Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Polîsê ji Hêza Taybet a Polîsan ê bi navê O.O. li Amedê li Hatun Elmahana 76 salî daye. Li Dadgeha Amedê doz li polîsî hatiye vekirin. Dadgehê pêşiyê salek û 8 meh cezayê girtinê da polîsê wesayîtajo paşê ew ceza bi paş de da. Polîsê li Hatun Elmahanê dayî bêceza* ye.
*Li gor lîteratûra Mafên Mirovan bêcezayî ew tişt e ku dema mafên mirovan tên binpêkirin rêyek mûmkin namîne ku fail bê dîtin, dadkirin û lê bê pirsîn.
Komeleya Mafên Mirovan(IHD) bi raporekê eşkere kiribû ku ji 30ê Tebaxa 2016ê heta heta 27ê Çiriya Pêşiyê wesayitên zirxkirî li 23 kesan daye û ew kuştine. Heweha bi fîşekên ji wesayitên zirxkirî hatîn 6 kes hatine kuştin, 34 kes birîndar bûne.
Êrîşa bi bombeya gazê
Di 27ê Nîsana 2016ê de piştî polîsan bi wesayita zirxkirî li Hatun Elmahanê daye nesekiniye. Xelkê li derdora cihê bûyerê nerazîbûna xwe diyar kiriye. Polîsan li ser vê yekê bi bombeyên gazê êrîş kiriye. Hatun Elmahana birîndar li cihê bûyerê miriye.
O.O.yê polîs bêyî ku bê girtin hat dadkirin. Herweha O.O. beşdarî civîna duhî ya dadkirinê jî nebûye. Dadgehê wek ceza biryar da ku belgeya ajotina wesayitan ya O.O.yî dê ji bo sê mehan jê bê standin.(AS/MB)
Nûçe û wêne: Felat Bozarslan/DHA, Mezopotamya Ajansi