Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê ji bo parêzera Îranî kampanyayek daye dest pê kirin
Nesrîn Sutude, parêzereka li Îranê ye û li dijî cezayê îdamê ye. Ji ber ku ew li dijî îdamê ye dadgehên Îranê 12 Adarê, 38 sal cezayê girtinê û lêdana 148 şivan daye wê. Rêxistina Navneteweyî ya Efûyê ji bo parêzera Îranî kampanyayek daye dest pê kirin.