TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MAF
Rûpela 99
Di şahiyan de bi fîşekên hatîn teqandin 35 kes hatine kuştin
Wezareta Karên Navxweyî daxuyandiye ku di şahî, dîlan û rêûrismên şandina leşkerîyê de 35 kees hatine kuştin. 10 ji wan zarok bûne. 600 kes birîndar bûne.
10 Gulan 2019
Li Liceyê li şûna 10 muxtaran kayûm hatine tayînkirin
Li navçeya Liceyê ya Amedê, li şûna 10 muxtaran kayûm hatine tayînkirin ku ev muxtar di hilbijartina herêmî ya 31ê Adarê de hatibûn hilbijartin.
9 Gulan 2019
Hevşaredarê Cizîrê: Şaredariya me bûye qereqola polîsan
Li navçeyên Hezex, Silopya û Cizîrê noqteyên polîsan û amûra X-Ray hatine danîn. Hevşaredarê Cizîrê, Mehmet Zirigî li ser bûyerê bersiva pirsên bianetê da.
8 Gulan 2019
Dadgehekê ji ber nivîseka Hasan Cemalî ceza daye wî
36. Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ji ber nivîseka Hasan Cemalî 3 hezar û 360 TL(Lîreyên Tirkan) ceza daye wî. Cemal nivîskar û rojnamegerekê navdar e. Wî nivîs ji bo malpereka nûçeyan nivîsîbû.
8 Gulan 2019
Tansu Pişkin
Eren Keskîn hêjayî xelata Martin Ennalsî hatiye dîtin
Parêzer Eren Keskîn hêjayî xelata Martîn Ennalsî hatiye dîtin. Xelat wê li Enqereyê û bi beşdariya Christopoulos, Serokê Giştî yê FIDHyê bê pêşkêşkirin.
7 Gulan 2019
Misilmanên antîkapîtalîst serbest bûne
Duhî komek misilmanên antîkapîtalîst xwestibûn sifreya xwe ya fetarê li Meydana Galatasarayê dane. Polîsan endamên wê komê desteser kiribûn îro serbest berdane.
7 Gulan 2019
Ocalanî bi parêzerên xwe re hevdîtinek pêk aniye
Parêzerên Biroya Hiqûqê ya Asrinê aşkere kiriye ku wan hevdîtinek bi Ocalanî re pêk aniye. Derbarê vê hevdîtinê de wê saet di 15.00ê de li Hotela Taxim Hillê civîneke çapemeniyê çê bikin.
6 Gulan 2019
Dadgehekê salek sê meh cezayê girtinê daye 7 karkeran
Li Izmîrê ji ber ku 7 karker endamên sendîkayan bûne ji fabrîqeya TARÎŞê hatine derêxistin. Karkeran û birêvebirên sendîkayan ev bûyer protesto kiriye. Dadgehê ceza daye wan.
6 Gulan 2019
Heft akademîsyen hatine dadkirin
Heft akademîsyen li Dadgeha Cezayên Giran a 33. hatine dadkirin. Dozgeran ji bo sê akademîsyenan biryara xwe ya dawiyê gotine û xwestine ew cezayî bistînin.
3 Gulan 2019
Tansu Pişkin
Li Stenbol, Amed û Gebzeyê 19 xizmên girtiyan hatine desteserkirin
Polîsan 19 kes desteser kirine ku dixwestin balê bikişînin ser rewşa girtiyên rojiya mirinê girtine. Her weha vîdeo û fotografên wan nûçegihanan jê biriye ku nûçe dişopandin.
2 Gulan 2019
Li Bûrsayê 16 bikarhênerên medyaya civakî hatine desteserkirin
Li Bûrsayê 16 kes ji ber parvekirinên wan ên li ser medyaya civakî hatine desteserkirin.
2 Gulan 2019
ÇHD: Li Stenbolê 119 kes hatine desteserkirin
ÇHDya Stenbolê aşkere kiriye ku li Stenbolê 119 kesên xwestine li Qada Taksîmê 1ê Gulanê pîroz bikin, hatine desteserkirin. 16 ji wan serbest mane. Li gorî nûçeya DHAyê jî 127 kes hatine desteserkirin.
1 Gulan 2019
Li Cîhangîra Stenbolê 4 xwendekar hatin desteserkirin
Endamên koma bi navê Öğrenci Faaliyeti, xwestin biçin Qada Taksîmê lê polîsan midaxele li wan kir. Çar xwendekar hatin desteserkirin.
1 Gulan 2019
Li Bakirkoya Stenbolê Mitînga 1ê Gulanê bi dawî hat
Li Bakirkoyê kom, rêxistin û partiyên siyasî û yên pîşeyî ji bo 1ê Gulanê kom bûn û ber bi qada ku wê pîrozbahî lê çêbibe meşiyan.
1 Gulan 2019
Evrim Kepenek,Hikmet Adal
Rêya Qada Taksîmê li ber karkeran hatiye girtin
Ji ber 1ê Gulanê, Cejna Karkeran rêyên ku ber bi Qada Taksîmê ve diçin ji çûnûhatina wesayitan re hatiye girtin. Her weha Kolana Îstîklalê jî li ber mirovan jî hatiye girtin.
1 Gulan 2019
Pınar Tarcan
Polîsan li Şîşliyê û Beşîktaşê komek xwenîşander desteser kiriye
Polîsan li Şîşliyê û Beşîktaşê endamên rêxistinên siyasî û yên pîşeyî yên ku xwestine biçin Qada Taksîmê û li vir 1ê Gulanê pîroz bikin, desteser kiriye.
1 Gulan 2019
Tansu Pişkin
Walîtîya Wanê hemî çalakî qedexe kiribûn, tenê ji bo 1ê Gulanê destûr daye
Walîtîya Wanê li wî bajarî ji bo 10 rojan, hemî çalakî qedexe kiribûn. Mîtînga 1ê Gulanê dê li Parka Mûsa Enterî be.
30 Nîsan 2019
Hikmet Adal
1ê Gulanê li Stenbolê wê li Bakirkoyê bê pîrozkirin
Komîteya Sazkirina Pîrozbahiyên 1ê Gulanê, ji ber ku Walîtiya Stenbolê destûr nedaye pîrozbahî li Taksîmê çêbibe, diyar kiriye ku ew ê li qada bazarê ya li Bakirkoyê bernameya xwe pêk bînin.
26 Nîsan 2019
Mafê bianetê yê “azadiya çapemeniyê” hatiye binpêkirin
bianetê(Tevna Ragihandina Serbixwe) 2011ê di nûçeyeka xwe de diyar kiribû ku wezîrê Wezîreta Perwerdeya Neteweyî di lêkolînên zanistî de dizî kiriye. Nûçeya bianetê hatibû astengkirin.
26 Nîsan 2019
50 Xelatgirên Nobelê xwestine tecrîd bi dawî bibe
Kesên ku Xelatên Nobelê wergirtine bal kişandine ser grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Abdullah Ocalanî, bang li hikûmetê û civaka navnetewî kirine û xwestine tecrîd bi dawî bibe.
25 Nîsan 2019
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Rêxistina Efûyê: Li Erebistana Siûdiyê 37 kes hatine darvekirin
Lynn Maalouf, Dîrektorê Lêkolînên Rojhilata Navîn ê Rêxistina Efûyê aşkere kiriye ku 37 kesên ji kêmara şiayan li Erebistana Siûdiyê hatine darvekirin. Maaloufî diyar kiriye ku bi van cezayan dixwazin mixalefeta ji nava kêmarên şîayan derdikevin tune bikin.
24 Nîsan 2019
Qurbanîyên qirkirina ermeniyan dê bihatiyan yadkirin, polîs bûne asteng
Ji bo qurbanîyên Qirkirina Ermeniyan li Sûltanahmetê bernameya yadkirinê dê bihata pêkanîn, polîsan nehiştin.
24 Nîsan 2019
Pınar Tarcan
Bernameya 24ê Nîsanê
Sala 1915ê xelkê ermenî hatibûn kirkirin. Ji bo 104. salvegera bûyerê, li Stenbolê du bername dê bêne pêkanîn.
24 Nîsan 2019
Kesê ku kulm li Kiliçdaroglûyî daye hatiye berdan
9 kesên ku ji ber êrîşa li ser Kiliçdaroglû, Serokê CHPyê hatibûn girtin hatine berdan. Herî dawî O. S. yê ku kulm l iser ruyê Kiliçdaroglûyî dabû, hatiye berdan. Kiliçdaroglû li Çûbûka Enqereyê rastî êrîşê hatibû.
24 Nîsan 2019
YSK: Welatiyên bi KHKyê ji karê xwe hatîn avêtin dikarin dengê xwe bidin
Partiya Edalet û Pêşketinê(AKP) ji Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) xwestibû ku kesên bi Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan De(KHK) ji karê xwe hatîn avêtin nekarin dengê xwe bidin. YSKyê daxwaza AKPyê red kiriye.
23 Nîsan 2019
Polîsan berpirsekê îstixbaratê desteser kiriye
Polîsan berpirsê Daîreya Îstixbaratê ya Emniyetê, Sabri Uzun desteser kiriye. Uzun bi sûcê “heqareta li serokkomarî, propagandaya ji bo rêxistina terorî û alîkariya rêxistinê” hatiye desteserkirin.
23 Nîsan 2019
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
8 kesên ku êrîşî Kiliçdaroglûyî kirine hatine berdan, lêpirsîna yekî berdewam dike
Ji 9 kesên ku di êrîşa li ser Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê de cih girtine jêpirsîna yekî berdewam dike. 8 kesên mayî hatine berdan.
23 Nîsan 2019
Lêpirsîna kesê ku kulm li Kiliçdaroglûyî daye, berdewam dike
Kesekî ku li Çûbûka Enqereyê bi êrîşa li ser Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê tê tohmetkirin, hatiye desteserkirin. Neh kes bi heman tohmetê hatibûn desteserkirin. Jêpirsîna gumanbaran berdewam dike.
22 Nîsan 2019
Polîsan mudaxele li endamên komisyona greva birçîbûnê kiriye
Polîsan bi guleyên plastîk û gazê midaxele li parêzer û mafparêzan kiriye ku xwestine derbarê greva birçîbûnê de daxuyaniyê bidin.
22 Nîsan 2019
Ji ber êrîşa li ser Kiliçdaroglûyî 6 kes hatine desteserkirin
Ji ber êrîşa li ser Kemal Kiliçdaroglû, Serokê Giştî yê CHPyê şeş kes hatine desteserkirin. Polîs îfadeyên wan wirdigirin. Omer Kiliç, berdevkê AKPyê diyar kiriye ku kesê kulm li Kiliçdaroglûyî xistiye, endamê AKPyê ye.
22 Nîsan 2019
Hêzên ewlehiyê piştî hişyarîya “bisekine” 20 kes kuştine
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) rapora salane ya binpêkirina mafên mirovan eşkere kiriye.
19 Nîsan 2019
Lyra McKeeya rojnameger li Îrlandayê hatiye kuştin
Li Bakurê Îrlandayê, rojnamegereka bi navê Lyra McKee dema ku ji bo çêkirina nûçeyan çûyî xwenîşandanekê hatiye kuştin.
19 Nîsan 2019
1
...
97
98
99
100
101
...
108
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver