“Hikûmeta Sûriyeyê nahêle koçberên Efrînî biçin herêmên ewle”

Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan aşkere kir ku hikûmeta Sûriyeyê nahêle sivîlên Efrînê biçin herêmên ku alîkariya xwarin, av û bijîşkî lê heye. Li gorî daxuyaniya Rêxistinê, rewşa sivîlên li Efrînê mane ji ber talaknekî û rûxandinê her diçe xiraptir dibe.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne

Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan (HRW) duh daxuyaniyek derbarê rewşa sivîlên Efrînê de belav kir. Li gorî vê daxuyaniyê, pêşî li çûna sivîlên ji Efrînê reviyane tê girtin ku biçin herêmên karibin xwe bi hêsanî bigihînin alîkariya xwarin, ava paqij û bijîşkî. Rêxistinê di heman daxuyaniyê de diyar kiriye ku, rewşa sivîlên li Efrînê mane ji ber talaknekî û rûxandinê her diçe xiraptir dibe.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, hikûmeta Sûriyeyê pêşiyê li çûna wan sivîlan digire ku ji ber operasyona hêzên Tirkiyeyê serkêşiya wê dikin reviyane û dixwazin biçin herêmên di bin kontrola hikûmeta Sûriyeyê de.

“Divê hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar talankeriyê bi dawî bikin”

Rêxistinê bal kişandiye ser rewşa sivîlên li Efrînê mane û wiha gotiye:

“Rêxistina Çavdêriya li Mafên Mirovan di heman demê de piştrast kiriye ku komên çekdar ên bi hêzên Tirkiyeyê re tevdigerin, li bajarê Efrînê û gundên derdorê talankeriyê dikin û mal û milkên sivîlan wêran dikin. Ev jî rewşa sivîlên li herêmê, xirabtir dike. Divê hêzên Tirkiyeyê û komên çekdar ên ji derveyî hikumetê talankeriyê bi dawî bikin û hesap ji berpirsên talankeriyê bê pirsîn ku Efrîn di destên wan de ye”.

137 hezar kesan ji Efrînê koç kiriye

Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, heta 29ê Adarê ya 2018ê tê texmînkirin ku 137 hezar kesan ji Efrînê koç kiriye. Koçber li gundên derdora Til Rifat, Nabûl, Zehra û Fafînê bi cî bûne. Li gorî texmînan Li Til Rifat û 10 gundên derdora wê 90 hezar, li Nabûlê 20 hezar, li Zehrayê 10 hezar û li Fafîn û Kafr Nasehê 15 hezar koçber dijîn. (ŞA/FD)


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

09 Nîsan 2018, Duşem