Ji ber nûçeyên Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê ya Enqereyê doz li 5 rojnamegeran vekirin

Ji ber nûçeyên Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015yê ya li Enqereyê doz li rojnameger Cem Gûrbetoglû, Tamer Arda Erşîn, Kemal Goktaş, Fatîh Polat û Can Dundarî hat vekirin ku 102 kes miribûn.

Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne

Ji ber nûçeyên Qetlîama 10ê Çiriya Pêşiyê ya 2015yê ya li Enqereyê doz li Cem Gurbetoğlu û Tamer Arda Erşîn nûçegîhanên rojnameya Evrenselê û Kemal Göktaş nûçegîhanê rojnameya Cumhuriyetê hat vekirin ku heta 3 salan ceza tê xwestin.

Li gorî nûçeya rojnameya Evrenselê Fatîh Polat Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Evrenselê û Can Dündar ku dema nûçe hatibû çêkirinê Berpirsê Weşanê yê Giştî yê Cumhuriyetê bû bi îdiaya ku “Destûr dane weşandina nûçeyan û beşdarî sûcî bûne” xist nava dosyaya dozê.

Îdianame ji hêla Ali İhsan Akdoğan Dozgerê Komarî ve hatiye amadekirin û ji 2 rûpelan pêk tê. Di vê îdianameyê de hatiye îdiakirin ku di nûçeyên navborî de navên polîsên di Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê de û yên di Şûbeya Têkoşîna Dijterorê de kar dikin û navên beşên wan hatine nivîsandin û bi vî awayî ew kirine hedef.

Akdogan daxwaz kir ku Gurbetoğlu, Erşin, Göktaş, Polat û Dündar di çarçoveya xala 6em a Yasaya Têkoşîna Dijterorê de bên cezakirin.

Dokumena gilîkirinê ya Midûriyeta Emniyetê ya Enqereyê ya di 14yê Nîsana 2016yê de hatiye nivîsandin jî dozger weke delîl xistiye nava dosyayê de. Îdianame ji hêla 2yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ve hat qabûlkirin û di vê îdianameyê de parastinên rojnamegeran ên di pêvajoya lêpirsînê de dane jî cî digirin. Her wiha li gorî îdianameyê ji bo Can Dündarî biryara zeftkirinê hatiye derxistin.

Çi bûbû?

Li ser gilîkirina Midûriyeta Giştî ya Emniyetê derbarê nûçeyên Evrenselê yên bi sernavên “Di îstixbarata 10ê Çiriya Pêşiyê de îmzeya Dînçî gumanbarê doza Dînkî derket” û “Dînçî careke din karê îstixbaratê kir” lêpirsîn hatibû vekirin. Hatibû îdiakirin ku nûçe “ji derve yî rastiyê ye” û “rasterast rêxistina emniyetê dike hedef û li hemberî wan îthamên biqest û neheq dike”.

Polat, Gurbetoğlu, Erşin û Göktaş derbarê lêpirsînê de îfade dabûn û gotibûn ku wan mafên xwe yên nûçeçêkirinê bikar anîne û armanca hedefnîşandana kesekî nekirine.

Ji bo nûçegîhanên ku qatlîam kirine nûçe doz hatiye vekirin lê daxwazên ji bo cezakirina erkdarên dewletê yên îhmala wan di Qetlîama Enqereyê de hene nehatin qebûlkirin. (EA/FD)


Stenbol - Navenda Nûçeyan a BIAyê

03 Çiriya Paşiyê 2017, În