Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Komîsyona Hiqûqê ya DBPê derbarê li destdanîn şeradariyên wan û erkdarkirina qayûman de îro li Dadgeha Amedê bi ser navên hevserokên partiyê bi awayekî ferdî serî li Dadgeha Makeqanûnê dan.
Endama Komîsyona Hiqûqê ya DBPê daxuyanî da bianet’ê û destnîşan kir ku partiya herî mezin ya muxalefetê dikare ji bo betalkirina Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnê de (KHK) bi awayekî ferdî serî li Dadgeha Makeqanûnê bide; wan jî bi heman awayî li ser navê her hevşaredarê/î cuda cuda serlêdan kirine. Ozturkoglu ragihand ku erkdarkirina qayûman qesbkirina mafên kesên bijartî ye.
Îro cara yekemîn li ser navên hevşaredarên Kerboran û Nisêbînê serlêdana ferdî hat kirin.
Rêgezên Bingeha Hiqûqê
Parêzer Ozturkoglu KHKên ku piştî îlankirina OHALê (20ê Tîrmehê) hatine çêkirin li dijî qanûnameyê ye û ji hêla hiqûqê bi xwe ve jî gelek pirsgirên û çewtî tê de hene.
“Li gorî mebesta diyarkirî nîn e, li dijî kirîtera wextê ye”
Parêzer Ozturkoglu got ku KHKên OHALê eger ji hêla armanc, cih û dem ve were nirxandin divê demildest were betalkirin:
“Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê ya bi hejmara 674î ve dest danîn ser şaredariyên DBPê û lê qayûm hat erkdarkirin. Ev yek Qanûna Şaredariyan bi xwe jî diguherîne. Lebelê KHKên OHALê nikare ti qanûnê biguherîne. Bi wan KHKan tenê dikarin pêkanîn ji bo berterafkirina sedemên OHALê bi kar bînin û wan pêkanînan jî dikarin ancax bi awayekî demkî bidin meşandin. Lêbelê wan kesên bijartî ji wezîfeyê hildane û dewsa wan de kesên din erkdar kirine. Ev yek li dijî krîterên armanc û wextê ne. Ji xwe li holê ye ku pêkanîna van yan bi nîyeteke baş nehatiye kirin û ji vê yekê jî ew KHKan di hukmê nîn e de ne.”
“Heta dawiya hefteyê wê hemû serlêdan werin kirin”
Ozturkoglu diyar kir ku wê serlêdanên ji bo 24 şaredariyan di nav hefteyê de wê were kirin û got ku li gorî biryarên ji DMê, wê ewil serî li Dadgeha Îdareyê piştre jî DMMEyê bidin.
Çi bûbû?
Di 11ê Îlona 2016an de li şaredariyên 2 bajêr, 24 navçe û 2 qezayan qayûman hatin erkdarkirin.
Ji 28 şaredariyên ku lê qayûm hatiye tayîn kirin jê 1 yê MHPê ye, 3 yê AKPê û 24 jî yê DBPê ne.
Di daxuyaniya Wezareta Karen Navxweyî de hat gotin ku 24 şaredariyan piştgiriyê dane “PKK-KCKê”, 4 şaredariyan jî “pitgirî dane FETOyê” û ji ber vê yekê qayûm li wan hatiye erkdarkirin.
Her wiha di 21ê Îlonê de Hevşaredarê Hezexê Mehmet Muhdi Aslan li mala xwe hatibû binçavkirin û piştre qayûm li Şaredariya Hezexê jî hate tayînkirin.
(HK/YO)