Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li taxa Karşiyaka ya navçeya Silopiyê ya Şirnexê şeva borî panzera polîsan a bizirx ji ber sedemeke ku nehatiye zanîn li dîwarê xaniyekî xist û ket nava malê.
Panzêr piştî ku dîwar rûxand û heta dîwarê li hember çû û di encamê de bû sedema kuştina Muhammed Yildirim ê 7 salî û birayî wê Furkan Yildirim ê 6 salî.
Cenazeyê her du birayan rakirin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Silopiyê.
Cenazeyê birayan piştî otopsiyê duh spartin axê.
Hat diyarkirin ku panzêra polîsan a bûye sedema qezayê ewlekariya avahî ya Partî ya Tevger a Neteweperest (MHP) a Silopiyê diparast. Derbarê bûyerê de Serdozgeriya Komarî lêpirsîn da destpêkirin.
HDP: Gelo polîs serxweş bû?
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku dixwazin kuştina zarokan normalîze bikin.
HDPê herwiha ji Wezareta Navxweyî û Walîtiya Şirnexê pirsî ku “Weke ku şahidên bûyerê îdia dikin, gelo raste ku polîsên wesayita bi navê akrepê bikar dianîn serxweş bûn an na? Derbarê van polîsan de ti lêkolîn hatiye destpêkirin an na?” (YY/FD)