*Fotograf: Los Angeles Times
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
78em Xelatên Kada Zêrîn (Golden Globes) ya ku Yekîtiya Çapemeniya Biyaniyan a Hollywoodê dide, li xwediyên wan hatine belavkirin.
Xelata merasîmê ji ber şewba koronavîrusê cara yekê ye ku bi awayekî online pêk hatiye û Tina Fey û Amy Poehlerê merasîm pêşkêş kirin.
Chloé Zhao, bi filmê xwe yê bi navê Nomalandê xelata baştirîn filmî û derhenerê wergirtiye û bûye yekem jina bi eslê xwe Asyayî ye.
Chadwick Boseman, di beşa dramayê de baştirîn xelata lîstikvanî wergiriye. Boseman par di 43 saliya xwe de koça dawî kiriye.
- Di beşa dramayê de baştirîn fîlm: Nomadland
-Serkeftîtirîn derhêner: Chloé Zhao (Nomadland)
- Di beşa Muzîkal/Komediyê de baştirîn fîlm: Borat Subsequent Moviefilm
- Baştirîn fîlmê biyanî: Aaron Sorkin (The Trial of ti Chicago 7)
- Di beşa Dramayê de baştirîn rêzefilmê TVyê: The Crown
- Di beşa Muzîkal/Komediyê de baştirîn rêzefîlmê TVyê: Schitt’s Creek
- Baştirîn muzîka filmî: Soul /Trent Reznor, Atticus Ross, Jon Batiste)
- Di beşa Dramayê de serkeftîtirîn lîstikvana jin: Andra Day (The Unuted States vs. Billie Holiday)
- Di beşa Dramayê de serkeftîtirîn lîstîkvanê mêr: Chadwick boseman (Ma Rainey’s Black Bottom)
- Di beşa Muzîkal/Komediyê de serkeftîtirîn lîstikvana jin: Rosamund Pike (I Care A Lot)
Di beşa Muzîkal/Komediyê de serkeftîtirîn lîstikvanê mêr: Sacha Baron Cohen (Borat Subsequent Moviefilm)
(DŞ/FD)