Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Giştî ya Meclîsê pêşnûmeya sansurê ya medyaya civakî qebûl kiriye. Parlamenterên Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) û Partiya Tevgera Netewperest (MHP) pêşnûme amadekiribûn û di pêşnûmeyê de 9 xal hebûn.
Li civîna Lijneya Giştî gelek caran parlamenter nîqaş kirin. Di yek ji van nîqaşan de Oya Eronat, Parlamentera AKPyê ji parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê li kursiyê, gotiye “Bêexlaq, tu bêşeref î.” Piştî nîqaşan Serokê Parlamentoyê gotiye ew dixwazin Eronatê şermezar bikin. Lê bi dengên parlamenterên AKP û MHPyê ev daxwaz nehatiye qebûlkirin.
Civîna li Parlamentoyê heta destê sibê berdewam kiriye.
Hatiye qebûlkirin
Piştî axavtinan dengdanê dest pê kiriye. Bi dengdanê re “Pêşnûmeqanûna Derbarê Guhertinên di Qanûna Rêkûpêkirina Weşanên li Ser Înternetê û Têkoşîna bi Sûcên bi Rêya Van Weşanan” hatiye qebûlkirin. Paşê jî Parlamento heta 1ê Çiriya Pêşiyê navber daye û ketiye betlaneyê.
9 xalên pêşnûmeqanûnê hebûn
Pêşnûmeqanûn li ser hev ji 9 xalan pêk tê. Bi van guhertinan re heke cezayê pereyan li xwediyê naverok an jî malperê bê birîn û ev kes an jî sazî li derveyî Tirkiyeyê bin, Saziya Teknolojiyên Zanistî û Ragihandinê (BTK) wê rasterast ji wan re ragihîne.
5 rojên piştî vê ragihandinê wê were qebûlkirin ku muxatabê mijarê agahdar bûye ji vî tiştî.
Heke ew şîrketên ku cih didin van malper û kesan li gor berpirsiyariyên xwe tevnegerin, ji bo bi erka xwe re rabin wê rêjeya cezayê pereyan were zêdekirin.
Li şûna girtina hemû malperê, wê bê xwestin ku ew naverokên weke sûc hatine dîtin, bên rakirin.
Heke mafên kesan bên binpêkirin li şûna weşan were qedexekirin, ew naveroka ku binpêkirin pêk aniye wê bê xwestin were rakirin.
Xalên nû
Li gorî vê pêşnûmeqanûnê, ew şîrketên ji derveyî Tirkiyeyê ne û rojane zêdetirî milyonek kes dikevin malperên wan divê herî hindik nûnerekî xwe li Tirkiyeyê bi cih bike. Divê di malperê de nav û nasnavên wî/ê kesî/ê bi awayekî zelal li ser malpera wê şîrketê were nivîsandin.
Ew şîrket wê van zanyariyan bide BTKyê. Heke ev nûner ne şirkete be lê şexsek be divê welatiyê Tirkiyeyê be.
Heke ev şîrket van berpirsiyariyan pêk neyne wê BTK hişyariyê bide. Heke di nava 30 rojan de ev berpirsiyarî pêk neyê wê Serokê BTKyê 10 milyon lîreya cezayê pereyan li wê şîrketê bibire.
Piştî ev ceza lê hate birîn û di nava 30 rojan de dîsa berpirsiyariya xwe pêk neanî, wê 30 milyon lire cezayê din lê were birîn. (HA/FD)