TÜRKÇE
ENGLISH
Nûçe
Nivîskar
Galerî
Pirtûkxane
Kategorî
TÜRKÇE
ENGLISH
bianet
biamag
türkçe
english
BEŞ
Nûçe
Nivîskar
Proje
Pirtûkxane
Galerî
Di Malperê de Bigere
KATEGORÎ
MEDYA CIVAKÎ
Facebook
Twitter
Youtube
Instagram
RSS
E-bulten
SAZÛMAN
Derbarê me de
Peywendî
Polîtîkaya KVKKyê
Peymana Nepenîtiyê
MAF
Rûpela 144
Polêsan êrişî çalakiyên Egitim Senê kirin: Bi dehan kes hatin binçavkirin
Egitim Senê li dijî jikarderxistina bi hezaran endamên xwe îro li gelek cihan çalakiyên şermezarkirinê lidarxisin. Di encama êrişên polêsan de li Amedê 70, li Mûşê jî 4 endamên Egitim Senê hatin binçavkirin.
9 Îlon 2016
Du xebatkarên Azadiya Welat hatine girtin
Du xebatkarên Azadiya Welat ên bi navê Şîrîn Çoban û Îlker Îlkan hatine girtin
9 Îlon 2016
MEB: 11 hezar û 285 karmend ji wezîfeyê hatin dûrxistin
Wezareta Perwerdehiyê (MEB) di parbekirina li sert hesabê xwe yê twitterê de got: “11 hezar û 285 karmend ku têkiliya wan bi rêxistina terorî re henei ji wezîfeyê hatin dûrxistin.”
8 Îlon 2016
Daxuyanîya Çavûşoglûyî ya li ser operasyonên Reqqa û Mûsilê
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglûyî ji bo operasyonên Reqqa û Mûsilê got: ‘’ Ne mûmkin e ku bêyî operasyoneka bejayî ji hewayê ve DAIŞ bê tinekirin, heta ku ne mûmkin e bê sekinandin.’’
8 Îlon 2016
Li zindanan jî greva birçîbûnê dest pê dike
Gireva birçîbûnê ya bêdem û bêdor ku ji hêla 50 siyasetmedarên kurd ve li Amedê bi aramanca hevdîtina bi Ocalan re dest pê kiribû, didome. Ji hefteya bê şûnde wê li zindanan girtiyên PKKê û PJAKê jî dest bi gireva birçîbûnê bikin.
8 Îlon 2016
Li Antalyayê derbarê 25 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayîn
Li Antalyayê derbarê 25 parêzeran de biryara binçavkirinê hat dayîn û di nav wan parêzeran de Alîkarê Serokê Giştî yê ÇHDê Munip Ermiş, endamê berê yê ÇHDê Hakan Evcin û Endamê Lijneya Rêveberiya Baroya Antalyayê Lider Tanrikulu jî hene.
8 Îlon 2016
Hunermendên di grevê de, behsa greva birçîbûnê kirin
Du hûnermendên ku ji bo hevdîtin digel rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê(PKK) Abdullah Ocalanî re bên kirin di greva birçîbunê de ne ji bianetê re axivîn. Herdu hunermendên Berfîn Emektar û Nazim Hîkmet Çalişkan behsa sebebên ew ketine di grevê de, tiştên wan li wê derê dîtine û bandora kêşeyên kurdan a li ser hûnerê kir.
7 Îlon 2016
Helin Yıldırım
DAIŞÊ li tanga TSKyê da, sê leşker mirine
DAIŞê li başûrê Çobanbeyê bi rokêtan êrîşî tangên TSKyê(Hêzên Çekdar ên Tirkan) kirin, sê leşker hatine kuştin çar jî birîndar bûne.
7 Îlon 2016
DMME: Polîs û leşkeran welatî bêdad înfaz kirine
DMMEyê biryar daye ku leşker û polîsan di du operasyonan de, sê welatî bêdad înfaz kirine. Tirkiye dê ji ber ‘’binpêkirina mafê jiyanê’’ tezmînatê bide.
6 Îlon 2016
Ayça Söylemez
Pûtîn: Em li bendê bûn ku Tirkiye operasyonekê li Sûriyeyê bike
Serokê Rûsyayê, Pûtînî gotiye: ‘’ Ji ber bûyerên li Sûriyeyê me pirsgirêkên li Tirkiyeyê didîtin. Ji bo ku mirov vê yekê fêm bike ne hewce ye ku analîst be.’’
6 Îlon 2016
Li Çelê du leşker hatine kuştin
Li navçeya Çelê ya Colemêrgê çar roj in ku di navbera PKKyîyan û leşkeran de şer heye. Serê sibeyê di şerî de du leşker hatine kuştin.
5 Îlon 2016
Jin wê roja şemiyê ji bo aştiyê bicivin
Lijneya Jinên Aştîxwaz ji bo aştî û çareseriya demokratîk wê di 3ê Îlonê roja şemiyê (sibê) saet 17:00an de li Kadikoyê li ber Operaya Sureyyayê bicivin.
2 Îlon 2016
Di 2 hefteyên dawî de li Colemêrgê çi bûye?
Li Colemêrgê ji 20ê Tebaxê vir ve her roj operasyon û êriş tên kirin. Herî dawî duh operasyoneke mezin destpêkir û îro di encama şerên qewimî de leşkerek hat kuştin û 6 leşker jî birîndar bûn.
2 Îlon 2016
Komeleya Jinên Nivîskar: Bila nivîskarên girtî serbest bên berdan
Komeleya Jinên Nivîskar ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê daxuyanîyek da û di serî de ji bo Necmiye Alpay û Asli Erdogan xwestin ku hemû nivîskarên girtî serbest bên berdan.
2 Îlon 2016
Li Wanê PKKyiyan leşkerek û cerdevanek kuştine
Li Çiyayê Tendûrekê yê navçeya Bazîdaxayê ya Wanê, di operayoneka li dijî PKKyîyan de şer derketiye, di şerî de PKKyîyan leşkerek û cerdevanek kuştine.
1 Îlon 2016
Rûsya: Divê Tirkiye li YPGyê nede ku ew li hemberê DAIŞê têdikoşe
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, Maria Zaharovayê bang li Tirkiyeyê kiriye û gotiye divê Tirkiye êrîşan li YPGyê neke û hevalbendiyê digel Hikûmeta Sûriyeyê bike.
1 Îlon 2016
DYA: YPG li ser soza xwe sekinî, li rojhilatê Feradê ye
Berdevkê Pentagonê, Cookî li ser Operasyona Cerablûsê got: ‘’HSD çûye rojhilatê Ferdê û tiştê ez dizanim YPG jî di nav wan de ye.’’
1 Îlon 2016
Serokwezîrî û serokkomariyê li ser Cerablûsê daxuyanî dan
Li ser îdiaya ku Tirkiye û AAS di operasyona Cerablûsê de bi YPG û MLC re li hev kirine, berdevkê serokkomariyê û serokwezîrî gotin ‘’ti behsa hevpeymanekê nîne.’’
31 Tebax 2016
Walîtîya Dêrsimê 31 cihên Dêrsimê wek ‘’Herêmên Ewlehiya Taybet’’ îlan kir
Walîtîya Dêrsimê ji 1ê Îlonê heta 15ê îlonê 31 cihên Dêrsimê wek ‘’Herêmên Ewlehiya Taybet’’ îlan kir.
31 Tebax 2016
IHD: Di operasyonan de 320 sivîl hatine kuştin ku 75 ji wan zarok in
Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan(IHD) di sala paşiyê de li herêmên derketina derve lê hatine qedexekirin, 320 kes hatine kuştin ku 75 ji wan zarok in.
31 Tebax 2016
LE BİGERE
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
Girtiya nexweş li benda bersiva daxwaza xwe ya tehliyekirinê ye
Jiyan Ozturk mamoste ye û nexweşa epilepsiyê ye û bi wî halê xwe yê nexweş 5 meh in girtî ye. Parêzer Turgut ragihand ku Jiyan Ozturk têra xwe nake û ji ber vê yekê nikare bi tena serê xwe di girtîgehê de bimîne û wan daxwaz kiriye ku ew were tehlîyekirin.
30 Tebax 2016
Helin Yıldırım
TSK: Me li 21 cihên Cerablûsê da, hevpeymaniyê li DAIŞê da
TSKyê bi daxuyaniyekê dîyar kir ku wê digel AASyê li Cerablûsê li 21 cihan daye, hêzên hevpeymanê jî li DAIŞê daye.
30 Tebax 2016
Hejmara ew kesên di êrîşa li Dîlokê de mirîn bû 56
Li Dîlokê êrîşek li ser dawetê hatibû kirin, yek ji birîndaran jî zarokek 6 salî bû, îro bi mirina wî hejmara miriyan bû.
30 Tebax 2016
Mitîngên Aştiyê ya 1ê Îlonê li Antalya û Êlihê hatin qedexekirin
Mitîgên Aştiyê ya 1ê Îlonê ku Hêzên Ked û Deokrasiyê dixwestin lidar bixin, li Êlih û Antalyayê hatin qedexekirin.
29 Tebax 2016
Helin Yıldırım
Ji Almanyayê piştgiriya ji bo Asli Erdogan
Ji Almanyayê ji bo nivîskar û Şêwirmenda Lijneya Weşanê ya Ozgur Gundemê Asli Erdogan nameya pitgiriyê hat şandin.
29 Tebax 2016
Di şerê li Şemzînanê de, 2 leşker mirine
Li navçeya Şemzînanê di şerekê de du serbazên pispor mirine.
29 Tebax 2016
bianetê li ser medya civakî bişopîne,
berê hûn agahdar bibin
facebook
twitter
youtube
instagram
Bibin aboneyê bultena bîanetê
AFP, ANF, ANHA: Balafirên TSKê bi ser welatiyên sivîl de bombe reşandin
AFP, ANF û ANHA ragihandin ku balafirên şer ên TSKê bi ser li Cerablusê bi ser gundên ku welatiyên sivîl lê dijîn de bombe barandin û di encamê de herî kêm 20 sivîlan canê xwe ji dest dane.
29 Tebax 2016
HPG: Armanc ne Kiliçdaroglû bû
HPGyê li ser êrîşa li konvoya Kiliçdaroglûyî bi daxuyaniyekê dîyar kir ku armanc ne Kiliçdaroglû bû, armanc Cendirme bûn.
26 Tebax 2016
Di 4ê Îlonê de wê li Bakirkoyê mitînga Aştiyê were lidarxistin
Hêzên Ked û Demokrasiyê wê ji bo 1ê îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê di 4ê Îlonê roja Yekşemê li Qada Bakirkoyê miting lidar bixe.
26 Tebax 2016
Helin Yıldırım
Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê: Em li dijî DAIŞê şerî dikin
Fermandariya Giştî ya Meclîsa Leşkerî ya Cerablûsê li ser dagirkirina Cerablûsê û bicihkirina hin hêzên bi El Qaîdeyê re têkildar da zanîn ku ew dê li dijî vê yekê bin.
26 Tebax 2016
Malbatên ji Robozikê dê li DMMEyê daxwaza edaletê bikin
Ew kesên li Robozikê xizm û mirovên wan mirine li ser gorên miriyan ew bibîr anîn û malbatan diyar kir ku ew ê li DMMEyê daxwaza edaletê bikin.
26 Tebax 2016
Ji bo Asli Erdogan Kampanyaya Hevgirtinê
Ji nivîskar Asli Erdogan di medyaya civakî de ji hêla gelek kesan ve kampanyaya hevgirtinê tê kirin. Gelek kesên navdar jî bi wêneyên xwe yê ku bi dovîzên “Eger Asli Erdogan girtî be, ti kes serbest nîn e” belav dikin û bi vî awayî piştgiriyê didin kampanyayê.
26 Tebax 2016
1
...
142
143
144
145
146
...
151
GÜNCEL
bianet'ten bildirimler
bianet'in özel bildirimlerine izin vererek önemli gelişmelerden haberdar olabilirsiniz.
Sonra Hatırlat
İzin Ver