Erdnîgarî, çand, ol, mezheb, nîjad, dewlemendiyên li bin u li ser erd u her wekî din... Sedemên herî sereke ên şerên li navbera mîrovan, gelan u şaristaniyan. Carna ji ber ku yên lî hemberî wan heman olê na hevîne, carna ji ber ku yên li hemberê wan ji heman çandê ji heman rengan nîne u carna jî ji heman fikrê nîne şer u pevçun qewimîn. Wekî gelek netewên dinyayê, Kurd jî ji ber van sedeman ketin nav şer u nîqaşan. Lê sedemek ku girêdayî wan tevan bandora herî mezîn li ser şerên, pevçunên, kuştîn u girtînên, muhacir bun u ji cîh bunên Kurdan bun.
Kurd, ji demên dirêj ên dîrokê heta niha bê dewlet man u jîyana xwe di bin hikumraniya gelên cuda de derbas kirin. Di bin hikmê wan dewletan tu carî zîmanê xwe bi fermî u bi sazî fêr u, perwerde nebun u nekarîn wê pêş bibin. Ên ku erf u edetê wan nas dikirin navê wan, ên ku navê wan nas dikirin hebuna wan u ên ku hebuna wan nas dikirin zimanê wan qebul nedikirin. Di bin wan şert u mercan de helbet zimanê Kurdî nekarî pêş bikeve; lê wenda jî nebu.
Ramanmendê navdar Nîcolo Machiavelli, ji bo hukumdarên ku li rastî gelên nu- cuda tên du rêyan diyar dîke: Qirkirinên ku tirs u mirinê nede bîrkirin an jî asîmîlasyonên ku hemu tiştan bide bîrkirin. "Hikumdaran" her du jî ceribandin... Piştî cil u bergên wan, erf u edetên wan, ol u mezhebên wan zimanê wan jî bu pirsgirêkek man u nemanê a siyasî. Bi qanunên nîvîsî an jî ne nîvîsî ew hemu hatin qedexe kirin; Kurdînî ne bi tenê hebuna xwe a sîyasî, bi zimanê xwe jî ket bin zordestiyê.
Hêza asîmîlasyonê a xurt zimanê Kurdî ji asta zîmaniyê derxist u maneyên nu dane wê. Xwedî derketina zimanê Kurdî êdî ne tenê parastina ziman, lê parastina jiyana rojane jî bu. Navên Kurdî, axavtina Kurdî dihat maneya daneyên Kurdî jî.
Devletên ku nifüsa Kurd dihevînin li hemberî vê "xeternakê" siyasetên xwe hinekî guherandin. Lê wekî li pêşiya nîvîsê jî hatî gotin; ên ku navê wan nas dikirin hebuna wan, ên ku hebuna wan nas dikirin zîmanê wan qebul nedikirin u hwd.
Demek berî niha kanalek bi Kurdî weşanê dike bi destê hikumeta Tirk hat ava kirin. Pêşiyê statüya kanalê nediyar bu: Kanala devletê weşana xwe derekanunî dikir. Piştî ku ew pirsgirêk hate çareserkirin pirsgirêkek nu derket. Hikumeta ku çendîn salan zimanê Kurdî qedexe kiribu, vê carê jî di nav Kurdî da gelek peyv u hevok qedexe kirin. (Di nav peyvên qedexe kirî de "qedexe kirin" jî heye.) Her wekî ku di pirtuka George Orwell'de hatî nîvîsîn peyvên ku maneyên wan ên siyasî jî hene an jî di jargona siyasî de tên bikaranîn di carekê de hatin "dukelkirin". Lê zimanê Kurdî bi xwe jî dihat maneya siyasî. Ji ber wê bi dehan peyv hatin dukelkirin.
Zîmanê Kurdî gelek car u deveran wek motîfek oryantal jî hat bikaranîn. Di van tevgeran de Kurdî ne wek zimanek serbixwe lê wek devokek Tirkî an jî devoka rojavayî hat nîşandan. Di gelek fîlm, rêzefîlm, rojname u dokumanteran de Kurdî wek zîmanê kevnariyê u zîmanê mirovên pêşneketî hat pêşçav. Jixwe vezîrek hikumetê jî gotibu: "Kurdî zîmanê tevgerên rojane ye, nikare bibe zimanê şaristaniyê."
Kurdî u Kurdînî êdî bi hev re dimeşin. Roja zimanê zîkmakî ji bo Kurdan ne tenê tê maneya parastîna ziman: Roja zimanê zikmakî pîroz be...
* Türkçesi için tıklayın.
* Click for English.