Neteweyên Yekbûyî dê statûya Qutsê bêxe di rojeva civînê de

Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Quts wek paytextê Îsraîlê nas kir, Neteweyên Yekbûyî amadekariyan dike ku mijarê bêxe di rojeva civînê de.

Ji bo nûçeya Tirkî biikîne

Piştî ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê(DYA) Quts wek paytextê Îsraîlê nas kir, Neteweyên Yekbûyî amadekariyan dike ku mijarê bêxe di rojeva civînê de.

Reşbelekek dê bê amadekirin û endamên civînê dê li ser reşbelekê dengê xwe bidin. Li gor ajansên nûçeyan ên AFP û Reutersê di reşbelekê de tê pêşniyarkirin ku kêşe divê bi dîyalogê bê çareserkirin.

Di reşbelekê de rasterast behsa serokê DYAyê Donald Trumpî nehatiye kirin. Hatiye eşkerekirin ku “[NY] ji ber rewşa Qutsê xemgîn e.”

Bixwîne - DYAyê Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir

Misir dê reşbeleka li ser mijarê amade bike. Di reşbelekê de hatiye xwestin ku divê endamên NYyê li Qutsê wekirina balyozxaneya xwe tercîh nekin, jê dûr bimînin. (PT/MB) 


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

18 Kanûna Pêşiyê 2017, Duşem