VÎDEO - NÛÇE
Koma felsefeyê Nous, bi du zimanan û du zaravayan kovarekê derdixe
Koma felsefeyê ya bi navê Nousê ku bi salan e ji derdorên cûr be cûr ên civakê felsefehezan tîne ba hev, niha jî bi navê Nousê dest bi derxistina kovarekê kiriye. Di kovarê de nivîsên bi kurmancî, kirmanckî û tirkî tên weşandin.
Koma felsefeyê ya bi navê Nousê her hefte li cihên cur bi cur tên gel hevdu û derbarê gelek fîlozofên mîna Sokrates, Marks, Hegel, Nietzsche, Byung-Chul Han û hwd de diaxivin.
Komê niha jî bi navê Nousê dest bi derxistina kovarekê kiriye. Di kovarê de nivîsên bi kurmancî, kirmanckî û tirkî tên weşandin.
Du endamên vê komê Ciwan Hûseyîn Demîrtaş û Selahaddîn Eyûp Tanî behsa koma xwe û naverok û xebatên kovarê kirin. (WT/FD)
Nivîsên wî/wê yên din
Deng û Rengê Newroza Amedê ya sala 2024an
22 Adar 2024
Salîha Ayata: Li dijî qedexe û qirkirina heyî me xwest cil û bergên kurdî bidin nasîn
21 Adar 2024
“Ji bo motivasyon û hêviyên ciwanan bên fêmkirin, xebatên li ser hafizeyê girîng in”
20 Adar 2024
Stranbêj Zeynep Dîlara Aslan: Pirzimaniya stranên me rastiya çanda axa qedîm e
1 Adar 2024
Eylûl Nazlier: Divê em bi zimanê xwe hunera xwe pêş bixin
12 Sibat 2024