Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Midûriyeta Giştî ya Parastina Serfkaran û Çavdêriya li Bazarê ya Wezareta Bazirganiyê, ji ber ku filmê wê reklamê di kanala TELE1ê de hatiye weşandin, 20 hezar û 952 lîreyê tirkan cezayê pereyan li rojnameya Evrenselê biriye.
Evrenselê ji bo pîrozbahiya 25 saliya rojnameyê filmekî reklaman amade kiriye ku 2 saniyeyan dewam kiriye. Di vê vîdeoyê de fotografek ji pîrozbahiyên Newrozê hatiye bikaranîn ku zarokeke keç di destê wê de şaleke kesk û sor û zer heye. Wezaretê gotiye, “zarokeke keç a di destê wê de paçeke ji rengên rêxistina terorê…”
Wezaretê diyar kiriye ku ev ceza li gorî Xala 61em a Qanûna Derbarê Parastina Serfkaran de a hejmar 6502yê û Xala 5em a Rêziknameya Derbarê Pêkanînên Bazirganiya Neheq û Reklamên Bazirganiyê de” hatiye birîn.
Her weha ji rojnameyê xwestiye ku di nava mehekê de vî pereyî bidin Midûriyeta Hesabgiriya Defterdariyê.
Devrîm Avci, parêzera rojnameya Evrenselê gotiye ew ê li dijî vê biryarê derkevin û serî li dadgeha îdarî bidin.
Beriya neha ji ber ku reklama navborî ya Evrenselê weşandibû Lijneya Bilind a Radyo û Televizyonan (RTUK) di 28ê Tebaxê de cezayê herî bilin dli kanala TELE1ê birî bû. RTUKê di hinceta cezakirinê de gotibû “pesnê terorê daye, teror teşvîk kiriye û rêxistinên terorê bihêz û mafdar nîşan daye.”
Reklama Evrenselê ya navborî ev e:
(HA/FD)