kesên din wê dîsa bi Osman Kavalayî re werin dadgehkirin
Beriya niha ji ber ku li derveyî Tirkiyeyê bûn ya Can Dundar û Mehmet Alî Alaborayî jî di nav de dadgehê di doza Geziyêde biryara dadgehkirineke cida ji bo 7 kesan dabû. Lê piştî biryara Dadgeha Îstînafê wê heman kes bi hev re werin dadgehkirin.
28 Nîsan 2021
Zarokekî 8 salî di hewdê avê de can daye
Li Kutahyayê laşê zarokekî 8 salî li hewdê avê de hatiye dîtin. Beriya niha li bajarên cida 5 zarok di cihokên avê de fetisîbûn.
28 Nîsan 2021
IHDyê giliyê Umît Ozdagî kiriye
IHDyê daxwaz kiriye ku li gorî Xala 106 û 216ê ya TCKyê û Xala 14ê ya PMMEyê dozê li Umît Ozdagî vekin.
28 Nîsan 2021
Duh 43 hezar û 301 kes bi Covid-19ê ketine, 346 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 282 hezar û 192 kesan hatine kirin û di encamê de testa 43 hezar û 301 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 346 kes jî mirine.
28 Nîsan 2021
Pervîn Bûldan: Ma mirov wê keviran bixwe?
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPê têkildarî tedbîrên nû yên ku duh hatibû aşkere kirin gotiye, “Ew ê cejna reş bi gel bidin jiyîn. Esnafan ji bo cejnê amadekarî kiribû. Niha ew bêçarene ku derebeyên xwe dabixin.”
27 Nîsan 2021
“Dadgehkirineke rewa nebû, qanûn pêk neanîn”
Parêzerên doza Kobaniyê di daxuyaniye xwe de gotiye, wan bang li dadgehê kiriye da ku serbixwe be lê li beramberî vê bangê heyeta dadgehê derî nîşanî wan daye.
27 Nîsan 2021
Ji ber daxuyaniya “Qirkirinê” lêpirsînname ji bo Baroya Amedê amade kirine
Serdozgeriyê ji ber vê daxuyaniyê bi tohmeta ku “Gelê Tirk, Dewleta Komara Tirkiyeyê, sazî û dezgehên dewletê biçûk xistiye” lêpirsîna Serokê Baroyê û endamên lijneya rêveber a baroyê kiriye.
27 Nîsan 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Umît Ozdag gef li Garo Paylan Parlamenterê HDPê xwariye
Umît Ozdag, Parlamenterê Stenbolê ji ber ku Garo Paylan, Parlamenterê Amedê yê HDPê Qirkirina Ermeniyan ku di 24ê Nîsana 1915an de çêbûye, yad kiriye gef lê xwariye.
27 Nîsan 2021
Wezareta Navxweyî tedbîrên nû yên ji bo Covîd-19ê aşkere kirine
Wezareta Navxweyî tedbîrên nû yên ji bo Covîd-19ê ji walîtiyên 81 bajaran re şandiye. Li gorî van tedbîran di rojên ku derketina derve qedexeye de cîhê vexwarin û xwarinan tenê wê bi awayê pakêt servîs bixebitin.”
27 Nîsan 2021
Polîsên tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiribûn wê werin dadgehkirin
Piştî ku Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da û got ku polîsan tundkarî li Beyza Kural, nûçegîhana berê ya bianetê kiriye, doz li wan sê polîsan vebûye.
27 Nîsan 2021
Ayça Söylemez
Duh 37 hezar û 312 kes bi Covid-19ê ketine, 353 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 268 hezar û 893 kesan hatine kirin û di encamê de testa 37 hezar û 312 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 353 kes jî mirine.
27 Nîsan 2021
Xerckirina leşkerî ya cîhanê di 2020an de derketiye 2 trîlyon dolarî
Li gorî rapora SIPRIyê li cîhanê welatên ku herî zêde xerckirinên leşkerî kirine, Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê, Çîn, Hîndistan, Rûsya û Brîtanya ye. Ev welatana berpirsbûn ji sedî 62ê xerckirinên leşkeri li ser asta cîhanê.
26 Nîsan 2021
Li Stenbolê polîsan midaxeleyî daxuyaniya “doza Kobaniyê” kiriye
Polîsan midaxeleyî HDPiyên ku xwestine li pêş avahiya xwe ya bajar têkildarî Doza Kobanê daxuyaniyê bidin, kirine. Di midaxeleyê de di nav kesên ku hatine desteserkirin de du rojnameger jî hene.
26 Nîsan 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
"Doza Kobaniyê" wê 3yê Gulanê dewam bike
Heyeta dadgehê daxwaza redkirina dadweran a parêzeran qebûl nekiriye lê gotiye bila Demirtaş, Yuksekdag û Tuncel daxwazên xwe nivîskî pêşkêş bikin.
26 Nîsan 2021
Xelatgirên Oscarê xelatên xwe wergirtine
“Nomadland”a ku di 6 beşan de bûbû namzet, xelata Baştirîn Fîlm, Baştirîn Derhêner û Baştirîn Lîstikvanê wergirtiye. Chloé Zhao di dîroka Xelatên Oscarê de bûye duyem jin ku Xelata Baştirîn Derhêneran wergirtiye.
26 Nîsan 2021
Nîkol Paşînyan, Serokwezîrê Ermenistanê îstifa kiriye
Nîkol Paşînyan gotiye, “Ji bo di 20ê Hezîranê de hilbijartinên patlamentoyê yên pêşwext çêbibe ez îro îstifa dikim.”
26 Nîsan 2021
Duh 38 hezar û 553 kes bi Covid-19ê ketine, 347 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 260 hezar û 280 kesan hatine kirin û di encamê de testa 38 hezar û 553 kesan pozîtîf derketiye. Her hewa 347 kes jî mirine.
26 Nîsan 2021
TSK: Li herêma Avaşîn, Metîna û Zapê operasyon dewam dike
MSByê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihandiye ku operasyon didome û gotiye, “Di stergehên nû yên hatine tespîtkirin de teqemeniyên ku yên PKKyê ne hatine îmhakirin.
26 Nîsan 2021
Joe Bidenî komkujiya sala 1915ê bi gotina “Qirkirin” binav kiriye
Joe Biden, Serokê DYAyê Biden komkujiya ku di serdema Osmanîyan de bi ser Ermenan de hatibû wek “Qirkirin” binav kiriye.
24 Nîsan 2021
1
...
195
196
197
198
199
...
206
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver