Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Qanûna Bingehîn, 22yê Gulanê serlêdana şexsî ya Osman Kavalayî qebûl nekiribû.
Dadgehê îro eşkere kiriye ka ji ber çi wê serlêdana Osman Kavalayî qebûl nekiriye. Serokê dadgehê Zuhtu Aslanî biryar eşkere kiriye. Ew jî yek ji pênc endamên dadgehê bûye ku îtiraz li biryara hatî dayin kiriye.
Bıxwine - Dadgehê biryar da ku Yigit Aksakoglu dê tehliye bibe Kavala dê di girtîgehê da bimîne
Wî dîyar kiriye ku Çûna Gezîyê ya Kavalayî ne nîşana sûcdarîya wî ye.
“Yê serî li dadgehê dayî beşdarî bûyerên Gezîyê bûye û piştgirîya wê kiriye. Lê ev yek bi serê xwe nikare delîla sûcdarîyê be. Wek tê zanîn heke çalakî aştîyane bin her kes dikarin çalakîyan bikin, bicivin û xwe nîşan bidin, beşdarî xwenîşanderan bibin û xwenîşandannê berfireh bikin.”
Parastına Kavalayî
Murat Başolî wêneyê Osman Kavalayî xêz kiriye
Doza çalakiyên Parka Geziyê li Girtîgeha Sîlîvriyê 24ê Hezîranê dest pê kiribû. Çalakî piştî çêkirina Leşkergeha Topavêj (Topçu Kişlasi) bi armanca protestokirinê dest pê kiribû û paşê li gelek deverên Tirkiyeyê belav bûbûn. Doz bi îdiaya ku "Hewl dane ku hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakin" li 16 kesan hatibû vekirin. Du ji wan girtî ne.
Osman Kavalayî di paraznameya xwe de got, “Di ti nirxandin û lêkolînên zanistî yên heta niha hatine kirin de nehatiye gotin ku Bûyerên Geziyê ji bo jinavbirina hikûmetê plansaziya wê berê hatiye kirin û bi alîkariya hêzên biyanî ve hatiye meşandin.
“Heke bê gotin ku plansaziya Bûyerên Geziyê ji hêla nîvendekê ve hatiye kirin û çalakiyeke serhildanê ya hatiye beralîkirin, ev nirxandineke siyasî ye. Divê hiqûq di ser nêrînên siyasî de be.”
Osman KavalaSerokê Lijneya Birêveberiyê yê Anadolu Kulturê Osman Kavala 18yê Çiriya Pêşiyê li Balafirxaneya Ataturk a Stenbolê hatibû desteserkirin. Piştî ku Kavala hat desteserkirin rojnameyên nêzîkî desthiladariyê ew weke hedef nîşan dabûn. Kavala 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê hatibû girtin. Osman Kavala kî ye? Sala 1957ê li Parîsê ji dayik bûye. Beşa Ekonomiyê ya Zanîngeha Manchesterê qedandiye. Piştî sala 1982yê di Kavala Grupê de weke rêveber kar kiriye. Tevlî Mûrat Belgeyî di avakirina Weşanên İletişimê de cî girt ku yek ji weşanxaneyên sereke yên Tirkiyeyê ye. Bûye endamê saziyên weke Konseya Kar a Tirkiye-Polonyayê, Konseya Kar a Tirkiye-Yewnanîstanê, Center For Democracy in Southeast Europe (Navenda Demokrasiyê ya li Ewropaya Başûrê Rojhilat). Endamê Lijneya Rêveberiya TESEVê, endamê Lijneya Şêwirê ya Enstîtuya Civaka Vekirî, endamê Komeleya Welatiyan a Helsînkiyê û piştevanê Weqfa Dîrokê (Tarih Vakfı) û Anadolu Kültürevi ye. |
Çi bûbû?16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon li dar xistibû û Porf. Dr. Betul Tanbay û Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveberiya Anadolû Kulturê Yîgît Ekmekçî, endamên Lijneya Rêveberiyê Alî Hakan Altay, Koordînatorê Giştî Asena Gunal û produktor Çîgdem Mater û Meltem Aslan, xebatkarên rêxistinên civaka sivîl Yîgît Aksakoglû, Fîlîz Telek, Bora Sari, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Hande Ozhabeş hatibûn desteserkirin. Bixwîne - Dozgeran ji bo Osman Kavala û 15 mafparêzan muebeda zehmetkirî xwest 16ê Çiriya Paşiyê piştî îfadegirtina wan Hande Ozhabeş, Prof. Dr. Tûrgût Tarhanli, Asena Gunal u Bora Sari û Meltem Aslan, 17ê Çiriya Paşiyê jî Prof. Dr. Betul Tanbay, Yîgît Ekmekçî, Hakan Altinay, Yûsûf Civir, Ayşegul Guzel û Çîgdem Mater hatibûn berdan. Yîgît Aksakoglû ku li Zanîngeha Bîlgiyê ya Stenbolê xebatên civaka sivîl dikir hatibû girtin. Osman Kavala Serokê Lijneya Rêveber ê Anadûlû Kulturê ji 1ê Çiriya Paşiyê ya 2017ê û vir ve bêyî ku îdianame ji bo wî bê amadekirin girtî ye. Dozgerî ji îfadeyê bang li Atalay, Kahraman, Yapici, Saymadi, Agabeyoglû kiribû Di çarçoveya lêpirsîna Geziyê ya ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê dimeşîne, rêveberên Şaxa Buyukketa Stenbolê ya Odeya Mîmaran û ji Piştevaniya Taksîme Mucela Yapici û parêzer Can Atalay, plankarê bajarvaniyê Tayfûn Kahraman, endamê Meclîsa Partiyê ya Partiya Ji nû ve avakirinê ya Sosyalîstan (SYKP) Ahmet Saymadî û Halûk Agabeyoglû, 28 û 30ê Çiriya Paşiyê ya 2018ê li Miduriyeta Emniyetê ya Stenbolê îfade dabûn. Îdianameyeka 657 rûpelî 20 Sibatê hatibû amadekirin. 30em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê 4ê Adara 2019ê ev îdianame qebûl kiribu. Di îdianameyê de li gel Can Dundar û Mehmet Alî Alabora kesên din ên ku tên tohmet kirin ev in: Endamê Lijneya Rêveber a Anadolu Kultur A. Ş.yê Ali Hakan Altinay, Mîmar Mucella Yapici, lîstikvan Ayşe Pinar Alabora, sînemager û rojnameger Çîgdem Mater Ûtkû, Nûnera Tirkiyeyê ya Weqfa Civaka Vekirî Gokçe Yilmaz, nivîskar Handan Meltem Arikan, Koordînatora Navenda Pêşxistina Civaka Sivîl Hanzade Hîkmet Germiyanoglû, Înanç Ekmekçî, alîkarê derhênerî/ê, sînemager û reklamsaz Mîne Ozerden, parêzer Can Atalay, Serokê Lijneya Rêveberiya Şaxê Stenbolê yê Odeya Plansaziya Bajaran ê TMMOBê û endamê Lijneya Rêveber ê heman saziyê, akademisyen Tayfûn Kahraman, Wekîlê Serokê Lijneya Rêveber ê Anadolu Kultur A. Ş. yê û Endamê Lijneya Rêveber ê Dibistanên Weqfa Terakkiyê Yîgît Alî Ekmekçî. Lijneya Wezîran a 61ê bûye dozdar Di îdianameyê de Lijneya Wezîran a 61ê weke dozdar hatiye nîşandan. Kesên di wê Lijneyê de cih digirtin ev bûn: Serokwezîrê demê Recep Tayyîp Erdogan, alîkarê serokwezîrî Bulent Ariç, Alî Babacan, Beşîr Atalay, Bekîr Bozdag û Emrûllah Îşler, Wezîrê Behrvanî, Ragihandin û Veguhastinê Bînalî Yildirim, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Şahîn, Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagiş, Wezîrê Zanyarî Pîşeyî û Teknolojiyê Nîhat Ergun, Wezîrê Kar û Ewlehiya Civakî Farûk Çelîk, Wezîrê Jîngeh û Bajarvaniyê Erdogan Bayraktar, Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû, Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz, Wezîrê Ciwanan û Sporê Sûat Kiliç, Wezîrê Çandinî, Xida û Ajalvaniyê Mehdî Eker, Wezîrê Bazirganî û Gumrukê Hayatî Yazici, Wezîrê Navxweyî Mûammer Guler, Wezîrê Geşepedanê Cevdet Yilmaz, Wezîrê Çand û Hunerê Omer Çelîk, Wezîrê Darayî Mehmet Şîmşek, Wezîrê Perwerdeya Milî Nabî Avci, Wezîrê Berevaniya Milî Îsmet Yilmaz, Wezîrê Daristanan û Avê Veysel Eroglû, Wezîrê Tenduristiyê Mehmet Muezzînoglû, Wezîrê Ekonomiyê Zafer Çaglayan û Wezîrê Dadê Sadûllah Ergîn. 746 kesan giliyên 16 kesan kiriye Di îdianameyê de navê 746 kesan weke kesên giliyê 16 kesan kirine, hatiye nivîsandin. Dîsa tohmetên derbarê 16 kesan de wiha hatiye nivîsandin: “Xwestine Hikûmeta Komara Tirkiyeyê ji navê bibin û pêşî li wezîfekirina wan girtine, zerar û ziyan dane mal û milkan, bi awayekî xurt zerar û ziyan dane mal û milkan, madeyên bixeter li cem xwe girtine û dane hin kesên din, zerar û ziyan dane perestgehan û goristanan, muxalefeta li dijî yasaya hejmar 6136ê, bi awayekî xurt talankirin, bi awayekî xurt birîndarkirin û muxalefeta li dijî yasaya hejmar 2863yê. |