Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî Tedros Adhanom Ghebreyesusî li Cenêvê ji rojnamegeran re gotiye, ji ber varyanta Omicronê ya Covid-19ê li seranserê cîhanê hejmara nexweşan zêde dibe û xwestiye bernameyên pîrozbahiyê û betlaneyên Noel û serê salê betal bibin.
Dr. Ghebreyesusî diyar kiriye ku, kombûn wê li gelek deveran "bibe sedema zêdebûna nexweşan, barekê giran bikeve ser milê sîstema tenduristiyê û zêdetir mirinan.”
Dr. Ghebreyesusî bi berdewamî destnîşan kiriye û gotiye "Ev di hin rewşan de dibe ku were wateya betalkirin an jî taloqkirinê. Betalkirina bernameyekê ji betalkirina jiyanekê baştir e.”
Serokê gotiye varyanta Omicronê ji varyanta Deltayê bileztir belav dibe û kesên derzî li xwe xistine an jî bi nexweşiya Covid-19ê ketine, dibe sedema enfeksiyonan.
Dr. Ghebreyesusî diyar kiriye ku divê heta nîvê sala pêş hemû welat ji sedî 79yî serjimara xwe derzî bikin û bi vî awayî dikarin di sala 2022an de pandemiyê bidawî bikin.
Her weha gotiye, divê Çîn derbarê çavkaniya vîrusê de daneyan aşkere bike. (TP/FD)