7 xwendekar serbest hatin berdan
7 xwendekarên Zanîngeha Dokuz Eylulê ku ji ber danezana laîkbûnê hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan. Tê zanîn ku endamên Halk Evleriyê (Mala Gel) Hamit Dişkaya û Ayşegul Başar ji ber xwendina wê danezanê hatibûn girtin.