Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Wezîrê karên derve, Mevlûd Çavûşoglû û wezîrê Yekîtîya Ewropayê Omer Çelîk ji bo bi rayedarên Yekîtîya Ewropayê re bicivin çûn Birûkselê.
Nûnerê pilebilind a polîtîkayên derve yên Yekîtîya Ewropayê, Federica Mogherini û endamê Lijneya Yekîtîya Ewropayê Johannes Hahn bi nûnerên Tirkiyeyê re civîyan.
Nûnerên Yekîtîya Ewropayê eşkere kirin ku divê dîyaloga bi Tirkiyeyê re bidome.
Wezîrê Yekîtîya Ewropayê Omer Çelîkî ji nûnerên Eropayê xwest divê têkiliyên Tirkiyeyê bigihe pênagavên 23* û 24ê*.
Wezîrî got:
“Têkliyên me yên bi Yekîtîya Ewropayê re bi van pêngavan bi pêş dikeve. Heke geşepêdan bidome gavên pêngavên nû dê bêne avêtin.”
Endamê Lijneya Yekîtîya Ewropayê Johannes Hahnî eşkere kir ku piştî Hewildana Derbeyê ya 15ê Tîrmehê kiriyarên Tirkiyeyê Yekîtîya Ewropayê kiriye di fikarê de.
“Em ê berê xwe bidin karê xwe lê em nikarin biryarên dewletên endam nebînin.”
(HK/MB)
*Wezareta Karên Derve / Ahmet Gûmûş