Encamên 27em Xelatên Mûsa Anterî û Rojnamegeriya Şehîdên Çapemeniya Azad aşkere bûne. Pêşbirka ku Rojnameya Yenî Yaşam li dar dixe di beşên “Nûçeyên kurdî”, “Nûçeyên tirkî”, “Wêne”, “Karîkatûr” û “Nûçegihaniya Jinan” de xelatan dide.
Di beşa “Nûçeya tirkî” de Erdogan Alayûmat, nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê bi nûçeya xwe ya “261 cenaze li peyarêyê hatin veşartin” hêjayê xelatê hatiye dîtin. Alayûmat derxistibû holê ku cenazeyên ji Goristana Xerzana Bedlîsê hatibûn derxistin û li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê hatine veşartin.
Di beşa “Xelata taybet a jüriye ya nûçeyên tirkî” de jî rojnameger Ercument Akdenîzî bi nûçeya xwe ya bi navê “Bi şîfreya rêwîtiyê, penaber veguhezandin mirinê” hêjayî xelatê hatiye dîtin. Akdenîz derbarê keştiya penaberan a ku li Gola Wanê noqî avê bûbû nûçe çêkiribû.
Di beşa “Nûçeya kurdî” de jî du nûçe hêjayî xelatê hatine dîtin. Nûçeya ajansa Mezopotamyayê ya “Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTTê ji malbatê re şandin” a Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surmeyê û her wiha nûçeya “Me xwe gihaşt nameya Î.E. ya ku çawişê pispor tecawizî wê kir” a Medya Uren, nûçegihana JINNEWSê hêjayî xelatê hatine dîtin.
Di beşa “Nûçegihana Jina a Gurbetellî Ersozê” de bi nûçeya xwe ya bi navê “Polîsan Emîne Bûlût sûcdar kiriye” Sîbel Yukler, nûçegihana rojnameya Karincayê hêjayî xelatdayînê hatiye dîtin.
Di beşa “Xelata taybet a Jûriyê ya Nûçegihaniya Jinan” de jî nûçeya “Dayika ku bû şahidê mirina keça xwe ya bi destdirêjiyê rûbirû hatiye hiştin” a Arjîn Dîlek Oncel, nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Di beşa “Fotografan” de du fotograf hêjayî xelatê hatine dîtin. Fotografê “Dorpêç” ê rojnamevan Zeynep Kurayê bûye yekemin û hêjayî xelata hat dîtin.
Her wiha fotografê bi navê “Fotografê Tirkiyayê” yê rojnamevan Fatoş Erdoganê jî hêjayî xelatdayînê hatiye dîtin.
Fotografê “Heskîf” ê rojnamevan Seda Taşkinê ji bo beşa “Xelata taybet a jûriyê” hêjayî xelatê hatiye dîtin.
Di beşa “Karîkator”ê de karîkatora Beşîr Geroglûyî hêjayî xelatê hatiye dîtin. Karîkatora Kiymet Guvenê jî hêjayî “Xelata Taybet a Juriyê” hatiye dîtin.
Nûçeyên kurdî: Mehmet Alî Ertaş, Suna Tunç, Beritan Zagros, Ramazan Olçen, Ferid Demirel.
Nûçeyên tirkî: Tugrul Eryilmaz, Candan Yildiz, Fatih Polat, Faruk Eren, Îbrahim Varli, Huseyin Aykol.
Nûçeyên jinan: Nevin Cerav, Nişmiye Güler, Bircan Değirmenci, Çiçek Tahaoğlu, Sevda Karaca.
Fotograf: Ramazan Ozturk, Abdurrahman Gok, Ozcan Yaman, Rodî Yuzbaşı, Selmet Guler.
Karîkator: Gulay Batur, Dogan Guzel, Asli Alpar, Îmam Cîcî, Ender Ozkahraman.
(FD)
Çavkanî - fotograf: Ajansa Mezopotamyayê