Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
“Xelatên Azadiya Xweîfadekirinê û Ramanê ya Ayşenûr Zarakolûyê” ya 20an, îsal li ser navê Aysel Tûglûkê wê bidin hemû girtiyên nexweş û Piştevaniya ji bo Taksîmê.
Şaxa Stenbolê ya IHDyê piştî mirina mafparêz Ayşenûr Zarakolûyê ji 2003yê û vir ve li ser navê wê “Xelata Azadiya Xweîfadekirinê û Ramanê ya Ayşenûr Zarakolûyê” dide.
IHD xelatan dide kesên ku ji bo mafparêziyê têkoşîna demokrasiyê û aştiyê didin û bi gotina IHDyê, ”Kes, sazî û derdorên ku rêberiyê ji civakê re dikin, hêviyê didin civakê.”
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku desthilat hemû mixalifan dike hedef û dixwaze zext û zorê li ser hemû derdoran bike:
"Em Aysel Tûglûk û Osman Kavala, Mucella Yapcici, Cîgdem Mater, Hakan Altinay, Can Atalay, Mîne Ozerden, Yîgît Alî Ekmekçî û Tayfûn Kahramanê bi cezayên giran hatin cezakirin û girtin, silav dikin.”
Mafparêz û xwediya Weşanên Belgeyê Ayşe Nûr Zarakolû di 28ê Rêbendana 2002yan de ji ber pençeşêrê çû ber dilovaniya xwe. Xelatên Azadiya Xweîfadekirinê û Ramanê ya Ayşenûr Zarakolûyê ji bo bîranîna yek ji avaker û rêveberên İHDyê Ayşe Nûr Zarakolûyê ji sala 2002yan û vir ve tê dayin. (TY/AÖ/FD)