Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtîya Amedê qedexeya li ser 6 gundên Lice û Hezroyê rakiriye. Walîtîyê ji bo 18 gundên girêdayî Liceyê û 19 gundên girêdayî Hênê qedexeya derketina derve îlan kiriye.
Walîtîya Amedê bi daxuyaniyekê îlan kiriye ku li 18 gundên girêdayî Liceyê û 19 gundên girêdayî Hênê derketina derve qedexe ye. Walîtîyê, sedema qedexeyê jî wek operasyonên ku dê li herêmê bên kirin diyar kiriye.
Qedexe do di sat 18:00an de daye dest pê kirin û dîroka xilasbûnê jî diyar nekirine.
Li gor îlanê li van 18 gundên (navên bi zimanê tirkî) Liceyê; Şenlik, Birlik, Abalı, Erginköy, Tuzlaköy, Çeper, Daralan, Duruköy köyleri ile Elmadere, Ağılçık, Akçapınar, Ayaz, Şakan, Boyluca, Dahlık, Alikahya, Hacımusabey, Kutlamış qedexeya derketina derve heye.
Û li 19 gundên Hênê; Kaledibi, Akçayurt, Topçular, Y. Turalı, Kalaba, Uzunlar, Serenköy köyleri ile Başaklı, Güzelce, Taşburun, Karapilyari, Mezartarlası, Sıraevler, Horsel, Çay, Damlatepe, Uysal, A. Turalı, Gürbulak dîsa qedexe heye.
Do walîtîya Amedê bi daxuyaniyekê îlan kiribû ku li pênç gundên Liceyê û li gundekê Hezroyê derketina derve qedexe kiribûn. Walîtîyê daxuyanî di malpera xwe yî fermî de weşandibû.
Li gor îlanê (bi zimanê tirkî)li pênç gundên Liceyê; Dolunay, Çavundur, Yalaza, Bağlan û Ortaç û li gundê Hezroyê yê bi navê Çitilibahçe derketina derve qedexe bû. Îro qedexeya li ser van gundn hate rakirin û li ser hin gundên din hate danîn.
(AS/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî.