Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku Kubatbek Boronov, Serokweîrê Qerxizistanê ji ber xwepêşandanan îstîfa kir, Sadyr Japarov ê rojek berê ji girtîgehê derketiye, bûye Serokwezîr.
Demek berê komên mixalîf, parlemento xistibûn bin destê xwe û gotibûn ku di hilbijartinê de hîle hatine kirin û dest protestoyan kiribûn.
Bi zêdebûna zextan re, lijneya hilbijartinê ya welêt encamên hilbijartinên parlamentoyê yên roja yekşemê betal kiribû.
Piştî encamên hilbijartinan, Serokkomarê welêt Sooronbaî Jeenbekov û partiyên hevalbend bi kirîna dengên girseyî hatibûn tewanbarkirin.
Serokkomar Jeenbekov hê desthilatdar e lê wî aniye ziman ku dikare paş de vekişe.
Xwepêşander ketine avahiyên hikûmetê û siyasiyên payebilind berdane. Serokwezîrê niha Japarov jî 7 sal berê, ji ber revandina waliyê herêmê, 11 sal ceza xwaribû. Îstîfaya Boronovî piştî van xwepêşandanan hatibû.
Almazbek Atambayev ê bi tewanbariya derqanûnî 11 sal ceza xwaribû jî hatiye berdan. (PT/AY/FD)
*Çavkanî: BBC Tirkî