Xwenîşandanên Bogaziçiyê: Ji 134 desteserkiriyan 76 ji wan serbest bûne
Walîtiya Stenbolê gotiye ku ji 94 kesên ku li Kadikoyê di dema xwenîşandanên protestoyî yên ji bo Zanîngeha Bogaziçiyê de hatine desteserkirin, 65 ji wan serbest bûne. 11 kesên ku li Beşîktaş û Sariyerê desteser bûbûn jî serbest bûne. 29 kes hîna desteserkirî ne.