Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezîrê veguhestin û plansaziyê yê Tirkiyeyê, Cahit Turhanî bersiva pirsên rojnamegeran daye û diyar kiriye ku ji bo avakirina Balafirgeha Stenbolê 30 karker mirine.
Bixwîne - Di meha Îlonê de, 157 karker mirine
Meclîsa Saxlemî û Ewlehiya Karî bi raporekê eşkere kiribû ku ji bo avakirina balafirgehê 37 karker mirine.
Li ser astegkirina Wikipediayê jî wezîrî gotiye “hin naverokên li wê malperê diyar dikin ku dewlet û rêxistinên terorî hevkariyê dikin, me bi E-Nameyekê ew hişyar kir û xwest ew naverok bêne rakirin. Lê pêvajo dewam dike.”
Meclîsa Saxlemî û Ewlehiya Karkeran raporek weşandiye û diyar kiriye ku di meha Îlonê de 157 karker ji ber karê xwe mirine.
*Di dema avakirina Balafirgeha Sêyem de, 37 karker mirine.
*Di 8 mehan de 1450 karker ji ber karê xwe mirine
*Ji 157 kedkarên mirîn, 143 karkerên saziyan an jî karmend bûne. 16 kes ji bo karê xwe dixebitîn.
*Çar karkerên mirîn ji 14 saliyê biçûktir bûye.
*Heşt karkerên zarok mirine.
(EMK/MB)