Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Taxa Kanaryayê ya Kuçukçekmeceya Stenbolê, zarokeke keç a 5 salî rastî istismara cinsî hatiye.
Li gorî îdiayê malbata zaroka ku rastî istismarê hatiye, bi laşê wê yê bixwîn li ber deriyê mala xwe dîtine. Malbatê zaroka xwe biriye nexweşxanê û ew niha tê dermankirin.
Hatiye diyarkirin ku zarokekî/e din ê/a 5 salî li cem zaroka keç a rastî istismara cindî hatiye, bûye û wê/wî şahidî li bûyerê kiriye.
Piştî ku niştecihên taxê ji bûyerê agahdar bûne, duh bi şev bûyer protesto kirine. Di saetên êvarê de jinên taxê meşeke protestoyî pêk aniye û bang li niştecihên taxê kirine ku bertekan nîşan bidin.
İstanbul Küçükçekmece'de 4 yaşındaki bir çocuk birden fazla kişi tarafından istismara maruz bırakıldı. Bunun üzerine, mahalleli kadınlar istismarı protesto etmek için polis karakolunun önüne yürüdü.
— Kadın Kolektifi (@kadinkolektifi) 23 Nisan 2019
Çocuk istismarının örtbas edilmesine izin vermeyeceğiz! pic.twitter.com/De8PNG0QBh
Protestoya niştecihan di saetên şevê de jî berdewam kiriye û niştecih li ber Qereqola Kanaryayê kom bûne.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê derbarê bûyerê de li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek belav kiriye û gotiye, “Keça me ya zarok a 5 salî li Kuçukçekmeceyê li nexweşxaneyê tê dermankirin. Em pêvajoyê dişopînin”.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî daxuyaniyek weşandiye û gotiye ku ew bûyerê dişopînin.
Îro saet di 13.00ê de wê bi beşdariya Huda Kaya, parlamentera HDPyê li ber avahiya Midûriyeta Emniyetê ya Kuçukçekmeceyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. (AO/FD)
Fotograf: Meclîsên Jinan/Twitter