TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
rojnamegerên girtî
Rûpela 4
RAPORA AZADIYA ÇAPEMENIYÊ YA CHPYÊ
50 rojnameger hatine dadgehkirin
Li gorî raporê di meha Çiriya Pêşiyê de herî hindik 50 rojnameger hatine dadgehkirin. 3 rojnameger bi 3 sal û 9 meh û 12 roj cezayê girtîgehê ceza kirine. 16 hezar û 600 TL cezayê pereyan li rojnamegerekî birîne.
9 Mijdar 2021
Rojnameger Rûşen Takva û Roza Metînayê beraet kirine
Rojnameger Rûşen Takva û Edîtora JinNewsê û Endama Pena Kurd Roza Metîna ku di du dozên cida de dihatin dadgehkirin, beraet kirine.
12 Cotmeh 2021
"BEDELA NÛÇEYAN"
Di Îlonê de 27 sal û 3 meh cezayê girtîgehê li 6 rojnamegeran birîne
Li gorî rapora ‘Bedela Nûçeyan’ a Komeleya Rojnamegeran di meha Îlonê de doz li 4 rojnamegeran vebûye û lêpirsînname ji bo 6 rojnamegeran amade kirine.
1 Cotmeh 2021
Heyeta dadgehê ji ber 2 fotografan giliyê Abdurrahman Gokî kiriye
Heyeta Dadgehê ji bo 2 fotogarafên ku di dosyeya wî de nînin, biryar daye giliyê rojnameger Abdurrahman Gokî bike. Her weha ew dosye xwestiye ku Gokî di wê dosyeyê de beraet kiriye.
1 Cotmeh 2021
Lêpirsîna “helîkopterê” li rojnameger Ferhat Çelîkî vekirine
Ji ber ku nûçeya girtina nûçegîhanên Ajansa Mezopotamya û Jinnewsê weşandiye dozgeriyê lêpirsînname derbarê Ferhat Çelîk, Midûrê Karûbarên Nivîsan ê Ajansa Mezopotamya amade kiriye.
24 Îlon 2021
Nedim Turfent bûye endamê rûmetê yê PENa Melboûrneyê
Komeleya Nivîskaran ya PENa Melboûrneya Awustûralyayê rojnameger Nedim Turfent kiriye endamê xwe yê rûmetê. 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê li Turfentî hatibû birîn.
23 Îlon 2021
KOMELEYA ROJNAMEGERAN A DÎCLE Û FIRATÊ
Êrîş li 8 rojnamegeran bûye, 211 nûçe asteng kirine
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê di rapora xwe ya meha Tebaxê de diyar kiriye ku polîsan 5 rojnameger desteser kirine, lêpirsîna 8 rojnamegeran hatiye kirin, êrîş li 8 rojnamegeran bûye û 6 malperên înternetê asteng bûne.
3 Îlon 2021
Lêpirsînnameyek ji bo rojnameger Ahmet Kanbalî amade kirine
Ji ber nûçeyeke wî lêpirsînname ji bo Ahmet Kanbal, nûçegîhanê Ajansa Mezopotamyayê amade kirine.
26 Tebax 2021
Bêrîtan Canozer, nêçegîhana JinNewsê careke din desteser kirine
Bêrîtan Canozer, nûçegîhana JinNewsê li Amedê careke din desteser kirine. Herî dawî di 5ê Nîsanê de polîsan bi ser mala wê de girtibûn û ew desteser kiribûn.
13 Tebax 2021
Li Tirkiyeyê “Bêhn li rojnamegeran çikandine"
Li gorî rapora Expression Interruptedê di mehên Gulan û Hezîranê de 109 rojnameger hatine dadgehkirinû 9 sal û 8 meh cezayê girtîgehê li 4 rojnamegeran birîne. Tundkariya polîsan a li diji rojnamegeran û astengî her diçe zêdetir dibe ku êrîşî herî hindik 5 rojnamegeran kirine.
27 Tîrmeh 2021
Rojnameger Sînan Aygul piştî bi rojekê ji girtîgehê derketiye
Ji ber ku nûçeya îstîsmara zayendî ya li zarokeke keç bûye weşandibû, dadgehekê 5 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Sînan Aygulî birîbû. Aygul duh ketibû girtîgehê. Îro jî bi şertê kontrola edlî tehliye bûye.
1 Tîrmeh 2021
DOZA OZGUR GUNDEMÊ
Dozgerî xwestiye dadgeh ceza li rojnamegeran bibire
Di doza Rojnameya Ozgur Gundemê de dozgerî bi îdiaya ku li ber karê desteserkirinê yê polîsan bûne asteng, xwestiye 22 rojnameger werin cezakirin.
1 Tîrmeh 2021
Kesê tacîz kiriye serbest e, lê rojnameger xistine girtîgehê
Rojnameger Sînan Aygul ji ber ku îstismara li zarokekê hatiye kirin, kiribû nûçe û ew weşandibû, dadgehê 5 meh cezayê girtîgehê lê birîbû. Aygul ji bo vî cezayî, ketiye girtîgehê.
1 Tîrmeh 2021
Dadgehekê 2 sal cezayê girtîgehê li rojnameger Hakki Boltanî biriye
Bi îdiaya ku “heqaret li Erdogan û Davûtoglûyî kiriye” 12. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê 2 sal û 17 meh cezayê girtîgehê li rojnameger Hakki Boltanî biriye.
29 Hezîran 2021
MÎDÛRIYETA EMNIYETÊ YA STENBOLÊ
“Li Emniyetê me pê derxist ku rojnameger e”
Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê li ser girtina Bulent Kiliç, nûçegîhanê fotoyên nûçeyan yê Agence France Press (AFP) yê daxuyaniyek weşandiye. Kiliç dema Meşa Rûmetê dişopand, polîsan tundî lê kiribûn û ew desteser kiribûn.
28 Hezîran 2021
Polîsên tundkarî li rojnameger Beyza Kûralê kiribûn, hatine dadgehkirin
Di danişîna yekem a dadgehkirina polîsên tundkarî li rojnameger Beyza Kûralê kirine, gotinên polîsan hev negirtiye.
23 Hezîran 2021
DOZA ROJNAMEYA OZGUR GUNDEMÊ
Dadgehkirina rojnameger Aykol û Çapanê wê 3yê Çiriya Paşiyê dewam bike
Heyeta dadgehê biryar girtiye ku li bendî zeftkirina Hasan Başak û Kemal Yakûtî bisekinin û dadgehkirin di 3yê Çiriya Paşiyê de dewam bike.
22 Hezîran 2021
RSF: Tirkiye ji bo rojnamegeran bêdeng bike qanûna terorê bikar tîne
Rojnamegerên Sînornenas li Tirkiyeyê lêkolîna dadgehkirinên 12 rojnamegeran kiriye û gotiye ku “rojnamegerên ji bo berjewendiyên civakê lêkolînan dikin bi dozên terorê tên tacîzkirin.”
16 Hezîran 2021
Dadgehekê, ji ber "Operasyona Efrînê" cezayê girtîgehê li rojnamegerekî biriye
10em Dadgeha Cezayê Giran a Bûrsayê ji ber nûçeyeke wî ya derbarê “Operasyona Efrînê” de sal û 10 meh û 15 roj cezayê girtîgehê li rojnameger Ozan Kaplanoglûyî biriye.
11 Hezîran 2021
Dadgeha Îstînafê biryara beraetê ji bo rojnameger Temîzkanê daye
Dadgeha Îstînafê, biryara dadgeha herêmî ya derbarê rojnameger Sabîha Temîzkanê de qebûl nekiriye. Temîzkanê ji ber ku di tweeteke xwe de gotibû, “Kampa Mexmûrê ketiye destê DAIŞê…” dadgeheke herêmî sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê birî bû.
9 Hezîran 2021
Hikmet Adal
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Melîke Aydin, nûçegîhana JinNewsê beraet kiriye
Şahidên veşarî di danişînê de gotine ku ew Aydinê nas nakin. Dozgerî ji ber kêmbûna delîlan xwestiye ku beraet bibe.
9 Hezîran 2021
Rojnameger Abdûrrahman Gok hatiye dadgehkirin
Parêzer Mehmet Emîn Aktarî gotiye, rojnameger Abdûrrahman Gokî ji ber fotografên dema kuştina Kemal Kûrkûtî kişandine ew tê dadgehkirin.
3 Hezîran 2021
Di çar mehên vê salê de 213 rojnameger hatine dadgehkirin
Li gorî rapora Rojeva Azadiya Xweîfadekirinê û ya Çapemeniyê ya Expression Interruptedê di çar mehên destpêkê yên sala 2021an de 213 rojnamger hatine dadgehkirin. 57 sal û 10 meh cezayê girtîgehê dane 20 rojnamegeran. Lêpirsînnameyên nû ji bo herî hindik 14 rojnamegeran amade kirine.
27 Gulan 2021
DMMEyê di doza RedHackê de ceza daye Tirkiyeyê
DMMEyê gotiye ku “azadiya xweîfadekirinê û ya çapemeniyê” ya rojnameger Mahir Kanaat û Tunca Ogretenî hatiye binpêkirin. Maîlên Berat Albayrakî hatibûn hackkirin û Ogreten û Kanaatî naveroka wan maîlan kiribû nûçe. Ji ber vê jî hatibûn girtin.
18 Gulan 2021
Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê cezayê rojnamegeran pesend kiriye
Dadgeha Bilind a Herêma Kurdistanê cezayê rojnameger û çalakvanên Behdînanê pesend kiriye. Komîteya Parastina Rojnamegeran bang li Hikûmeta Herêmê kiriye ku rojnamegeran serbest berde.
7 Gulan 2021
DFG: Ne pêkan e em behsa azadiya çapemeniyê bikin
Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê di daxuyaniya xwe de gotiye ku di meha Nîsanê de polîsan 9 rojnameger desteser kiriye û 60 rojnameger hatine dadgehkirin.
5 Gulan 2021
bianet'i sosyal medyada takip edin,
önce siz öğrenin.
facebook
twitter
youtube
instagram
bianet bültene abone olun
Rêveberiya girtîgehê nameya jê re şandine nedaye rojnameger Turfentî
Rêveberiya girtîgehê nameya ku Asli Ece Koçak, Koordînatora Projeyan a MLSAyê ji rojnameger Nedîm Turfentî re şandiye, nedaye wî.
15 Nîsan 2021
Li gorî dozgerî Evrensel û bianet “qaşo saziyên medyayê ne”
Dozgeriyê bi sedema ku derbarê qedexeya derketina derve ya li Cizîrê de daxuyanî daye, doz li rojnameger Cîhan Olmezî vekiriye. Dozgerî rojnameya Evrensel û bianet weke “piştevana rêxistinê” û “qaşo dezgeha medyayê” bi nav kirine.
13 Nîsan 2021
DMME: Mafê azadiya xweîfadekirinê yê Ahmet Altanî binpê bûne
DMMEyê ji bo Ahmet Altan û Mûrat Aksoy, rojnamegerên girtî biryara xwe aşkere kiriye û gotiye ku mafê wan ê azadiya xweîfadekirinê binpê bûne. Tirkiye wê 16 hezar Euroyî bide Altanî.
13 Nîsan 2021
Rojnameger Berîtan Canozer serbest bûye
Berîtan Canozer, nûçegîhana Jinnewsê bi şertê kontrola edlî serbest bûye.
8 Nîsan 2021
RAPORA ÛTKÛ ÇAKIROZERÎ
“Di Adarê de 15 sal û 2 meh cezayê girtîgehê dane 6 rojnamegeran”
Çakirozerî gotiye: “Rojnameger ji ber nûçeyên xwe di meha adarê de jî weke bersûcan hatine dedgehkirin.”
5 Nîsan 2021
Polîsan rojnameger Canozer û Nezahat Teke, Dayika Aştiyê desteser kirine
Polîsan li Amedê rojnameger Berîtan Canozer desteser kiriye. Canozör birine Midûriyeta Emniyetê ya Amedê. Her weha polîsan bi ser Komeleya Jinan a Rosayê de girtine û Nezahat Teke, Dayika Aştiyê jî di nav de gelek kes desteser kirine.
5 Nîsan 2021
2
3
4
5
6
...
11
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver