TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
english
kurdî
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
nûçe
Rûpela 111
Canan Kaftancioglû tehliye bûye
Piştî ku ceza lê hate birîn, Seroka rêxistina Stenbolê ya CHPyê, Canan Kaftancioglû, ji bo cezayê lê hatiye birîn bicih were, duh di saetên nîvroyê de çûbû Edliyeya Stenbolê û li wir jî şandibûn Girtîgeha Silîvriyê. Kaftancioglû duh di saetên êvarê de bi şertên kontrola edlî serbest bûye.
1 Hezîran 2022
Duh 975 kes bi Covid-19ê ketine, 4 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 128 hezar û 854 kesan hatine kirin û di encamê de testa 975 kesan pozîtîf derketiye, 4 kes pê mirine.
1 Hezîran 2022
Salvegera 9an a Geziyê | Polîsan bi gaza rondikrêj midaxele kiriye
Polîsan Parka Geziyê dorpêç kirin. Girse piştî vê rewşê li Sikak Îpekê kom bû ku Odeya Endezyarên Makîneyan li wir e. Polîsan destûr nedan ku bimeşin ber bi Kolana Îstîklalê. Bi gaza rondikrêj midaxele li girseyê kirin û 96 kes desteser kirin.
1 Hezîran 2022
Hikmet Adal
Seroka rêxistina Stenbolê ya CHPyê, Canan Kaftancioglû xistine girtîgeha Sîlîvriyê
Piştî ku ceza lê hate birîn, Seroka rêxistina Stenbolê ya CHPyê, Canan Kaftancioglû, ji bo cezayê lê hatiye birîn bicih were, çûye Edliyeya Stenbolê. Kaftancioglûyê gotiye: "Îro salvegera Geziyê ye. Bila berxwedana Geziyê pîroz be."
31 Gulan 2022
Malbatên girtiyan bang li Wezareta Edaletê kirine
Ji xizmên girtiyan Reşahat Adayê gotiye, “Wezîrê Edaletê qet dengê me nabihîse? Çima destê xwe nade ser wijdana xwe, çima dengê me nabihîse? Em êdî naxwazin tabûtên zarokên xwe bigirin."
31 Gulan 2022
DMME: Mafên Taner Kiliçî hatine binpêkirin
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, îro biryara xwe ya derbarê Serokê Rûmetê yê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî de aşkere kiriye ku ev demeke dirêj e li ber destê heyeta dadgehê bû. Dadgeha Bilind hîsa dosyeya cezakirina Kiliçî pesend nekiriye.
31 Gulan 2022
Li Êlihê 15 jin hatine desteserkirin
Li Êlihê siyasetmedar û aktîvîstên TJAyê jî di nav de 15 jin hatine desteserkirin.
31 Gulan 2022
Li Ûkraynayê rojnamegerekî Fransî hatiye kuştin
Frederic Leclerc-Imhoff, rojnamegerê Fransî yê 32 salî ji ber ku parçeyek şarapnelê lê ketiye, miriye.
31 Gulan 2022
Dozgerekî ji ber "retweetekê" lêpirsînname ji bo rojnameger Rabîa Çetînê amade kiriye
Rojnameger Rabîa Çetînê nûçeya ku digot doz li bavê Denîz Poyrazê vebûye parve kirine, dozgerekî lêpirsînname amade kiriye.
31 Gulan 2022
Îran û Suriyeyê ji Tirkiyeyê xwestiye ku êrîşên xwe bi dawî bike
Wezareta Karûbarên Derve ya Sûriyeyê roja duşemê daxuyaniyeke nivîskî weşandiye û bang li Tirkiyeyê kiriye. Wezaretê diyar kiriye ku ew ê tevgera leşkerî yên ihtimal û êrîşên Tirkiyeyê yên dewam dikin ên li ser Bakur Rojhilatê Sûriyeyê, weke "sûcên şerî" binav bikin û bersivê bidine wan.
31 Gulan 2022
Duh 908 kes bi Covid-19ê ketine, 4 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 133 hezar û 352 kesan hatine kirin û di encamê de testa 908 kesan pozîtîf derketiye, 4 kes pê mirine.
31 Gulan 2022
"Akademiyên Dengbêjiyê cihê dîwanan girtiye"
Muzîkjen Sarya Ertaş û Mesût Geverî anîn ziman ku êdî Akademiyên Perwerdeya Dengbêjî û Stranbêjiyê cihê dîwanan girtiye û dengbêjî tenê ne karê temenezinan e.
31 Gulan 2022
Semra Yansit
Ji ber ku daxuyaniya Kiliçdaroglûyî weşandin, RTUKê 4 kanalên TVyê ceza kiriye
Ji ber ku daxuyaniya Kemal Kiliçdaroglûyî weşandin, RTUKê cezayê pereyan li TELE1, KRT, Halk TV û Flash Haberê biriye. TURGEV û Weqfa Ensaran giliyê kanalan kiribû.
30 Gulan 2022
Pirtûka rojnameger Ferîd Demîrelî ya ”Guldesteyek ji Baxê Rewanê” çap bûye
Pirtûka bi navê “Guldesteyek ji Baxê Rewanê” ya rojnameger û nivîskar Ferid Demirelî amade kiriye, çap bûye. Di pirtûkê de çîrokên nivîskarên Rûs yên weke Gorkî, Çexov, Turgenyev û Tolstay her weha çîrokên nivîskarên Kurd û Ermen jî hene.
30 Gulan 2022
Bûldan: Qesrê îdianame amade kiriye
Beriya danişîna 13ê ya Doza Kobaniyê, partî û rêxistinên siyasî daxuyaniyek daye û gotiye ku ew piştgiriya HDPyê dikin.
30 Gulan 2022
Ji 5 saliyan heta 76 saliyan ji ber îşkenceyê serlêdan kirine
Li gorî rapora 2021an ya Navendên Rehabîlîtasyon û Dermankirinê ya TIHVê, weqfê ji damezrandina xwe ya 1990an vir ve serlêdanên herî zêde yên îşkenceyê wergirtiye. Herî zêde serlêdan li Nûnertiya Stenbolê ya TIHVê hatiye kirin. Ji kesên ku serîlêdane ji wan yê herî piçûk 5 salî ye.
30 Gulan 2022
Gûstavo Petro, namzetê çepgiran li pêşe
Yekem tûra hijbijartinên Serokatiya Kolombiyayê bi encam bûye. Gûstavo Petro, namzetê “Girêbesta Dîrokî” yê tifaqa çep bi wergirtina 8 mîlyon dengan hinekî din nêzîk bûye ku bibe yekem serokê çepgir yê wî welatî. Di 19ê Hezîranê de di tûra duyem ya hilbijartinê de Petro dê bi Rodolfo Hernandez, namzetê “Tevgera Waliyan” re bikeve pêşbaziyê.
30 Gulan 2022
“Festîvala çîrokên zimanên di bin xetereyê de ne” wê pêk bê
Di festîvalê de wê çîrok bi 14 zimanan bên xwendin û pêşangehek vebe. Her weha wê panelek û konser jî li dar bikevin.
30 Gulan 2022
57 baroyan daxuyanî weşandiye: Ji hunerê netirsin
Baroyan di daxuyaniya xwe de gotiye: “Em van qedexe û astengiyên deredemî yên bûne sistematik qebûl nakin. Em bi tundî şermezar dikin ku li vî welatî nahêlin hunermend bi rengekî azad hunera xwe bikin.”
30 Gulan 2022
Duh 864 kes bi Covid-19ê ketine, 2 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 129 hezar û 961 kesan hatine kirin û di encamê de testa 864 kesan pozîtîf derketiye, 2 kes pê mirine.
30 Gulan 2022
lê bigere
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
“RTUK amadekariyan dike ku cezayan li hin kanalan bibire”
Îlhan Taşçi, Endamê RTUKê diyar kiriye ku dosyaya ku RTUKê li ser sê qenalên televîzyonê amade kiriye, ji ber vîdeoya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu ku êvara Sêşemê parve kiribû ye.
27 Gulan 2022
Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Îzmîrê: Girtiyên nexweş azad bikin
Rêxistinên maf û pîşeyî yên Îzmîrê diyar kirine ku bi sedan girtiyên nexweş li ber mirinê hatine hiştin û bang li rayedaran kirin ku ji bo çareseriya vê pirsgirêkê bixebitin.
27 Gulan 2022
Li sepana KADESê, Kurdî jî bar kirine
Sepanê heta niha bi tirkî, erebî, farisî, ingilîzî, rûsî û fransizî kar dikir, lê li sepanê zimanê kurdî, almanî, ispanyolî, ozbekî û kizgizî jî zêde kirine.
27 Gulan 2022
Dadgeha Destûrî biryara doza kuştina Nîhat Kazanhanî betal kiriye
Dadgeha Destûrî biryara doza Nîhat Kazanhanê ku polîsan gule li wî reşandibû û ew qetil kiribû, betal kiriye. Bavê Nîhat Kazanhan gotiye, “Biryar Nîhat venagerine, lê dîsa jî biryareke erênî ye. Gelek zarokên mîna Nîhat bi neheqî hatin kuştin, dibe ku ev biryar di pêşerojê de rê li ber tiştan weha bigire."
27 Gulan 2022
Ayça Söylemez
Konsera Ara Malikianî ji nava bernameya Wezareta Çandê derxistine
Wezareta Çandê di 12ê Gulanê de li ser malpera xwe daxuyaniyeke çapemeniyê weşandiye û behsa bernameya festîvalê kiriye ku Ara Malikian jî di wê festîvalê de wê konserek bida.
27 Gulan 2022
Li Komeleya Nûbiharê wê kursên çar zaravayên kurdî vebin
Li Komeleya Nûbiharê ji bo zarok û mezinan wê bi rengekî online dersên zaravayên kurdî pêk bên. Îsal li gel kurmancî, soranî û zazakiyê wê cara destpêkê dersên kelhûrî jî bên dayîn.
27 Gulan 2022
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Duh hezar û 310 kes bi Covid-19ê ketine, 5 kes mirine
Wezareta Tenduristiyê aşkere kiriye ku di 24 saetan de test ji bo 139 hezar û 482 kesan hatine kirin û di encamê de testa hezar û 310 kesan pozîtîf derketiye, 5 kes pê mirine.
27 Gulan 2022
Daxuyaniya Çavûşoglûyî ya ji bo operasyona Sûriyeyê: Divê çi pêwîst be em bikin
Mevlut Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve derbarê operasyona Sûriyeyê ya ku di rojevê de ye gotiye, "Divê çi pêwîst be em bikin."
26 Gulan 2022
Rojnameya Yeni Yaşam ketiya sala xwe ya 4an
Rojnameya ku çar saliya xwe pîroz dike bang li xwendevanan kiriye: “Xwendevanên ku nikarin rojnameya me li bayiyan bibînin di serî de em hemû kesên dixwazin rojnameya me bixwînin vedixwînin û dibêjin bibin e-aboneyê rojnameya me.”
26 Gulan 2022
Li Senegalê agir bi nexweşxaneyê ketiye û 11 pitik mirine
Li bajarê Tîvaouaneya Senegalê agir bi beşa zayînê ya nexweşxaneyekê ketiye û 11 zarokên ku nû ji dayik bûne, mirin e. Tê pêşbînîkirin ku şewat ji ber kêşeya xeta elektrîkê çêbûye.
26 Gulan 2022
Nûdem Dûrak: Pêş ku ez dengê xwe wenda bikim dixwazim derkevim
Hunermenda girtî Nûdem Dûrakê bi strana “Çiyayên me” banga piştevaniyê li hunermandan kiriye.
26 Gulan 2022
Walîtiya Bûrsayê konsera Mem Araratî qedexe kiriye
Walîtiyê bi mahneya “ewlehiya civakê” konsera Mem Araratî qedexe kiriye.
26 Gulan 2022
1
...
109
110
111
112
113
...
120