DFG: Di sala 2020an de 24 rojnameger hatine girtin
Komeleya Rojnamegeran a Dicle Firatê (DFG) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a 2020an aşkere kiriye. Li gorî raporê di sala 2020an de 79 rojnameger hatine desteserkirin û 24 rojnameger hatine girtin. 150 sal û 15 roj cezayê girtîgehê li 43 rojnamegeran hatiye birîn.