Macronî gazind ji azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê kirin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan vexwend Fransayê, ji berya ku Erdogan biçe Fransayê Macronî gazind ji azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê kirin.

Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macronî serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan vexwend Fransayê, ji berya ku Erdogan biçe Fransayê Macronî gazind ji azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê kirin.

Yek ji mijarên herdu serokkomaran dê azadiya çapemeniyê be. Erdogan dê sibeyê li Fransayê be.

Macronî got:

“Azadiya çapemeniyê ne bi tenê li împeretoriyan lê li hin welatên Yekîtîya Ewropayê jî tê tepeserkirin.

“Ez ê mijara rojnamegerên li Tirkiyeyê di girtîgehan de ne û nikarin karên xwe bikin jî bînim rojevê.”

Kalin: Mijar Quds e

Berdevkê serokkomarîyê, Îbrahm Kalinî bi daxuyaniuyeka nivîskî diyar kir ku “mijarên hevdîtina serokkomaran Sûriye, Iraq, Quds, têkoşîna li dijî terorê û têkiliyên Tirkiye û Yekîtîya Ewropayê ne.”

(PT/MB)   


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

04 Kanûna Paşiyê 2018, Pêncşem