Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nûçegihanê ji Fransayê yê bi navê Mathias Depardon, ji 21ê Gulanê ve di greva birçîbûnê de ye.
Polîsan rojnamegerê Fransî di 8ê Gulanê de li Êlihê desteser kiribû. Depardonî dê li Hesenkeyfa Êlihê ji bo kovara National Geographicê wêne bigirtiyan.
Ji bo Depardonî di 11ê Gulanê de biryara dersînorkirinê hatibû dayin lê ji wê demê ve li Dîlokê li Navenda Dersînorkirinê girtî ye.
Ji ber wêneyên di hesabê Depardonî yê Instagramê de ew bi “propagandaya ji bo rêxistinê” tê sûcdarkirin.
Depardonê 37 salî 5 sal in ku li Tirkiyeyê dixebitî.
21 saziyan azadiya Depardonî xwest
RSF(Rêxistina Rojnamegerên Bêsînor) digel Rêxistina Azadiya Xwe-Îfadekirinê û 21 saziyên medyayê ji bo WEzareda Karên Navxweyî nameyek nivîsî û daxwaza azadiya Mathias Depardonî kir.
Hûn dikarin bi vê dûvelankê nameya bi Zimanê Ingilîzî bibînin.(ÇT/MB)