Vê hefteyê 5ê wan xwemalî 8 fîlm wê bikevin vîzyonê.
Yekem fîlmê vê hefteyê "Pêlavên Sor û Heft Cûce" ye. Fîlmê anîmasyonê yê ji Koreya Başûr e. şêwazeke din a çîroka "Keybanû û Heft Cûceyan" e. Di fîlmê anîmasyonê de çîroka wan heft prensên ku bûne cûce û ya keybanûyekê heye ku ji bo bavê xwe xilas bike hewl dide.
Derhêneriya fîlmî Gokhan Yikilkan kiriye û di fîlmî de Yikilkan, Alî Surmelî, Gurkan Uygun, Fulden Akyurek û Çetîn Altay dilîzin.
Di flmê da du heval bi hev re pereyan kom dikin û hevalek ji wan pereyan hildide û winda dibe. Li ser vê hevalê din li wî digere.
Derhêneriya fîlmê "Duh Bi Şev li Sohoyê" Edgar Wrîght kiriye.
Promiyera dinyayê ya fîlmî li Festivala Fîlman a Venedîkê bûye. Di fîlmî de Eloîseya hezkiriya modayê carekê mêze dike ku li salên 1960î ye û li vê derê Sandya bi mûzîkê ra eleqedar dibe nas dike.
Denîz Coşkun derhênerê fîlmî ye û senaryoya fîlmî ji pirtûka Buşra Yilmazê ya bi heman navî hatiye nivîsandin.
Fîlm qala wê ciwanî dike ku çend saet beriya mehra wan, hişê dilketiya wî ji serî diçe.
"Addams" a fîlma anîmasyonê ya komediyê, bi beşa duyem vê hefteyê wê were nîşandan.
Malbata Addams ji bo xurtkirina têkiliyên malbatî derdikevin ger û geştê, lê Morticia û Gomez dibînin ku êdî zarokên wan mezin bûne û bi malbatî li ser heman sifreyê rûniştin zehmet bûye û ew êdî li hemberî vê yekê têdikoşin.
Onur Aydoganî senaryo nivîsandiye û derhêneriya fîlmî jî kiriye. Fîlm qala serpêhatiyên çar xwendekarên zanîngehê yên bizdonek dike.
Cem Ozay ev fîlmê xwe yê dirêj ê ewil li gundekî çiyê yên di nav Geliyê Macahalê da ku li Artînê ser sînorê Gurcistanê ye kişandiye û tê da qala bûyerên li Behra Reş gelek caran qewimiye kiriye.
Tîmur Acar, Emîne Meyrem, Hakan Aslan, Yusuf Bayraktar û Macît Koper dileyîzin.
Di fîlmê nû yê derhênerê bi nav û deng Woody Allenê 85 salî de qala çîroka jin û mêreke tê kirin ku diçin Mîhrîcana San Sebastianê û li ber bayê wê dikevin. (FD)