Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
2 zarokên bi navê H.I û M.C.A ku di Girtîgeha Maltepeyê de ne, bi daxwaza dema hewahilanînê were zêdekirin, bila derî û lambe li ber tuwaletên di nav hucreyan de were çêkirin, daxuyandin ku wan gireva birçîbûnê daye destpêkirin.
Parêzerên wan Şukriye Erden di daxuyanî da bianetê û got ku her du zarok ji bo daxwazên wan bi cih were anîn çalakî lidarxistine û bo vê yekê jî gardiyanan dest û piyên wan kelepçe kirine û bi saetan di odaya bi sunger de hiştine.
Erden: “Em ji bo îşkenceyê gilî bikin çûne girtîgehê lê mudirê girtîgehê û dozgerê li wir, bi me re hevdîtin nekirin.. H.I. her roj derbarê îşkenceya li wan tê kirin de gilîname dide rêveberiyê. Lê di rewşa wan de ti tiştek nehate guhertin.”
“Eger dozgerê li girtîgehê gilînameyan ranegihîne dadgehê jî divê dewlet ji ber nûçeyên di medyayê de û pirsnameyên li meclisê hatine dayîn ve demildest ve demildest lêpirsîn bide destpêkirin.”
“Zarokê nexweş, di hucreyê de ye”
Zarokên bi navê H.I ku nexweşê epîlepsiyê ye, avêtine hucreyê.
Parêzer Erden got: “Ew zarokê di hucreya di bin de ye ku tav nabîne, û rojê saetek tenê jî dema hewahildanê têra wî nake.”
“Rojê tenê saetek hewahildan li girtiyên mubetê tê dayîn. Ji bo zarokek bikaranîna heman pêkanînê ji hêla derûnî û fizyolojiyê ve wî aciz dike.”
“Deriyê tuvaleta di hucreyê de nîn e. Pencereya li jor jî li nava girtîgehê dinêre. Gardiyanan dikarin di wir de wî bibînin. Mahremiyet li wan nehiştine.”
"Televizyonê hilanîne, pirtûkên wî jî nadin”
Erden got ku wê hefteya borî bi zarokan re hevdîtin pêk anîye û ev 20 roj in ew di gireva birçîbûnê de ne, ji xeynî şorav û ava bi şekir ti tiştek naxwin.
“Rêveberiya girtîgehê ewil televizyonek dabû H.I.yê. Lê piştre televizyonê ji sitandin. Ji xwe di hucreyê de ew bi tenê ye. Pirtûkên ku nû jê re şandine jî nadin wî.”
“Lêdan û odeya bi sungerê ji diya xwe re vegot”
Dayîka wî zarokê Kader I. jî got ku dema wê herî dawî bi kurê xwe re di telefonê de axiviye, kurê wiha jê re gotiye:
“Îro jî ji ber ku me li deriya daye ku em deng derxînin, li me xistin û me avêtin odaya bi sunger. Ji para ve destên min kelepçe kirin. Min jî sungerên di odeyê de jê kir. Piştî 2.5an min ji wir derxistin. Saet 17:00an de dema ez derketibûn hewahilanînê ketine hucreya min û hemû kinc û berên min belawela kirine.”
“Roja şemiyê (17ê Kanûnê) jî dîsa me li deriyan xistin. Ekîba robokopê hatin û êrişî me kirin. Bi kelepçeya plastîk dest û piyên me girêdan. Bi peniyên xwe li serên me dan. Bi kulman li nava çavên me dan. Bi peniyan li cokên me xistin. Dema êriş dikirin ji me re digotin “me çawa Engîn Ceber kuştibe, em ê we jî bikujin, aqil bin ji xwe re”. Piştî saetek me ji odaya bi sunger derxistin. Dest werimî ne û reş bû ne.”
Dema ji bo muayenê dibin nexweşxaneyê, li wir jî derb dikin
Parêzer Erden got ku dema wî dibin nexweşxaneyê jî wî derp dikin:
“Ji bo aciziya ji çavan wî biribûne nexweşxaneyê. Divê berçevkê wî bihata guherandin. Bêjîşk dema muayenê de ji cendirman dixwaze ku derkevin derve. Lê bêjişk ji ber ku cendirmeyan gotina wî nekirine, muayene jî nekiriye. Cendirmeyan hewl dane ku bêyî muayenekirinê ku H.I. bibin girtîgehê. Wî jî xwestiye ku kelepçeyên wî webikin. Li ser vê yekê cendirmeyan êrişî wî kirine û wî derb kirine. Xwîn ji devê wî hatiye û ew xeriqîye. Cendirmeyan li ser vê yekê careke din wî dibin bijîşkê. Bi vî awayî wî kariye rapora derbkirinê hilde.
“Em naxwazin di hucreyê de bimînin”
Daxwazên her du zarokan wiha ne:
*Bila sarincek bînin hucreyê û derî li ber tuwaletê were çêkirin û lambeyek jî bi cih bikin.
*Pênûsên bi renk û kaxizên ku kesên me ziyaret dikin ji me re anîne, bila bidin me.
*Kovar û pirtûkên me yên ku dest danîne ser, bila bidin me.
*Em her du jî naxwazin di hucreyan de bimînin. Bila cihê me yek be û em di heman demê de derkevin hewahildanê.
*Bila qedexeyên hevdîtinê were rakirin,
*Em dixwazin mafê xwe yê axavtina telefonê her hefte bikarbînin.
Her du zarok van daxwazên xwe ji rêveberiya girtîgehê re ragihandine, lê ji ber ti encam negirtine dest bi gireva birçîbûnê kirine. Gireva zarokan 20 roj in bê navber didome.