Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeha Cezayên Giran a 32. a Stenbolê îro neh kes bi sûcê “endambûna rêxistinê” dad kirine û biryar daye ku 5 kes dê bêne berdan.
Yek ji wan kesên hatîn berdan, Alî Sonmez Kayar e. Kayar yek ji nûçegihanên ETHAyê(Ajansa Nûçeyan a Etkînê) bû.
Ji neh kesên dihatin dadkirin pênc kes di girtîgehan de bûn. Dadgehê biryara berdana wan daye lê çûna derveyê Tirkiyeyê qedexe kiriye. Sê kesên hatîn berdan jî bi şertê kontrola edlî hatine berdan.
Bersûc dê 19ê Sibata 2019ê dîsa bêne dadkirin.
Malpera ETHAyê, ji 27ê Tîrmehê ve hatiye astengkirin. ETHA nûçeyên xwe li ser Facebookê diweşîne.
(TP/AS/MB)