Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê hefteyê 2 jê xwemalî 9 fîlm wê têkevin vîzyonê.
Derhêner û senarîstê fîlmî James Wan e û cureya fîlmî tirs e. Çîroka fîlm li ser jiyana Madisonê ku bi dîmenên cinayetê paralîze bûye, disekine.
Di kadroya lîstikvanan a fîlmê da Annabelle Wallis, Maddie Hassos û George Young heye.
Ev fîlm xwemalî ye û Bugra Kekîk derhêneriya wê kiriye û senaryoya wê nivîsiye. Di fîlmê da sûc û gîzem heye.
Di fîlmê da li ser çîroka Shang-Chiyê pisporê hunera lihevxistinê disekine. Shang-Chi û The Mandarinê pêşengê rêxistina The Ten Rings li hev dixin.
Derhêneriya fîlmê Marvel Studios kiriye û Simu Liu, Tony Leung Chiu-Wai û Awkwafina tê da dileyîze.
Cureya fîlmê anîmasyon e û Pixarê çêkiriye. Fîlm li bajaroka ber qeraxê Îtalyayê derbas dibe û li ser çîroka cinawirê bi navê Lukayê disekine.
Derhêner û senarîst Mathieu Turi ye û cureya wê rageşî ye.
Jinek di nav tupê da dimîne û fîlm qala çîroka jinika ku dixwaze ji tupê xelas bibe, dike.
Navê fîlmê yê orîjînal "Meandre" ye û Gaia Weiss, Peter Franzen û Romane Libert tê da dileyîze.
Derhêneriya wê Muhammet Emre Aydin kiriye û tê da Ahmet Ozakbalik, Alî Kemal Yildiran, Ayşegul Saygili, Akîf Înce û Ezgi Karaçam dileyîzin. Di fîlmê da pêşbaziyek tê lidarxistin û paşê bûyer dertên.
Stephen Durham derhêneriya wê kiriye û cureya wê aksiyon e. Li ser çîroka jineke ku çeteyekê mêrê wê kuştiye û peyê hildana tola mêrê xwe ketiye, disekine.
Ev fîlm di Mihrîcana Fîlmên Sundanceyê ya 2020î da ket nava favoriyan. Clayne Crawford serlehenga fîlmê ye.
Derhêneriya fîlmê Robert Machoian kiriye û li ser jiyana jin û mêrên ku biryara hevberdanê dane, disekine.
Fîlmê Tomrîs ê ku Akan Satayevî derhêneriya wê kiriye qala Tomrîs Xatûna fermandara jin a ewil a dîroka Tirkan dike. Tomrîs di sedsala 6em da dibe fermandara Împaratoriya Îskît-Sakayê.
Kazakistan û Rûsyayê bi hev re ve fîlm çêkirine û Almira Tursyn, Adil Akhmetov, Erkebulan Dairov, Aizhan Lighg û Berik Aytzhanov dilîzin. (FD)