Hebûn an jî nebûna neteweyekî, êdî ne di sînorê hejmara demografîyê de ye. Ziman û zarok, siberoja wî neteweyî diyar dikin. Loma hemû hewldanên kurdî divê bi zarokan re girêdayî bin. Kurdî sal bi sal ji jiyana mezin û zarokan kêm dibe lê hîn jî bi mîlyonan kurd hene ku dixwazin bi zimanê xwe bijîn. Dema em ji vir bala xwe bidin Şanoya Zarokan a bi kurdî, em ê pêrgî hebûnekê bên an na?
Ger temaşevanek bîr bibe û bixwaze bi zarokên xwe re biçe li şanoyekê temaşe bike, tenê wê pêrgî sê lîstikên bi kurdî bê. Ev her sê lîstik jî li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê li du sehneyan hene. Li Şanoya Bajêr a Amedê lîstikên bi navê “Sê Ezezok” û “Masîreşka Biçûk” û li Şa Performansê lîstika “Mîrzayê Biçûk”… Ku ev sê lîstik ji bo hebûna “Şanoya Zarokan” têr bike, belê heye!
Ji bo têgihiştina mijarê em dikarin bi van pirsan dest bi nirxandina şanoya zarokan bikin: Ji bo me zarok kî ne? Di civakê de cihê zarokan li ku ye? Çawa fêr dibin? Xwe çawa îfade dikin? Çawa li jiyanê dinerin? Lîstik ji bo wan çi ye? Çima her tim dilîzin? Şano ji bo kê ye? Di şanoyê de zarok li ku ne?... Tevî van pirsan “bi kurdî” şanoya zarokan çi ye?
Li gora her “mezinî” bersivên cihêreng wê hebin helbet lê ez ê hewl bidim vê mijarê di çarçoveya “zarok, ziman û lîstikê” de binirxînim. Weke dramatûrg û mamosteyekî, daxwaza min ew e ku çavderiyên xwe bi xemxwirên zarokan re parve bikim.
Lîstik di jiyana zarokan de tiştê herî bi qîmet e
Di şanoya zarokan de divê ewil mirov ferqa du têgehên bingehîn bike: Şanoya bi zarokan re û şanoya ji bo zarokan ku ev jî bi destê mezinan pêk tê. Di vê nivîsê de ez ê bêtir li ser Şanoya ji bo zarokan bisekinim. Dîtin û tecrubeyên xwe bi “divê”yan re binirxînim.
Lîstik di jiyana zarokan de tiştê herî bi qîmet e. Zarok bi lîstinê dikevin nava têkilîyên civakê, xwe bi lîstîkê nas dikin û dîsa bi lîstikê hîn dibin. Loma dikarin heman lîstikê her tim bilîzin. Zarok bi lîstikê li jiyanê dinerin. Ji bo wan lîstik her tişt e û têra xwe karekî cidî ye. Zarok dema dilîzin bi hemû xwestek û hebûna xwe beşdar dibin.
Zarok di bin hukmê dîtin û jiyana mezinan de dijîn. Loma ger em bixwazin zarok bi “zimanê xwe” mezin bibin û fêrî jiyanê bibin, divê neyê jibîrkirin ku weke model bala wan her tim li ser mezinan e. Ew her tiştên xwe ji mezinan hîn dibin û dîsa bi wan re par vedikin. Hemû çavderiyên jiyana xwe bi rêya mezinan werdigrin.
Mirovên mezin û bîrbir divê rê ji zarokan re vekin
Mirovên “mezin û bîrbir” divê rê û derfetan ji zarokan re vekin. Ew ji zarokan berpirsyar in loma hemû hunerhezên civaka kurdî mecbûr in li zarokan bifikirin û ji bo wan di nav tevgerekê de bin.
Kesên ku bi şanoya zarokan re eleqedar in, teqez divê taybetiyên geşedana zarokan zanibin. Divê zarokatiya berê û ya niha tevlî hev nekin. Her çiqas “zarokatî” têgeheke hevpar be jî her zarok xwedî taybetiyeke resen e. Tenê pêdiviya wan bi ceribandinên jiyanê heye. Ji ber vê ye ku zarokatiya her kesî bi rengekî din e. Bi zanîn û pêşketinên pedagojîyê re “zarok” li her serdemê ji berê bêtir ketine rojeva mezinan.
Zarok li her derê zarok in û divê mezin li gora “pêdiviyên wan” nêzî wan bibin. Di şanoyê de jî heman pêdivî hene. Ger “şanoya zarokan” bi kurdî be, pirs zêde dibin. Pêkanîna wê zahmettir dibe û loma giraniya “şanoya zarokan” bi kurdî di navbera “ziman, huner û perwerdeyê” de dîmîne.
Şanoya zarokan jî maye di hewldanên şanogerên wemxir de
Weke çawa hemû kar û xebatên kurdî ji saziyan bêtir bi serperiştîya şexsan pêk tên, şanoya zarokan jî îro maye di hewldanên şanogerên xemxwir de. Helbet nebûna piştgiriyê karên şanoyî lawaz dike. Di “tenêbûn û tunebûna” rewşa niha de, ger em nikaribin li Bakur mînakên şanoya zarokan bidin, hemû sazî û dezgehên civakê (taybetî yên bi çand û hunerê re têkildar) berpirsyar in. Ger ev barek be, bi xîreta hemû alîgiran ve, wê “ziman” hinekî din bikeve nav jiyan û lîstikên zarokan. Kurdî ku nebe zimanê lîstikê, di siberoja ziman de em ê zarokan bi giştî wenda bikin.
Gelek hûrguliyên li ser çawabûna şanoya zarokan ya hemdemî xalên hevpar û giştî destnîşan dike. Hemû şano û hunera ji bo zarokan, divê taybetmendiyên geşedan û hîsên wan li ber çavan bigirin. Bo nimûne, zarokên 6 salî li dinyayê çawa dinerin an hêvîyên zarokeke 10 salî ji jiyanê çi ne? Loma her temen û zarokatiya wê ne heman tişt in.
Zarok, nikarin wekî mezinan tiştekî hilbijêrin. Çi hatibe dayîn hemûyan rasterast distînin û tevlî jiyana xwe dikin. Di vê pêvajoyê de encamên neyînî yê bêveger jî dibe ku derkeve holê. Ji ber vê yekê ku kesên bi şanoya zarokan re mijûl dibin, divê li gorî vê hişmendiyê tev bigerin.
Zarok di wê kêliyê de afirîner in
Taybetmendiyeke zarokan a bingehîn jî ew e ku “di wê kêliyê de” afirîner in. Dema ku lîstik tê lîstin, zarok; mereq dikin, dipirsin, lêkolînê dikin, kişf dikin û hîn dibin. Pirs û bertekên zarokan divê bi tu awayî neyên astengkirin.
Dema ku zarok di lîstikê de hûnandina bûyerê fêm dikin, mudaxale dikin. Dikin ku rastiyê derxin holê. Mînak; li ser sehneyê lehengekî “nebaş” dema ku planekê çêdike, zarok ji bo ku lehengê “baş” biparêze û yê “xerab” bixe tengasiyê, dixwazin planê wî aşkere bikin. Ev beşdarbûneke erênî ye û di cî de ye. Divê lîstikvan û mamosteyên wan mudaxaleyî vê tevgera wan nekin. Divê em vê ji bîr nekin ku, şanoya zarokan ne awayê hêsakirî ya şanoya mezinan e. Berevajî vê; qadeke taybet e ku pêwîstiya wê bi eleqe, zanîn û hunerê ve heye.
Bikaranîna sehneyê ji bo têkiliya temaşevanên zarok û lîstikê girîng e. Sehne di nav zarokan de be an jî li nêzî wan were bikaranîn ji bo temaşekirinê baştir e. Divê lîstik ji wan ne dûr û ne jî li sehneyeke bilindtir be. Ger derfet hebe lîstikvan, zarokan tevlî şanoyê bikin û sahneyê li gora vê têkiliyê saz bikin, wê lîstik baştir be. (ÇZ/FD)