Dîrokê şahidî kiriye ku di hin kêliyan de ne tenê çek, peyv jî dikarin çarenûsê biguherînin. Banga Abdullah Ocalan di qonaxeke wiha de deng veda û di bin siya pevçûnê de deriyekî hêviyê vekir. Gotinên wî ne tenê daxwaza aştiyê ye, di heman demê de banga rûbirûbûna êşên paşerojê û avakirina pêşerojê li ser bingeha dadmendiya hevpar e. Ji ber ku aştiya rast ne tenê dema ku çek bên bêdengkirin, dema ku mirov ji hev fêm bikin jî pêkan e. Ev bang îhtîmala destpêkeke nû li erdnîgariyeke ku barê dîrokê hilgirtiye, vedibêje.
Dîroka mirovahiyê mîna pirtûkeke bi xwîn û hêsir li ber me ye. Gava ku em rûpelan dizivirînin, em dibihîzin ku êşa ku li pişt her herfê deng vedide. Lê ev pirtûk ne tenê dîroka şer û dijminatiyan e; dîroka hewldanên ji bo aştî, çareserî û biratiyê ye jî. Her netewe her gel li aştiyê geriyaye, carna winda kiriye, carna jî ava kiriye. Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, vekirina dilan ji hev re ye.
Platon dibêje: Dadmendî ahenga giyan e. Cihê ku dadmendî tune be, aştî jî tuneye. Di nav zentên nedîtî yên ku civakan bi hev re digire, ya herî xurt dadmendîye; Ji ber ku pergalek bêdad ne garantiya aştiyê ye, lê belê bêdengiya demkî ye. Li aliyê din Kant aştiya ebedî bi rêya serweriya hiqûqê mumkun dibîne: Li cihê ku hiqûq serdest nebe, her kes dijminê her kesî ye. Lêbelê, wateya rastîn a aştiyê ew e ku mirov hevûdu wekî dijmin nebînin.
Herodot dibêje: Aştî her dem ji şer çêtir e; Ji ber ku li cîhana ku aştî serdest e, kur dema jiyana xwe ya xwezayî temam kir de bavên xwe defin dikin, lê li cîhana ku şer lê serdest e, bav neçar dimînin ku kurên xwe yên ku di bihara jiyana xwe de defin dikin. Digel ku şer wêraniyek e ku nifşan dixwe û di civakan de dibe sedema birînên kûr, aştî hêvî, pêşeroj û aramiyê dide mirovan. Ji ber vê yekê divê mirovahî aşitiyê hembêz bike, ne şer.
Ev ax di bin siya pevçûn û êşan de mezin bûn. Li axê bîrek heye; hûn tê de çi biçînin, ew ê li we vegere. Ger hûn hêrsê biçînin, hûn ê hêrsê bidirûn. Ger hûn edaletê biçînin, hûn ê fêkiyên aştiyê bidirûn. Aştî bi qebûlkirin û lihevkirinê pêkan e, ne bi înkarkirina hev.
Jean-Jacques Rousseau gotiye: Mirov azad tê dinyayê, lê li her derê di zincîran de ye. Lê ji bo mirov girtîgeha herî mezin tirsên di nava wî de ne. Gihîştina aştiyê bi derbaskirina van tirsan pêkan e. Wekî ku Thomas Hobbes gotiye, Mirov gurê hevin, lê heman mirov dikare bibe mîmarê aştiyê jî. Ezmûna herî mezin a mirov ew e ku gurê di hundurê xwe de an ronahiya di hundurê xwe de mezin bike.
Aştiya rastîn ne tenê di nav sînorên erdnîgariyê de, di dilê mirovan de dest pê dike. Ji ber ku John Rawls di prensîba xwe ya wekheviya dadê de diyar kir, divê aştî bi berçavgirtina mafên hemû beşên civakê bê avakirin. Gotina Mahatma Gandî ya “Çav di ber çav û diran di ber diran de dê hemû dinyayê kor dike” tîne bîra me ku em bi tolhildan û dijminatiyê nagihîjin tu derê.
Nelson Mandela aşitiyê ne tenê weke nebûna şer û pevçûnan, lê weke nîzameke civakî ya ku tê de edalet û wekhevî pêk tê, dinirxand. Li gorî wî, aştiya rasteqîn di hawîrdoreke ku mafên herkesî bên rêzkirin, azadî bên garantîkirin û hemû beşên civakê xwedî derfetên wekhev bin, pêkan bû. Mandela, ku piraniya jiyana xwe ji bo têkoşîna li dijî nijadperistîyê kir, bawer kir ku lêborîn û lihevhatin kevirên bingehîn ên aştiyek mayînde ye. Mandela bi feraseta ku "aştî ne têkbirina dijminên me ye, ew e ku mirov dijminên xwe bikin dostên xwe" li şûna tolhildanê piştî bidawîbûna rejîma Apartheid li Afrîkaya Başûr doza lihevhatinê kir û bû rêberê ku gelê xwe li hev anî.
Werin em hemû bi hev re pirtûka şer û nefretê bigirin. Dersa herî mezin a ku dîrokê daye me ev e ku ne dijminayî aştî mayînde ye. Wekî ku Victor Hugo got: "Aştî serkeftina herî mezin e." û ji bo ku em vê serketinê bi dest bixin me têra xwe êş kişand.
Bila dengê aştiyê bibe dengê herî bilind!