Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Di çarçoveya Rewşa Awarte de KHK ya nû ya hejmar 688ê di Rojmaneya Fermî ya Tirkiyê de hat weşandin.
Li gorî vê KHKê we 416 kesên ku ji kar hatibûn dûrxistin, karibin vegerin ser karê xwe.
Sazî û hejmar
Sazî û hejmara kesên ku wê karibin vegerin ser karên xwe wiha ye…
90 kes ji xebatkarên Birêveberiya Herêmî yên Wezareta Navxweyî, 83 kes ji Wezareta Tenduristiyê, 76 kes ji Serokatiya Diyanetê, 37 kes ji saziyên perwerdeya bilind, 24 kes ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê, 24 kes ji Serokatiya Saziya Ewlekariya Civakî, 15 kes ji Wezareta Dadê, 9 kes ji Midûriyeta Giştî ya Rêyên Bejayî, 7 kes ji Wezareta Berevaniya Milî, 7 kes ji Hêzên Çekdar ên Tirk, 7 kes ji Wezareta Av û Daristanan, 5 kes ji Midûriyeta Giştî ya Rêyên Hesinî ya Dewletê û 5 kes Bankeya Bajaran, 4 kes ji Fermandariya Giştî ya Cendermeyan, 4 kes ji Midûriyeta Giştî ya Rêyên Hewayî, 3 kes ji Serokatiya Şûraya Dewletê, 3 kes ji Serokatiya Saziya Ragihandin û Teknolojiyên Zanyariyan û 3 kes ji Midûriyeta Giştî ya Kadastro û Tapoyan, 2 kes ji Wezareta Bajarvanî û Jîngehê, 2 kes Saziya Istatîstîk ya Tirkiyê, 2 kes Midûriyeta Giştî ya Şîrketa Pîşesazî ya Motorê û ya Lokomotîfê ya Tirkiyê, 2 kes jî ji Midûriyeta Giştî ya Şîrketa Pîşesaziya Makîneyên Rêyên Hesinî yên Tirkiyê, kesek ji Wezareta Karê Derve, kesek ji Wezareta Navxweyî, kesek ji Midûriyeta Giştî yê Rêveberiya Koçberî ya Wezareta Navxweyî, kesek ji Dîwana Muhasebatê û kesek jî ji Midûriyeta Giştî ya Enformasyon û Weşan û Çapemeniyê.
Li gorî KHK ya ku hatiye weşandin, kesên ku bixwazin vegerin ser karê xwe divê di nava 10 rojan de serî lê bide.
Hûn dikarin lîsteya kesên ku wê karibin vegerin ser karê xwe di vir de bibînin.
(YY/FD)