TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
rojnamegerên girtî
Rûpela 6
Dozgerî xwestiye 15 sal cezayê girtîgehê li rojnamger Ayşegul Doganê were birîn
Dozgerî daxwaz kiriye ku rojnameger Ayşegul Dogan ji 7 salan heta 15 salan bi cezayê girtîgehê were cezakirin.
7 Cotmeh 2020
Li Stenbolê ESPyî û SGDFyî hatine desteserkirin
Polîsan li Stenbolê di saetên sibehê de avêtine ser gelek malan. Hevserokê Giştî yê ESPyê Şahin Tumuklu, Hevseroka SGDFyê Alev Ozkiraz û rojnameger Pinar Gayîp di nav de gelek kes hatine desteserkirin.
7 Cotmeh 2020
Li Wanê polîsan bi ser ofîsa MAyê de girtiye
Polîsan li Wanê bi ser ofîsa Ajansa Mezopotamyayê de girtiye. 4 rojnameger hatine desteserkirin.
6 Cotmeh 2020
Di meha Îlonê de 55 rojnameger hatine dadgehkirin
Bariş Yarkadaşî “Di Medyayê de Rapora Binpêkirinên Mafan” aşkere kiriye. Rojnameger li şûna biçin karî sibehê diçin edliyeyan û li wir îfadeyên xwe didin.
30 Îlon 2020
Li Amedê 14 kes hatine desteserkirin
Rojnameger Hakki Boltan vê sibehê li Amedê hatiye desteserkirin. Polîsan serê sibehê bi ser mala Boltanî de girtine û ew desteser kirine. Polîsan bi ser malan de girtiye û 14 kes desteser kirine.
30 Îlon 2020
EFJyê xwestiye ku Belarûs 15 rojnamegerên girtî azad bike
Federasyona Rojnamegeran a Ewropayê (EFJ), daxwaz ji Belarûsê kiriye ku 15 rojnamegerên girtî azad bike.
29 Îlon 2020
Rojnameger Hakan Gulseven serbest bûye
Rojnameger Hakan Gulsevenê ku di operasyona li ser Tevgera Bênavan de vê sibê hatibû desteserkirin, serbest bûye. Gulsevenî gotiye ku “Her tiştên ku mixalif e dixwazin weke sûc nîşan bidin. Ez bawer nakim tiştek jê derkeve.”
25 Îlon 2020
Nedim Turfent bûye endamê rûmetê yê PENa Ingilistanê
PENa Ingilistanê rojnameger Nedim Turfent kiriye endamê xwe yê rûmetê. 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Turfentî hatibû birîn.
18 Îlon 2020
Rojnamegerên ji doza MÎTê girtî bûn ji girtigehê derketine
Piştî biryara tehliyekirina wan rojnameger Bariş Pehlivan, Hulya Kilinç û Murat Agirel duh derengê şeve ji girtîgehê derketine.
10 Îlon 2020
Dadgehê ceza li rojnamegeran birî, wê werin tehliyekirin
Dadgehê bi sedema ku Qanûna MÎTê binpê kirine 4 sal û 8 meh û 7 roj cezayê girtîgehê li Aydin Keser, Ferhat Çelik û Murat Agirel'î, 3 sal u 9 meh cezayê girtîgehê jî li Barış Pehlivan û Hulya Kilinçê birî. Ji ber ku demekê girtî mane, rojnameger wê tehliye bibin.
9 Îlon 2020
Hikmet Adal
Îranê 3 sal cezayê girtîgehê daye rojnamegerê 72 salî
Îranê ji ber ku xwepêşandanê 1ê Gulanê şopandiye 3 sal cezayê girtîgehê daye Keywan Samîmî, Rêvebirê Karûbarên Nivîsan ê Kovara Îran-î Ferdayê û ceza wî destpêkiriye. Kovara Îran-î Ferda li Îranê weke kovareke nêzikî reformîstan tê zanîn.
25 Tebax 2020
Daxwaza azadkirina rojnamegeran nehatiye qebûlkirin
34em Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê daxwaza tehliyekirina rojnameger Bariş Pehlivan, Murat Agiret û Hulya Kilinçê qebûl nekiriye. Rojnameger ji ber ku nûçe li ser endamên MITê yê li Libyayê miribû weşandine, hatibûn girtin.
24 Tebax 2020
“Min behsa gendeliyan kir, cezayê girtîgehê dane min”
Rojnameger Bogatekînê ku wê bikeve girtîgehê got: “Bi gotineke din ji ber nûçeyên min beriya niha bi 7 salan nivîsandiye ez ê niha bikevim girtîgehê. Û dozgerê ku îdianame amade kiriye, niha ji ber FETOyê girtî ye. Min behsa gendeliyan kir lê cezayê girtîgehê dane min.”
21 Tebax 2020
Hikmet Adal
RAPORA BARIŞ YARKADAŞÎ
Di meha Tîrmehê de rojê 2 rojnameger hatine dadgehkirin
Bariş Yarkadaşî daneyên meha Tîrmehê yên “Rapora Binpêkirinên Mafan Li Medyayê” aşkere kirine. Yarkadaşî gotiye “Rojnameger di vê cejnê de jî dilşikestî bûn. Lewre bi dehan hempîşeyên wan di girtîgehan de ne.”
31 Tîrmeh 2020
EM ROJNAMEGER FERHAT TEPEYÎ BIBÎR TÎNİN
“Her kes ditirsiya, lê Ferhat neditirsiya”
Ferhat Tepe, nûçegîhanê rojnameya Ozgur Gundemê di 28ê Tîrmeha 1993yan de li Bedlîsê hatibû revandin. 4ê Tebaxê li Elazigê termê wî hatibû dîtin. Di 27em salvegera kuştina wî de em Tepeyî bibîr tînin.
28 Tîrmeh 2020
Tanrikulu: Rojnameger êdî nikarin bi rehetî nûçeyan binivîsin
Sezgin Tanrikulu, Parlamenterê CHPyî ji bo 24ê Tîrmehê Cejna Çapemeniyê daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ji 2002an, roja Partiya Dad û Geşepêdan (AKP) bûye desthilatdar heta dawiya sala 2019an li Tirkiyeyê heri hindik 721 rojnameger hatine girtin.
23 Tîrmeh 2020
Dadgehê 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Deniz Yucelî biriye
Bi tohmeta ku “propagandaya rêxistinê kiriye” dadgehê 2 sal 9 meh û 22 roj cezayê girtîgehê li Deniz Yucel, nûnerê berê yê Die Weltê yê Tirkiyeyê biriye. Dadgeha Destûrî par gotibû ku bi girtina wî re mafê wî yê azadiya xweîfadekirinê û çapemeniyê hatine binpêkirin.
16 Tîrmeh 2020
CPJ: Asayişa Herêma Kurdistanê rojnamevan Qaraman Şukrî girtîye
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ya navenda wê li New Yorkê ye, di malpera xwe ya fermî de weşandiye ku hêzên Asayişa Herêma Kurdistanê, rojnamevanê Fotografan Qaraman Şukrî li Şêladizê girtîye.
9 Tîrmeh 2020
Rojnameger Ferhat Çelik, Bariş Tekoglû û Aydin Keser tehliye bûn
Rojnameger Barış Terkoglû, Ferhat Çelîk û Aydin Keser bi şertê kontrola edlî serbest man. Bariş Pehlivan, Hulya Kilinç, Mûrat Agirel û Eren Ekîncî jî nehatine berdan û danişîna wan taloq kir.
25 Hezîran 2020
“Heta ew girtî bin, wê yek ji me jî ne azad be”
Beriya dadgehkirina rojnameger Barış Pehlivan, Bariş Terkoglu, Hulya Kilinç, Ferhat Çelik, Aydin Keser, Mûrat Agirel û Erk Acarerî rojnameger, siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl li ber Edliyeya Stenbolê çalakiyek li dar xistin.
24 Hezîran 2020
Hikmet Adal
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Dadgeh wê careke din lêkolînê li ser dosyeya Denîz Yucelî bike
Çavlirê bû ku îro di dadgehkirina rojnameger Denîz Yucelî de biryar derketa lê dadgehê biryar da ku careke din lêkolînê li ser dosyayê bike. Dadgehkirin wê di 16ê Tîrmehê de berdewam bike.
24 Hezîran 2020
“Rojnameger Nedîm Turfent ev hezar û 500 roj in ku girtî ye”
44 rêxistinên azadiya xweîfadekirinê û rojnamegeriyê ji ber ku hezar û 500 roj in di ser girtina rojnameger Nedîm Turfentî de derbas bûye, kampanyayek dane destpêkirine û ji bo Turfentî bang li hikûmeta AKPyê kirine.
16 Hezîran 2020
Rojnameger Muyesser Yildiz hatiye girtin
Rojnameger Muyesser Yildiza ku bi îdaya “Sîxuriya leşkeri û sîyasî" hatibû desteserkirin, hatiye girtin. Rojnameger Îsmaîl Dukel bi şertê kontrola edlî serbest berdane.
12 Hezîran 2020
Di nava 4 rojan de 19 rojnameger wê werin dadgehkirin
Piştî nexweşiya covid-19ê wê di navbera 22 û 26ê Hezîranê de herî hindik 19 rojnameger werin dadgehkirin.
11 Hezîran 2020
Erol Önderoğlu
Dadgeha Bilind, piştî 6 salan cezayê rojnameger Ozgur Bogatekînî pesend kiriye
8em Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind sal û 15 roj cezayê girtîgehê yê Ozgur Bogatekîn, Midûrê Nûçeyan ê Rojnameya Gerger Firatê pesend kiriye.
5 Hezîran 2020
Hikmet Adal
Înîsiyatîfa Te Hay Jê Heye: Me ev dek û dolab berê jî dîtibûn
Înîsiyatîfa Te Hay Jê Heye derbarê rojnamegerên ku ji ber nûçeyên derbarê mirina endamê MITê de hatibûn girtin kapmanyayek daye destpêkirin û gotiye: "Girtin bi xwe bûye ceza."
27 Gulan 2020
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Dadgehê îdianameya derbarê nûçeyên mirina karmendê MITê de qebûl kiriye
Di îdianameyê de hatiye xwestin, ku rojnameger li gor Xala 27em a Qanûna Teşkîlata Sixuriyê ya Neteweyî û Xala 329/1em a TCKyê werin ceza kirin.
8 Gulan 2020
Lêpirsînname ji bo nivîskar Ragip Zarakolûyî hatiye amadekirin
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji ber nivîsa wî ya bi navê “Hûn nikarin ji ber qedera serobino baz bidin” lêpirsînname ji bo rojnameger û nivîskar Ragip Zarakoluyî amade kiriye.
8 Gulan 2020
Rojnameger Hakan Aygun tehliye bûye
3yem Dadgeha Cezayan a Asliyeyê ya Bodrûmê biryara tehliyeyê ji bo rojnameger Hakan Aygunî daye.
6 Gulan 2020
Daxwaza tehliyekirina 6 rojnamegeran nehatiye qebûlkirin
Parêzerên rojnameger Ferhat Çelik, Aydin Keser, Bariş Pehlivan, Bariş Terkoglu, Hulya Kilinç û Mûrat Agirelî piştî guhertina qanûna înfazkirinê ji bo tehliyeya rojnamegeran serî li dozgeriyê danê. Lê ev daxwazên wan nehatine qebûlkirin.
16 Nîsan 2020
Ji ber nûçeyên Qetliyama Enqereyê doz li 2 rojnamegeran hatiye vekirin
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ji ber nûçeyên wan yên ji derbarê Qetlîyama Enqereyê de doz Alîcan Uludag û Olcay Buyuktaş Akçayê vekiriye.
16 Nîsan 2020
Pêşnûmeqanûna Înfazê li Parlamentoyê hatiye qebûlkirin
Pêşnûmeqanûna înfazê bi 279 dengên “erê” li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye qebûlkirin. Tenê 51 dengên “na” hatine bikaranîn. Komên AKP û MHPyê bi hev re pêşnûme amade kiribûn.
14 Nîsan 2020
1
...
4
5
6
7
8
...
11
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver