Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Li navçeya Silopyayê ya bajarê Şirnexê wesayiteka zirxkirî li zarikekê 4 salî dabû. Lingê zarokî hatibû jêkirin, parlamenterên HDPyî(Partiya Gelan a Demokratîk) ji wezîrê karên navxweyî pirsî gelo lêpirsîn ji bo bûyerê hatiye amadekirin.
Bixwîne - Polîsê bi wesayita zirxkirî kesek kuştî bêceza ye
Parlamentera Şirnexê Aycan Îrmez û parlamenterê Semsûrê Behçet Yildirimî pirsnameyek amade kiriye û daye serokatiya meclîsê.
Bixwîne - Panzêra polîsan ket nava malê, du zarok mirin
Parlamenteran xwestiye Wezareta Karên Navxweyî bersiva van pirsan bide:
Li gor rapora Komeleya Mafên Mirovan amade kirî; bi tenê di sala 2017ê de wesayitên zirxkirî li 23 kesan daye û ew kuştine. Ji wan kesên hatîn kuştin 8 kes zarok bûne.(AS/MB)
Bixwîne - Polîsê ku li Silopyayê bi wesayita zirxkirî du zarok kuştine tehlîye bû