Fotograf: Twitter
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) ji bo serbestiya rojnamegerên girtî kampanyayek navnetewî daye destpêkirin.
Komîteyê xwestiye ku ji ber koronavîrusê ya weke pandemî hatiye îlankirin, bila rojnamegerên girtî werin parastin:
“Komîteya Parastina Rojnamegeran di vê newşa em tê de ya Covid-19ê de bang li hemû dewletan dike ku hemû rojnamegerên li girtîgehan serbest berdin. Em li ser navê zêdetirî 250 rojnamegerên di paş dîwaran de bang li rayedaran dikin ku vam girtiyên polîtîk bê şert û merc û demildest serbest berdin.
“Azadî ji bo rojnamegerên li girtîgehên wan welatan hatine girtin ku bandora vîrusê li wan kiriye bûye mijara man û neman ê. Rojnamegerên girtî nikarin derûdora xwe kontrol bikin, nikarin biryara îzolekirinê bistînin û gelek caran ji dermankirinên hewce bêpar tên hiştin.
“Li seranserê cîhanê rêxistinên azadiya çapemeniyê û mafparêz bang li serokên cîhanê dikin ku hemû rojnamegerên girtî, demildest berdin. Dengê xwe tevlî tengên me bikin û daxwaznameya me îro îmze bikin.”
Ji bo beşdarî kampanyaya îmzeyan bibin bitikînin an jî hûn dikarin li ser medyaya civakî etîketa #FreeThePress-ê binivîsin. (HA/FD)