TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 186
Bihayê elektrîkê ji sedî 15, yê gaza xwezayî ji sedî 12 zêde kirine
Bihayê elektrîkê ji sedî 15, yê gaza xwezayî jî ji bo malan ji sedî 12, ji bo pîşesaziyê ji sedî 20 zêde kirine. Bihayê elektrîkê wê heta 31ê Îlona 2021an dewam bike, piştî wê, dê biryareke nû were dayîn.
1 Tîrmeh 2021
Sê şaxên nûçegîhanîya nûçeyên îklimê: Zanist, polîtîka û ‘edeleta civakî
Lêbelê înkarkarîya zanista îklimê, eşkerekirina berpirsiyarên siyasî û aborî yên krîzê, û daxwaza dadmendiya civakî wekî pirsgirêkên ku hewce dike rojnamegerên îklimê bi berdewamî lê bikolin û bi ser de biçin derdikevin pêş.
1 Tîrmeh 2021
Ece Baykal Fide
HDP ji Komîsyona Lêkolînê ya Tûndkariya Li Dijî Jinan vekişîya ye
Piştî CHPê û ÎYÎ Partiyê HDPê jî biryar daye ku ji Komîsyona Lêkolînê ya Tûndkariya Li Dijî Jinan vebikişe.
30 Hezîran 2021
“Li bajarên herêmê rêjeya derzîlêdanê gelekî kêm e”
Elîf Tûran, Seroka Odeya Doktoran a Amedê metna çapemeniyê xwendiye û gotiye “Li Amed û bajarên li derdorê rêjeya derzîkirinê li gorî tevahiya welêt gelekî kêm e.”
30 Hezîran 2021
“Tenê hestiyên zarokên xwe dixwazin”
Ji malbatên ku hestiyên zarokên xwe dixwestin 40 hezar û 400 lîreyî weke “heqê delîlan” hatiye xwestin. Hestiyên zarokên wan ji Tipa Edlî şandibûn edliye yê. Tûran Ece, parêzerê malbatan di Dadgeha Bilind de îtiraz kiriye.
30 Hezîran 2021
Ayça Söylemez
Festîvala Veganan wê di 3-4ê Tîrmehê de pêk were
Çalakiyên Vegfesta Stenbolê ya Navneteweyî wê belaş bin. Komeleya Veganên Tirkiyeyê festîvalê saz dike.
30 Hezîran 2021
Belgefîlmên ku li dijî sansurê li ber xwe didin
Platforma Bêdeng Nemîne û Documentarist ji bo belgefîlmên ku li dijî sansurê li ber xwe didin, wê bernameyekê li dar bixin. Kesên ku bixwazin, dikaribin li van belgefilman temaşe bikin.
30 Hezîran 2021
Li Eskîşehîrê cara yekem e ku wê Meşa Rûmetê pêk were
Cara yekem e ku wê îro saet di 18.30 deqîqeyan de li Eskîşehîrê Meşa Rûmetê pêk were. Çalakî wê li ber Adalak Mîgrosê be. Koma Xebatê ya Meşa Rûmetê got, “Ji niha û pê de armanca me ew e ku em piştgiriyê mezin bikin.”
30 Hezîran 2021
Evrim Kepenek
Şûraya Dewletê serlêdanên ji bo Peymana Stenbolê qebûl nekiriye
Şûraya Dewletê serlêdanên ji bo Peymana Stenbolê qebûl nekiriye. Serlêderan xwestibûn ku biryara Serokomariyê ya Peyman betal kiriye, bila qebûl nebe.
30 Hezîran 2021
Duh 5 hezar û 846 kes bi Covid-19ê ketine, 53 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 229 hezar û 846 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 846 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 53 kes jî mirine.
30 Hezîran 2021
Dadgehekê 2 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Hakki Boltanî biriye
Bi îdiaya ku “heqaret li Erdogan û Davûtoglûyî kiriye” 12. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 2 sal û 17 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Hakki Boltanî biriye.
29 Hezîran 2021
Rojnamegeran li dijî tundiya polîsan çalakî li dar xistin
Rojnameger li ber avahiya Walîtiya Stenbolê hatin ba hev û ji ber tundkarî li hempîşeyên wan Bulent Kiliçî kirine û ew desteser kirine, bertek nîşanî polîsan dan. Kiliçî got: “Polîsê pê li stûyê min kir hê jî li ser kar e, kî ji me xwe di nava ewlehiyê de dibîne?”
29 Hezîran 2021
Hikmet Adal
Gola Wanê û çem û robarên li derdorê ziwa dibin
Ji ber îklîm guheriye û şilî hindik bûye, ava Gola Wanê û çem û robarên derdora wê jî kêm bûye. Vê rewşê bandor li ser çandinî û ajalvaniyê jî kiriye.
29 Hezîran 2021
Kafkasiyên Bakûr: Yên ku civakê tîne dijberî hev em wan weke faîlên Denîz Poyrazê dibînin
Di daxuyaniya ku îmzeyên 13 Saziyên Civaka Sivîl û navên serbixwe li bine de weha hatiye gotin, “Em siyasetmedarên ku ji rabirdûyê heta duh civakê bi zimanê nefret û tûndkariyê tîne dijberî hev, weke faîlê Denîz Poyraz dibînin.”
29 Hezîran 2021
Doza îstismarê ya li Elmaliyê: Wezaretê biryara tehliyeyê qebûl nekiriye
Zarokan di îfadeyên xwe de îstismara ku li wan hatiye kirin him bi devkî û him jî bi wêneyên ku xêzkirine vegotibûn. Ev wêneyana di dosyeya lêpirsînê de bû.
29 Hezîran 2021
“Tundkariya polîsan a li dijî rojnamegeran qebûl nabe”
Sarah Clarke, rayedara Article 19ê gotiye, “Rayedarên Tirkiyeyî ji bo civaka sivîl a li welêt bifetisîne, tundkariyeke zêde bikar tînin. Divê tundkariya polîsan a li dijî protestoyên aştîyane bidawî bibe. Civaka navnetewî li cem xwenîşandarên Stenbolê ye ku li dijî bêdengiyê derdikevin.”
29 Hezîran 2021
Bersûc dîsa beşdarî danişîna doza JITEMê ya Kerboranê nebûne
Di doza JITEMê ya Kerboranê de cara 6an e ku heyeta dadgehê guheriye, careke din biryar nehatiye dayîn. Malbatên qurbaniyan bertek nîşan dane: “Kurê min 12 salî bû. Hestiyên wî ji binê bîreke 120 metroyî derxistin. Kujer bi rehetî digerin.”
29 Hezîran 2021
Polîsan malên jinên trans mor kiriye
Li Stenbolê malên ku jinên trans lê dijîn hatine mor kirin. Kerem Dîkmen, Koordînatorê Hiqûqê yê Kaos GLyê diyar kiriye ku morkirina malan li dijî hiqûqê ye. Komîteya Hefteya Rûmetê jî destnîşan kiriye ku ne tesadif e ku morkirina malan piştî Meşa Rûmetê pêk hatiye.
29 Hezîran 2021
Duh 5 hezar û 283 kes bi Covid-19ê ketine, 58 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 223 hezar û 525 kesan hatine kirin û di encamê de testa 5 hezar û 283 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 58 kes jî mirine.
29 Hezîran 2021
“Li Emniyetê me pê derxist ku rojnameger e”
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê li ser girtina Bulent Kiliç, nûçegîhanê fotoyên nûçeyan yê Agence France Press (AFP) yê daxuyaniyek weşandiye. Kiliç dema Meşa Rûmetê dişopand, polîsan tundî lê kiribûn û ew desteser kiribûn.
28 Hezîran 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Robozîk 114 meh in li benda edaletê ye
Nûray Çevîrmen, endama MYKyê ya İHDê diyar kiriye ku li xakên ku pevçûn lê bi dawî nebûye û hevrûbûn pêk nehatiye teqez komkujî wê li wir bidomin.
28 Hezîran 2021
“Peymana Stenbolê hate rakirin, mirov bûne hedefa tundiyê”
Komeleya Mafên Mirovan ji bo wan kesên qedexeya îşkencekirinê û kiryarên xirab binpê kirine daxwaza lêpirsînê kiriye û Hefteya Rûmetê ya LGBTI+yan pîroz kiriye.
28 Hezîran 2021
Şanoya Bajêr a Amedê wê vê carê bi lîstika “Don Kîşotî” derkeve ser dikê
Şanoya Bajêr a Amedê amadekariyê dike ku lîstika “Don Kîşotî” bilîze. Li gorî plansaziya komê, wê di 29ê Hezîranê de lîstik cara pêşiyê li Amedê were lîstin.
28 Hezîran 2021
Li Sêrtê leşkeran gule bera wesayîta penaberan daye: 2 kes mirine
Li Berwarî, navçeya Sêrtê leşkeran gule bera wesayîta penaberan daye û di encamê de 2 penaber mirine û 12 jî brîndar bûne.
28 Hezîran 2021
Pirtûka "Cilûbergên Gelêrî yên Jinên Kurd" derketiye
Nevîn Reşan Gungorê nêzîkî 20 salan li ser vê berhemê xeibitiye û xêzên xwe li gor arşîv, muze û çavkaniyên cûrbecûr çêkirine.
28 Hezîran 2021
Klasîkên zarokan yên cîhanê êdî bi kurdî ye
Weşanxaneya Aramê ji klasîkên zarokan Tom Sawyer, Pollyanna, Robîn Hood, Ger û Geştên Gullîvero, Pînokyo, Oliver Twîst, Kemanjenê Piçûk û Masîreşkê Biçûk di nav de 10 pirtûk wergerandine kurdî.
28 Hezîran 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Duh 4 hezar û 833 kes bi Covid-19ê ketine, 52 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 215 hezar û 294 kesan hatine kirin û di encamê de testa 4 hezar û 833 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 52 kes jî mirine.
28 Hezîran 2021
Polîsan li Stenbolê êrîşî Meşa Rûmetê kir
Qaymeqamiya Beyoglûyê, Meşa Rûmetê qedexe kiriye ku wê li Taksîmê pêk bihata. Polîsan êrîşî girsiyê kir û guleyên plastîk bi kar anîn. Herî hindik 20 kes desteser kirin.
26 Hezîran 2021
Evrim Kepenek
“Mafê jiyanê yê Mehmet Emîn Ozkanî binpê dikin”
Rêxistinên Mafparêz û Hiqûqê di daxuyaniya xwe de gotine: “Digel temen û nexweşiyên wî ew li girtîgehê tê girtin, destê wî kelemçe dikin û kelemçeyê bi nivînê ve girê didin, ev û şert û mercên birin û anîna wî ya nexweşxaneyan, binpêkirina qedexeya îşkenceyê ye.”
25 Hezîran 2021
Di doza Kobaniyê de 4 siyasetmedar tehliye bûne
Di doza Kobaniyê de ji siyasetmedarên girtî Emîne Ayna, Beyza Ustun, Zekî Çelîk û Îbrahîm Bînîcî bi şertê kontrola edlî serbest bûne.
25 Hezîran 2021
Ji bo hestiyên zarokên wan, 40 hezar TLyî ji malbatan dixwazin
Dadgehê doza malbatên ku hestiyên zarokên xwe dixwestin, qebûl nekiriye. Ji ber ku malbat nikarin 40 hezar lîreyî weke “heqê delîlan” bidin, wê qaymeqamî dest deyne ser hestiyan.
25 Hezîran 2021
Ayça Söylemez
Dadgeha Destûrî serlêdana Gergerlîoglûyî wê di 1ê Tîrmehê de binirxîne
Dadgeha Destûra Bingehîn serlêdana Omer Farûk Gergerlîoglû wê 1ê Tîrmehê de binirxîne. Parlamenteriya Gergerlîoglûyî di 17ê Adarê de hatibû betalkirin û 84 roj in di Girtîgeha Sîncanê de girtî ye.
25 Hezîran 2021
1
...
184
185
186
187
188
...
195
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver