TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 183
33 qurbaniyên Qetlîama Pirsûsê bibîr anîne
Ji bo 33 kesên di Qetlîama Pirsûsê de can dane, li Navenda Çandê ya Amarayê bernameya bîranînê pêk hatiye. Her weha li Stenbol, Amed, Edene û li Şirnexê jî bernameyên bîranînê li dar ketine.
20 Tîrmeh 2021
Dadgeha Bilind cezayê Kivanç A.yê ku Sevag Balikçi kuştiye, pesend kiriye
Nor Zartonkê / Նոր Զարթօնք gotiye ku “Her çi dibe bila bibe, ti biryar wê Sevag Balikçiyî bi şûn de neyne. Em ê kujerî, kesên xwestin bûyerê veşêrin ji bîr nekin, efê nekin.”
20 Tîrmeh 2021
Lêpirsînameyeke nû ji bo 5 polîsan amade bûye
Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Stenbolê daxwaz kiriye ku lêpirsînname ji bo 5 polîsan amade bikin.
20 Tîrmeh 2021
Cejna Misilmanan pîroz be
Bila cejn li hemû misilmanan pîroz be.
20 Tîrmeh 2021
Li Afyonê êrîşî karkerên kurd kirine: 7 kes birîndar bûne
Komeke nîjadperestan li bajarokê Sultandağı Dereçineyê yê Afyonê êrîşî karkerên demsalî yên kurd kirine. Di dema êrîşê de 2 jê jin 7 kes birîndar bûne.
20 Tîrmeh 2021
Di 5 salan de bi tenê 10 stargehên jinan vebûne
Derya Yanik, wezareta Malbatan û Xizmetguzariya Civakî bersiva pirsa Omer Fethî Gurer, Parlamenterê CHPyê yê Nîgdeyê daye û gotiye ku di sala 2020an de 35 hezar û 331 jin û 20 hezar û 551 zarok, li ser hev 55 hezar û 882 kes li stargehên jinan mane.
19 Tîrmeh 2021
HDP: Şoreşa Rojava şoreşa gelan, jinan, baweriyan û ciwanan e
HDPyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: “Şoreşa Rojava ne tenê ji bo gelê Kurd, her wekî din ji bo gelên Ereb, Tirkmen, Siryan û Ermen jî bû hêviya pêkvejiyaneke nû.”
19 Tîrmeh 2021
Li Kanadayê 808 kes ji ber germa zêde mirine
Li Kanadayê ji ber germa zêde di navbera 25ê Hezîranê û 1ê Tîrmehê de 808 kes mirine. Beriya niha hejmara miriyan a di vê navberê de hatibû aşkerekirin ku ev hejmar 719 bû.
19 Tîrmeh 2021
Duh 7 hezar û 680 kes bi Covid-19ê ketine, 66 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 233 hezar û 946 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 680 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 66 kes jî mirine 473 hezar û 508 doz derzî hatine kirine.
19 Tîrmeh 2021
Li Gurcistanê rojnamegeran li parlamentoyê çalakî pêkaniye
Rojnamegeran li Gurcistanê di êrişên homofomîk yên 5ê Tîrmehê de hedefgirtina rojnamegeran li parlamentoyê protesto kirine.
19 Tîrmeh 2021
Li Şirnexê polîsan li jinekê ducanî daye
Hatîce Baykaraya ku polîsan bi ser mala wê de girtibû, gotiye, “Heta lêgerîna polîsan a nav malê bi dawî bû wan berê çekê dan serê min û bi qûndaxa çekan li pişta min dan.”
19 Tîrmeh 2021
Li Edeneyê polîsan êrîşî bernameya bîranînê ya Qetlîama Pirsûsê kiriye
Polîsan li gelek kesan dane û ew desteser kirine. Kesên desteserkirî derengê şevê serbest bûne.
19 Tîrmeh 2021
Gergerlîoglûyî careke din mafê parlamenteriyê bidest xistiye
Biryara Dadgeha Destûra Bingehîn ya derbarê Omer Farûk Gergelîoglûyê HDPyî de li Meclîsê hatiye xwendine. Gergerlîoglû piştî bi çar mehan wê erka xwe ya parlamenteriyê pêk bîne.
16 Tîrmeh 2021
CPJ: Kartên çapemeniyê yên rojnamegeran demildest bidine wan
Komîteya Parastina Rojnamegeran nameyek vekirî ji Fahrettîn Altûnî re nivîsiye û tê de xwestiye ku divê reform di rêziknameya karta çapemeniyê de were kirin. Her weha tevahî rojnamegerên ku li gorî pîvanê ne divê bêyî ku li nêrîna wan a siyasî û saziyên wan were temaşekirin demildest kartên wan yên çapemeniyê bidine wan.
16 Tîrmeh 2021
Şopên tsûnamiya mezin û astreoîda ku cinsê dînozoran qir kiriye, hatine dîtin
Beriya niha bi 66 milyon sal berê li nîvgrava Yucatanê ya Meksîkayê astreoîdek li avê ketiye û di encamê de tsûnamiya 15 metro bilindahiya wê heye, çêbûye. Şopên pêlên vê tsûnamiyê yên fosîlbûyî peyda bûne.
16 Tîrmeh 2021
Pervîn Bûldan: Divê her kes zelal be
Pervîn Bûldan, Hevseroka Giştî ya HDPê diyar kiriye û gotiye, “Mixalefetek heye ku naxwaze ew û HDPê di heman fotografê de cîh bigirin û navê wê bilêv bibe. Ev şêwaza mixalefetê bi ser naxe.”
16 Tîrmeh 2021
Li Mêrsîn û Hatayê agir bi daristanan ketiye
Wezîrê Çandinî û Daristanan, Pakdemirliyî gotiye ku hewldanan kontrolkirina agirê daristanan li Aydincika Mêrsînê û Hassaya Hatayê dewam dikin.
16 Tîrmeh 2021
Duh 7 hezar û 304 kes bi Covid-19ê ketine, 48 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 232 hezar û 257 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 304 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 48 kes jî mirine.
16 Tîrmeh 2021
Li Almanyayê lehî rabûye: 103 kes mirine
Li Almanyayê ji ber barana zêde lehî rabûye û di encamê de 103 kes mirine. Li Belçîka û Luksembûrgê li hin herêman rewşa awarte hatiye ragihandin.
16 Tîrmeh 2021
Enerjiya paqij e yan xiyanet?
Li seranserê Tirkiyeyê veberhênanên enerjiya venûker hene. Lêbelê, li hemberî van veberhênanan berxwedaneka cidî heye. A ku parêzvanên jiyanê li dijî ne enerjîya venûker e yan ew rûxandina mezin a ku bi navê enerjiya venûker tê kirin e?
15 Tîrmeh 2021
Serkan Ocak
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Namzetên Xelatên Emmy-yê diyar bûne
Îsal herî zêde "The Crown" û "The Mandalrian" bûne namzet ku her yek di 24 kategoriyan de weke namzet nîşan dane.
15 Tîrmeh 2021
Di şeş mehan de herî hindik hezar û 146 penaber di behrê de fetisîne
Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM), aşkere kiriye ku di navbera meha Kanûna Paşiyê û ya Hezîranê de herî hindik hezar û 146 penaber dema xwesine biçin Ewropayê di behrê de fetisîne û mirine.
15 Tîrmeh 2021
Li Rîzeyê lehî û hezaz: 5 kes mirine
Li Rîzeyê ji ber lehî û hezazan 5 kes mirine. Li gundê Yuksekkoya navçeya Guneysûyê xaniyek rûxiya ye. Li herêmê agahî ji 3 kesan nayê stendin û wenda ne.
15 Tîrmeh 2021
Li şûna Melîh Bûlûyî, Nacî Încî weke wekîlê rektorê Bogazîçiyê tayîn bûye
Melîh Bûlûyê ku bi biryarnameya Serokomariyê ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê hatibû wezîfedarkirin dîsa bi biryarnameya Serokomariyê ji wezîfeyê hatiye girtin. Li şûna Melîh Bûlûyî, alîkarî wî Mehmet Nacî Încî ji bo rektoriyê hatiye wezîfekirin.
15 Tîrmeh 2021
Duh 6 hezar û 907 kes bi Covid-19ê ketine, 43 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 238 hezar û 867 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 907 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 43 kes jî mirine mîlyon û 280 doz derzî hatine kirine.
15 Tîrmeh 2021
Di Hezîranê de herî hindik 173 karker mirine
Li gorî rapora Meclîsa ISIGê di şeş mehên destpêkê yên sala 2021an de herî hindik hezar û 155 karker mirine. Zarok û penaber jî di nava vê hejmarê de ne.
14 Tîrmeh 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Şahidan îfadeyên xwe guhertine
Şahidên ku li dozgeriyê di îfadeyên xwe yên destpêkê de gotibûn me kêliya ku gulle li Elçiyî hatiye reşandin dîtine, di danişîna îro de îfadeyên xwe yên destpêkê qebûl nekiriye û gotine me kêliya ku gulle lê reşandinê nedîtine.
14 Tîrmeh 2021
Dadgeha Îstînafê biryara derbarê doza JITEMa Qoserê de pesend kiriye
Dadgeha Îstînafê ew biryara dadgeha herêmî ya di doza JITEMA Qoserê de pesend kiriye ku dadgehê biryara beraetê ji bo bersûcan dabû û gotibû dema yasayî di ser dozê re boriye.
14 Tîrmeh 2021
Li dijî avahiya HDPê ya Marmarîsê êrişa çekdarî pêk hatiye
Îro di saetên sibê de kesê bi navê A.T.D. biçek êrişî avahiya navçeya Marmarîsê ya HDPê kiriye. Êrişkar di sala 2018an de jî êrişî avahiya navçeyê ya HDPê kiribû û derbarê wî de lêpirsîn hatibû destpêkirin.
14 Tîrmeh 2021
Dozgerî xwestiye, polîsê ku Hantaş kuştiye bi 25 salan were cezakirin
Dozgerî derbarê bûyera kuştian Recep Hantaşî de îdianame amade kiriye ku du bal berê li Sumeparka Amedê polîs Kazim B.yî ew kuştibû. Dozgerî xwestiye ku Hantaş bi 25 salan were cezakirin.
14 Tîrmeh 2021
Hikmet Adal
Pêvajoya Serlêdanê ya Festîvala Fîlman a Porteqala Zêrîn dest pê kiriye
Heta 9ê Tebaxê kesên dixwazin wê bikaribin serî li Festîvalê bidin. Di festîvalê de li ser hev milyon û 400 hezar lîreyê tirkan wê weke xelatê bidin.
14 Tîrmeh 2021
Duh 6 hezar û 285 kes bi Covid-19ê ketine, 46 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 234 hezar û 439 kesan hatine kirin û di encamê de testa 6 hezar û 285 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 46 kes jî mirine û 877 hezar û 335 doz derzî hatine kirine.
14 Tîrmeh 2021
1
...
181
182
183
184
185
...
192
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver