Fotograf: Cihan Aydin, Serokê Baroya Amedê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Polîsan rê li ber Serokên Baroyan girtine û nehiştine biçin Enqereyê. Serokan şeva xwe di bin baranê de derbas kirine. Polîsan nehiştine parêzer biçin cem cihê çalakiya serokan kul i ser rêya Eskîşehîrê berdewam e.
Ozcan Yucel, Serokê Baroya Îzmîrê ji bianetê re got ku heke îro destûrê nedin meşa wan ew ê bang li hemû parêzerên li Tirkiyeyê bikin da ku werin Enqereyê.
Piştî vê rewşê, di encama danûstendinan de polîsan rê li ber Serokên Baroyan vekirine.
Feyzîoglû hatiye protestokirin
Vê sibê Metîn Feyzîoglû, Serokê Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê çûye cihê çalakiyê lê Serokên Baroyan ew protesto kirine. Serokan berê xwe jê guherandine û nehiştine ew bikeve cihê çalakiyê.
Çi bûbû?
Serokên Baroyan tevlî parêzeran roja 19ê Hezîrana 2020an ji gelek bajaran ber bi Enqereyê ve dest bi meşekê kirin.
Parêzeran biryar girtibûn ku ji bo hilbijartinên baroyan û guhertinên ku dixwazin di Qanûna Parêzeran de bikin ew ê bi navê #SavunmaYürüyor (ParêzerDimeşin) ber bi Enqereyê ve dest bi meşekê bikin.
Piştî ku parêzer ber bi Enqereyê meşiyan, polîsan li ser rêya Eskîşehîrê rê li ber wan girtibûn û nehiştibûn parêzer bimeşin.
Daxwaz li Yekîtiya Baroyan dikin ku civîneke awarte li dar bixe
Biryar û daxwazên parêzeran wiha ne:
* Ji bo di vê pêvajoyê de li “berpirsiyariya xwe ya dîrokî” tevbigere û civîneke awarte li dar bixe em ê bang li Lijneya Rêveberiyê ya Yekîtiya Baroyan a Tirkiyeyê bikin.
* Wê Serokê Baroyan ji bajarên xwe 10ê Hezîranê “Meşa Parastinê” ber bi Enqereyê ve bidin destpêkirin.
* Daxwaza civîna awarte a Serokên Baroyan em ê radestî Yekîtiya Baroyan bikin.
* Em ê di 21ê Hezîranê de îlanan bidin rojnameyen û bibêjin ku heke ev pêşniyazname bê qebûlkirin bê ka wê kîja mafên welatiyan bên binpêkirin.
* Em ê di vê demê de li gorî bandora medyaya civakî ya li ser raya giştî tevbigerin û vê platformê bikar bînin.
* Roja ku pêşniyazname hate ber destê Komisyona Meclîsê, em ê li Enqereyê li ser rêya Meclîsê çalakiya “Serokê Rawestiyayî” pêk bînin.
* Heke pêşniyazname were qebûlkirin ji bo doza betalkirinê were vekirin û serî li Dadgeha Destûrî bê dayîn li Meclîsê em ê dest bi xebatan bikin.
* Heke doz çû ber destê Dadgeha Destûrî û Dadgehê dest bi nirxandina wê kir em ê bi navê “Nobeta Dawiyê” çalakiyekê pêk bînin. (AS/FD)