Fotograf: amnesty.org.tr
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tevî Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bîanetê 27 rêxistinên sivîl yên neteweyî û navneteweyî, ji ber şewba vîrusa koronayê di girtîgehan da metirsîya tenduristîyê çêdike, banga serbest berdana rojnameger, parastvanên mafê mirovan û kesên ji ber fikra xwe tên sucdar kirin li Tirkîyeyê kirine.
Rêxistinan di daxûyanîyê da dîyar kirîye, ku di dema rêkxistina înfaza cezayê da divê bi teqez mafparêz cih bigrin û gotîye: "Em bang li rayedarên Tirkîyeyê dikin, parastvanên mafê mirovan, rojnameger û kesên din yên ji ber bi tenê mafên xwe bikaranîne, hatine girtin û ceza stendîye bê şert û merc wan serbest berdin. Divê rayedarên Tirkîyeyê serbestberdana hemû girtîyan carekî din têxe rojeva xwe.
Rêxistinên mafparêz di daxuyanîya xwe de metirsîyên xwe ji bo mayîna mafparêzên li girtîgehan anîne ziman û gotîne: “ Divê ev kesana ew kesên ku bihata girtin nebû û niha jî ji serbest berdanê bêpar mane, ev rewş dide xuyakirin dê binpêkirinên mafa zêdetir bibe.
Navên 27 rêxistinên mafparêz weha ne:
ARTICLE 19, Punto24 – Platforma Rojnamegerîyê ya Serbixwe, Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, ARTICOLO 21, Navenda Azadîya Çapemenîyê û Medyayê ya Ewropayê(ECPMF), Yekitîya Rojnamegerên Ewropayê (AEJ), Federasyona Rojnamegerên Ewropayê (EFJ), Yekitîya Weşangerên rojnameyan yên Cîhanê (WAN-IFRA), Hewildana Dijî Sucên Fikrî– Tirkiye (IFoX), Freedom House, Frontline Defenders, Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ), Organîzasyona Medya Ewropayê ya Guneydogûyê (SEEMO),Weqfa Ragihandinê ya IPSyê/bîanet, Osservatorio Balcani e Caucaso Transeuropa (OBCT), PEN Almanya, PEN Danîmarka, PEN Îngîltere, PEN swêd, PEN Kanada, PEN Norveç , Endeksa Sansûrê (Index on Censorship), Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Projeya Piştgirîyê ya Dozên Mafê Mirovan ya Tirkîyeyê(TLSP), Enstîtuya Çapemenîyê ya Navneteweyî(IPI), Piştgirîya Azadîya Derbirînê ya Navneteweyî (IFEX) û Tora Mafên Karîkatorîstan ê Navneteweyî (CRNI).
(HA/AY/FD)