TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 192
Duh 8 hezar û 426 kes bi Covid-19ê ketine, 183 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 219 hezar û 465 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 426 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 183 kes jî mirine.
28 Gulan 2021
Parêzerê polîsê bersûc: “Miwekilê min roja bûyerê birojî bû”
Danişîna 4an a kuştina Alî el Hemdaniyê suriyeyî li Dadgeha Cezayê Giran a 9an a Edeneyê dewam kiriye. Dadgehkirin wê 9ê Îlonê dewam bike.
27 Gulan 2021
Derbarê 11 parlamenterên HDPê de fezleke şandine meclîsê
Di qonaxa 27em de bi tenê hejmara fezlekeyên derbarê parlamenterên HDPê de ji hezarî derbas bûne.
27 Gulan 2021
Dozgerî xwestiye Şahîn 34 caran bi cezayê miebeta girankirî bê cezakirin
Di 19em danişîna doza Qetlîama Pirsûsê de dozgerî xwestiya Yakûp Şahîn 34 caran bi cezayê miebeta girankirî were cezakirin. Dadgehkirin wê 29ê Îlonê dewam bike.
27 Gulan 2021
Di doza Şahîn Onerî de polîsê bersûc dîsa nehatiye girtin
Di doza Şahîn Onerî de daxwaza girtina polîsê bersûc yê bi navê Selahattîn K. carekê din nehatiye qebûlkirin. Selahattîn K. bi wesayîta bizirx li Şahîn Onerê 19 salî dabû û bûbû sedemê mirina wî.
27 Gulan 2021
Li Wanê gundiyan çêkirina kana mermeran protesto kiriye
Li Gundê Şêxan ê Payîzavaya Wanê leşker û cerdevanan gule bera gundiyên ku li dijî çêkirina kana mermeran derketine. 4 gundî jî desteser kirine.
27 Gulan 2021
Korkût Eken îddia kiriye ku ti têkîliya wî bi kuştina Adaliyî re nîne
Korkût Eken, fermandarê leşkeri yê berê ku tê îddiakirin ji faîlên kuştina rojnameger Kûtlû Adaliyî yek jê ewe, îddia kiriye ku ti têkîliya wî bi kuştina Adaliyî re nîne û gotiye, “Ez bi Atîlla Peker re çûm Qibrisê. Ma rayedarên dewletê û yekîneyên îstixbaratê nizanin?”
27 Gulan 2021
Di çar mehên vê salê de 213 rojnameger hatine dadgehkirin
Li gorî rapora Rojeva Azadiya Xweîfadekirinê û ya Çapemeniyê ya Expression Interruptedê di çar mehên destpêkê yên sala 2021an de 213 rojnamger hatine dadgehkirin. 57 sal û 10 meh cezayê girtîgehê dane 20 rojnamegeran. Lêpirsînnameyên nû ji bo herî hindik 14 rojnamegeran amade kirine.
27 Gulan 2021
Endamên nû yên Lijneya Dadwer ê Dozgeran diyar bûne
Piştî ku 7 endamên Lijneya Dadwer û Dozgeran li Meclîsê hatin hilbijartin, Serokomarî jî 4 endamên nû tayîn kiriye. Biryara wezîfedarkirina endamên nû yên Lijneyê di Rojnameya Fermî de weşiyaye.
27 Gulan 2021
Guherîna îklîmê, xeyalet û polîtîkayên ewlekariyê
Êdî parastina milkîyeta eqeliyeta kurewî û daneheva sermayeyê gelekî zihmet e. ji ber vê yekê tevahiya dewletan xwe radigirin qerta tundkarîyê. Li cihê ku êdî soz û pêbaweriya kapîtalîzmê namîne, polîtîkayên ewlekariyê derdikevin pêşber.
27 Gulan 2021
Özdeş Özbay
Duh 8 hezar û 738 kes bi Covid-19ê ketine, 166 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 221 hezar û 214 kesan hatine kirin û di encamê de testa 8 hezar û 738 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 166 kes jî mirine.
27 Gulan 2021
Kiliçdaroglûyî bersiva gotinên Erdoganî yên têkildarî Akşenerê daye
Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî e CHPê bersiva gotinên Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî ê AKPê yên têkildarî Meral Akşener, Seroka Giştî ya İYİ Partiyê daye. Erdogan ji bo Akşenerê gotibû, “Ev rojên çêtir in.”
26 Gulan 2021
Rojnameger Mehmet Aslan serbest bûye
Mehmet Aslan, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê ku bi awayekî girtî dihat dadgehkirin, di danişîna yekem de hatiye berdan.
26 Gulan 2021
Ahmet Davûtoglû: Li Wanê welatî ji helîkopîterê hatin avêtin
Ahmet Davûtoglû, Serokê Giştî ê Partiya Pêşerojê derbarê îddiayên Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî yên ku li Haberturkê anîbû ziman de gotiye, “Ez êdî li xwe mikur hatim, Bînalî Yildirim, Suleyman Soylû û Berat Albayrak bi serpereştiya Serokomar dek û dolap li min kirin.”
26 Gulan 2021
Serlêdanên ji bo “Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî” destpê kiriye
Xelata yekemîn wê li gorî dengdayîna li ser malperê ji aliyê temaşevanan ve were diyarkirin. Xelata duyemîn û sêyemîn jî wê juriya festîvalê hilbijêre.
26 Gulan 2021
“Bila kesên di salên 1990î de Suryanî kuştine, aşkere bibin ”
ESUyê daxuyaniyek weşandiye û gotiye, “Suryaniyên herêma Turabînê jî bûne hedefa kuştin û bûyerên failên wan nediyar ên salên 1990î. Ew bûyerên ku 60 Suryanî jî bûne hedef, divê werin ronîkirin.”
26 Gulan 2021
Sê fezlekeyên nû şandine meclîsê
Bi daxwaza rakirina parêzbendiya Omer Ocalan, Kemal Bulbul, parlamenterên HDPê û Saliha Aydenîz, Hevseroka Giştî ya DBPê fezleke şandine meclîsê.
26 Gulan 2021
Atilla Peker: Ji bo kuştina Adaliyî ez û Eken em çûn Qibrisê
Atilla Peker, birayê Sedat Pekerî çûye dozgeriyê û daxwaznameyek pêşkêş kiriye. Daxwaznameya Pekerî ya bêîmze hatiye weşandin ku tê de gotiye ji bo kuştina rojnameger kutlu Adaliyî ew tevlî Korkut Ekenê, endamê berê yê MITê çûne Qibrisê.
26 Gulan 2021
Jimara 155an a Nûbiharê çap bûye
Di jimara 155an a Nûbiharê de nivîsa Rohat Alakomî ya li ser Şerîf Paşayî, helbestên Mela Ehmedê Xasî, bîranînên Manuel Kirkyaşaryan ên derbarê kurdan de û hinên din hatine weşandin.
26 Gulan 2021
Duh 9 hezar û 375 kes bi Covid-19ê ketine, 175 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 223 hezar û 104 kesan hatine kirin û di encamê de testa 9 hezar û 375 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 175 kes jî mirine.
26 Gulan 2021
Biçe Dîrokê
BİÇE
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
"Binpêkirina mafan û pevçûn zarokan birîndar dikin, huner wan baş dike"
Anadolû Kulturê di çarçoveya xebatên ji bo zarokan de raporek bi zimanê kurdî û tirkî weşandiye. Di raporê de bal kişandiye ser rola hunerê ya ji bo bandorên pevçûnên li Êlih, Amed, Mêrdîn, Şirnex û Wanê yên li ser zarokan di nava 5 salên dawî de.
25 Gulan 2021
Demîrtaş: Serokê mafyayê bi trîpod û telefonekê dewlet dîl girtiye
Selahattîn Demîrtaşê ku digel biryara DMMEyê nehatiye berdan îro li danişînê axiviye: “Te pasaport da serokê mafyayê, te destûra mitîngan daye wî. Di vê dema ku ev zilam hemû xirabiyên sîstemê, rejîmê aşkere dike de em girtî ne.”
25 Gulan 2021
Bahçeliyî gotiye “Wezîrê Navxweyî ne bi tenê ye”, Soyluyî spasiya wî kiriye
Devlet Bahçelî, Serokê Giştî yê MHPyê derbarê îdiayên Sedat Pekerê bi serkêşiya komeke mafyayê tê tohmetkirin de gotiye, “Wê nikaribe rojeva Tirkiyeyê bike hêsirê xwe” û “em piştgirên dewleta xwe ne.”
25 Gulan 2021
7 partiyên siyasî derbarê têkiliyên ‘dewlet-siyaset-mafya’yê de daxuyanî dane
HDP, EMEP, TÎP, TKP, Halkevlerî, TOP û Partiya Çep derbarê têkiliyên ‘dewlet-siyaset-mafya’yê de daxuyaniyek hevpar dane. Partiyan bang li rêxistinên cemawerî yên demokratîk, sendika û partiyên siyasî kirine û gotine, “Divê em li dijî vê sîstema talanker ya ku dadê çavê xwe jê re girtiye, tekoşînê mezin bikin û tevahî rastiyan derxînin holê.”
25 Gulan 2021
Girtiyê bi pençeşêrê ye dixwaze wî derman bikin
Ali Osman Koseyê ku 37 sal in girtî ye got ku ew nexweşê pençeşêrê ye û ew nayê dermankirin, bersiva parêzerên wî jî nadin.
25 Gulan 2021
Ayça Söylemez
Rêxistina Efûyê bi raporan bersiva gotinên Soylû daye
Piştî ku Suleyman Soylû gotiye, Rêxistina Efûyê çar sal û nîv in têkildarî îşkenceyê tu tiştek nedaniye pêşiya me, Rêxistina Efûyê weke bersiv li ser hesabê xwe yê medya civakî raporên têkildarî îşkenceyê û miemeleya xirap yên di salên dawî de hatine kirin, parve kiriye.
25 Gulan 2021
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Prof. Dr. Tumen bûye Alîkarê Serokê Banka Navendî
Oguzhan Ozbaşê ku ji Tebaxa 2019an û vir ve Alîkarê Serokê Banka Navendî bû, ji wezîfeyê dûr xistine. Prof. Dr. Semih Tumen li şûna wî dest bi wezîfeyê kiriye. Di sala 2021an de Ozbaş dibe duyem kes ku ji heman wezîfeyê dûr dixin.
25 Gulan 2021
Duh 7 hezar û 523 kes bi Covid-19ê ketine, 178 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 216 hezar û 655 kesan hatine kirin û di encamê de testa 7 hezar û 523 kesan pozîtîf derketiye. Her weha 178 kes jî mirine.
25 Gulan 2021
Dadgehê Doza Somayê taloq kiriye
Piştî ku Dadgeha Bilind biryara Doza Somayê qebûl nekiribû û gotibû bila dadgehkirin jinûve pêk were. Îro di duyem danişîna dozê de heyeta Dadgehê hemû daxwazên parêzeran red kiriye. Dadgehkirin wê 14ê Hezîranê dewam bike.
24 Gulan 2021
Baroya Îzmîr û Amedê giliyê Peker, Soylû, Agar û Yildirim kirine
Baroya Îzmîrê û Amedê giliyê Sedat Peker, Suleyman Soylû, Mehmet Agar, Tolga Agar û Erkan Yildirim, kurê Bînalî Yildirim kirine. her weha Baroya Îzmîrê xwestiye Soylû ji wezifeyê were girtin.
24 Gulan 2021
Îşev, don’t cry yadê!
Rêzefîlma bi navê Îşev li bajarê Êlihê tê amakirin. Çêker û lîstikvanên rêzefîlmê ji bianet Kurdîyê re behsa guherîna Îşevê li jiyana wan kirî kirin.
24 Gulan 2021
Murat Bayram
Rêxistinên rojnamegeran: Êdî her kî bêdeng bimîne wê bibe şirîkê sûcdaran
Piştî îdiayên ku Sedat Pekerî anîn ziman, TGS, RSF û DISK Basin-Îşê daxuyanî dan. TGSyê gotiye ku “wî berî bikişînin bila dîwar hilweşe”, “Basin-Îşê gotiye, “Êdî herkesê/a ku bêdeng bimîne wê bibe şirîkê sûcdaran”, RSFyê jî gotiye, “Divê lêpirsîna gotinên Pekerî were kirin.”
24 Gulan 2021
1
...
190
191
192
193
194
...
201
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver