Fotoğraf: Gürcan Öztürk- https://twitter.com/yoksulluk_ag
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tevna Xizaniya Dijwar bi navê “Li Tirkiyeyê Xizaniya Zarokan” raportek weşandiye.
Rapor li gorî xalên Şerta Civakî ya Ewropayê ya Hatiye Nûkirin amade bûye ku Tirkiyeyî îmze kiriye. Di raporê de çavdêriyên derbarê xizaniya zarokan û daneyên curbecûr ên derbarê mijarê de hene û bi piştgiriya Etkinizê ji Komîteya Mafên Civakî ya Ewropayê re şandine.
Ji bo raporê, li Stenbolê hevdîtin bi 103 malbatan re kirine ku dahata wan a birêkûpêk nîne, di karên rojane de û bê ewlekariya civakî dixebitin.
Li gorî lêkolîna Tevna Xizaniya Dijwar, ger mezinên malê ji ber nexweşî û hin sedemên din nikaribin kar bikin, zarok diçin kar dikin û debara malê dikin.
Hin daneyên ku di raporê de hatine weşandin wiha ne:
Tevnê her weha gotiye ku li gorî çavdêriyên wan zarokên van malbatan karên berhevkirina kaxiz û xurdeyan, tekstîl û yên weke wan de kar dikin. Zarok di van karên giran de saetên dirêj neçar in bixebitin. (AÖ/FD)